Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rastiya rola kurda di kujtarên Ermeniyan de (3)

 


  N: Beyro

Di nivîsandineke weke vê de pêwîste em rola kurda di arîkariya ermeniyên derdkêş bînin ser ziman,çimkî ev rol hêjaye xwendineke  kûr û berketî. Gorî gotinên mamosta  EBDUL EZÎZ YAMELKΠ  ku li  Enedolê  hin ermenî mabin sax  bê goman ew bi arîkariya kurdaye   û ev arîkarî diyar dibe di hilwîsta gelek ji pêşîvanên kurda mîna BIRAHÎM PAŞAYÊ MILΠ ku karî bi êla xwere nêzîkî   10 hezar  Ermenî ji mirinê dûr bike ,û dema dest bi fermanê bu gelek xiristî  li devera wî bûne penaber û jiyaneke nû ji wanre hate nivîsandin, civata wî ermenî , aşûrî,siryan û  êzêdî têde hebûn gorî  MIHEMED OSMAN BEKIR  di pirtûka xwe de (birahîm paşa û Êlên milî )de nivîsîye .


Herwiha  MUSTEFA  AXA  RECEB  Û  HEYDER AXA RECEB Û XELÎL RECEB karîne hemû  ermeniyên di êla xwe de bi parêzin  û MIHEMED  ZADE  yê ku bimêranî dihate nasîn ,Ermeniyên devera  MEKSÊ hem û  ji mirinê dûrkirin  û hêzeke ji 400 siwarî  pêkanî û bera الفرسان الحميدية dida yên ku berê xwe didane  MEKSÊ  da ermeniya bukjin,tevlî ku MEHMÛD ZADE 300 dirav dane  ermeniyên jankêş‏ wekû arîkarî……zêdeyî vê yekê  hilwîsta herî  ‏ şareza ya ‏‏ŞÊX  SEÎDÊ PÎRAN  Û XALID BEGÊ CEBRÎ bu  ku nekêmî arîkariya  BERZANIYA  bi rûmet bu….. û karê ku  ŞÊX  IBÊDLEHÊ  NEHRΠ kir hêjaye mirov li ser bisekinê , ji ber ku gelek malê Siryanî  ji mirinê parastin û vexwendina tirka di firmanê de pêknanî  û bû qurbanê hilwîsta xwe .

Gelek cara keyên kurda bi çek û mêrên xwe piştevaniya  ermeniya dikirin dijî tirka, mîna kurdê DÊRSIMÊ   ku 5000 kes veşartin û gelek cara  ermeniya bi xwe ev bûyer anîne ser ziman . herwiha  seknandina kurdê  MEKSÊ bi ermeniyan re hişt   ku  qurbanya bi wan re pişk bikin  di kujtarên sala 1915 an de . kurdên  êzîdî jî pişikdarbûn di arîkariyê de di gel hêla  MIHEMEDÊ AXÊ  ku biçeka berxwedankirin dijî tirka û  xwarin xwe bi ermeniyan re nîvîdikirin û li dema ku hêzên rûsî gihiştine  deverên ermênya û kurdistanê di şerên cîhnî de  gelek  ermenî li rex kurda dîtin……….

Piştî girêdana rêkeftina MODRIS  şandê kurdî namek da desteledara BIRÎTANΠ û  têde teqezkirin ku 650  ermenî li rex wane û di kêleka wande 3800 hene  ,bihtirê wan zarok û jinin û bêguman kirin  ku çar sala ew bi xwarinkirin û naxwazin ev nan bê mifa here . hejî gotinê ye ku destledara  OSMANΠ bibihîsta hinek ermeniya bi cî dikin  ew kes bê serûşûn dikirin  û êl û xelkê wan derbider dikirin.

Ev hevgirtin jibilî ku rûpeleke geşe , roleke mezin di hevgirtinê de berçav kir navbera kurd û ermeniyan de nemaze piştî şerê cîhanî  ku BAXOS  NÛBAR  BAŞA  nûnerê ermeniyan û ŞERÎF  BAŞA  nûnerê kurda   gihane hev di kongirê  lihevhatinê  li PARÎS  û  ERŞEK  SAVIRSTYAN  gotinek hebû div ê rewşê de ku dibêje ;rojnamevan , zane  û rênas behitî man ji rêkeftina ku çêbû navbera kurd û ermeniyan de ,piştî bûrîna 50 salî ku digotin ev herdû millet dijminê hevin û tucarî bi hevre pêwendiyû nakin………………

Manexwe diyar dibe ku birastî kujtar çêbûn û hinek ji kurda rola wan têde ne dirist bu, û divê yekê de  mamosta RÎMON  MACON gotineka   hêja  MASÛD  BARZANΠ tîne ser ziman  angoya wê; ( kujtar birastî çêbûn ,û em wan tawan bardikin weku nifş û weku siyasetmedar , ji ber ku pîlanên leyandinî bicî dikirin TIRK Û INGILÎZ Û FERENSΠ têde pişikdarbûn û hin keyên kurda biwan re  şemitîn )

Maye em bêjin ku ev  kujtar mezintir û kûrtirbûn ji hestê olî û werma ku kurd têde dijîn , lê belê bûne qurban  ji leystokê  dewletên mezin û çikûsiya wan re.

Livê yekê dîrokvanê navdar ERNOLD  TIWÎBΠ gotineke LORD  CÎMS  BIRAYS  di guhêze ku  li pêşiya civata (lordê  birîtanî) di bêje ; ev kujtar ne ji encamê hestê olî b û ne ji encamaê hêrza misilmana dijî ermeniya bu ,  lê belê hemû gorî viyana dewleta  osmanî û serdemên siyasî bûn , jiber ku osmaniyan dixwest  milletê ne misilman ji nav xwe dûrke  da nebin alozî  li pêş  yekîtiya  welatê wan ………………………dawî

    Dêrik

 25 - 5 -  2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark