Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xwendineke Rexneyî Li Ser Pirtûka (Rêzimanê Kurdî) Ya Mamoste Mele Ehmedê Palo (2-3)

 


Qadir Egîd   

Rêziman yan Helbestname:
Di serjimartineke lezok ji helbestên ku wek nimûne di pirtûkê de bikar hatine de, merov rû bi rû li encam û rasytiyin bobelat rast tê. Ji rûpala dehan ta ya şêstî, tenê 200 malikên helbestê derbas dibin….!!!
Pirtirîn helbest yê nivîser bi xwe ne, û pirên  wan jî tu sûd û mifayê ji bilî hepişandinê nadin pirtûkê. Merov dikeve wê gumanê ku nivîser hewl daye  xwendevanê pirtûkê bi helbest û helbestvaniya xwe bide nasîn.


Di gelek cihan de, hindek peyv  wek mînak bikar tîne, dûv re heman peyvan di malikên helbestên xwe de bikar tîne û wan dûbare dike. Wek nimûne, di rûpela 25an de:
6 - An - Emraz edat û bêje:)
1 - Ji bo kom [جمع ] tê: dar- daran, bav- bavan, kur - kuran, Palo dibêje:
Daran û beran şîn û girîne      bavan û kuran xweşî ne dine.)
Peyvên " Daran, Bavan, Kuran " bi tena xwe bikar hatine û di nav malikên helbestê de jî. Mebest jê helbesta xwe bi xwendevan bide nasîn.
Di rûpela 24an tenê de - wek nimûne - nivîser helbestên xwe heyşt caran bikar anîne, gelek ji wan helbestan xizmeta babetê nakin, lê belê ziyanê digihînin mijarê, wek nimûne:
- Di beşê Lîsta Tîp û Edatan de, nivîser hewl daye ku peyva (Ar) şîrove bike:
(1- Ar: Edate bo: pêşbar [اسم مفعول] wek: got - gotar, mir - mirdar; Palo dibêje:
Pirs û gotarê edîban bên xwendin di welat
Derdixin êş û birînan radikin mirdar û sat )
Diyar e, ku çima mamoste peyvên jorîn (gotar, mirdar) wek nimûne bikar anîne.  Lê mixabin ku ev derbaskirin jî ne di cihê xwe de hatiye, ji ber gotar nav e, ne pêşbar e. Ya şaştir nimûneya (mirdar) e, mirdar ji pêşkîta (mir) û paşkîta (dar)bikar hatiye, ne li gor ku ew guman dike ji paşkîta (ar) bikar hatiye.
(2- Ar: Edate bo pêşkar [اسم فاعل] wek " qenc -qencar, jîn - jîndar, ceng - cengar. Palo dibêje:
Ê jîndar û qencarin ew hev ar û ceng     arin)
Di malika jorîn de, heman şaşbûn di nimûneya (jîndar) de  derbas dibe.
 
Mînaka duyemîn, ku hepişandina helbestê ne di cihê xwe  de diyar dike
peyva (axir) e. Tev ku ev peyv di koka xwe de peyveke erebî ye, lê mamoste di beşêLîsta Tîp û Edatan de bikar aniye, û di rûpela 24an de wilo şîrove kiriye:
( 4- Axir:
1- Dawî [نهاية الأمر]: Palo dibêje:
Axir mirin bare meye   jîn û kirin û karê meye
2- ji bo zare zar   [تضرع] Palo dibêje:
Ey xweda axir nesîbê min niye    pêşiya min tariye yan roniye
3- ji bo matmanê [تعجب] tê: Palo dibêje:
Axir çi belayî  ez dibînim tu nayî 
bo welatim bê bihayî bo diza lat û kelayî. )
Peyva (axir) ne Kurdî ye, ne pêşkît û ne paşkît e, ne ji bo zarezarê û ne ji bo matmayînê ye, û ne Alav tu tiştî ye. Armanca bikaranîna wê diyar e.
Eger em werin ser peyva (Erê) di rûpela 26an de û şîrovekirina nivîser li ser bixwînin:
( 10 - Erê : bi daxwaza herê [نعم]: Palo dibêje:
Erê erê birader em mane bê cih û war.)
Gelo kî ji Kurdên her çar perçeyan nizane ku peyva (Erê) wateya wê (نعم) e, ya giringtir çi têkilî di navbera vê peyvê û rêziman de heye..?!
Di gelek helbestan de, nivîser helbestê bikar tîne bê ku navê helbestvan binivîse yan jî dibêje: helbestvanekî gotiye. Di pêşgotinê de 13 malik bi kar anîne, heyşt ji wan navê helbestvanê wan ne diyar e.
Di rûpela 27an de,tîpa (Ê) wilo şîrove dike û dibêje:
(14 - Ê :
A- bernavekî ne xuyaye [ضمير مبهم] Palo dibêje:
Çawa em jê bibin dûr jê ne bînin birtî…
B - Ji bo danzan û pesnê tê: Palo dibêje:
Ev ê kiye ê minebawer ke kurdê bê par ..
C - Bi daxwaza bes tê: Palo dibêje:
Gotim bes wê gotî ê bav û birayî mal û dê…
D - Ji bo bangê tê: Palo dibêje:
Ê dost bi dilbe yare qencan….
E - Bo pev girêdanê [للوصل] tê : Palo dibêje:
Ê ku dimayî bi te bi hêze     destûr di dayî xwînê di rêje.)
Di zimanê kurdî de ev tîp tu carî ji bo danzan û pesnê, daxwaza bes, bang û pevgirêdanê nayê.
Carinan nivîser ji bo şîrovekirina peyvekê malikekê ji helbestekê  wek nimûne bikar tîne, dema merov wê malikê dixwîne, tu bihn û şopa wê peyva ku ji bo wê malik bikar hatiye tê de tune ye. Mînak:
(114 - weh: Bi daxwaza wiha : mînak helbesta Cizîrî:
Zulma we reng kî dikir can di bir û dil bi teba.) rûp47
Ev malik  bikar hatiye ta peyva (Weh) ji xwendevan re şîrove bike, lê peyva  (Weh) ji koka xwe de  di vê malikê de tune ye
 
 
 
Helbestên Xanî
Yek ji helbestvanên nivîser Mele Ehmedê Palo pirtûka xwe spartiye helbestên wî; Ehmedê Xanî ye, ev helbestvanê mezin ku dastana wî ya Mem û Zîn li nik Kurdan mîna pirtûkek pîroz û gewre lê tê nerîn, nivîser  di gelek cihan de tev kêmasiyên rênivîsê, helbestên wî ji çarçewê wan derxistiy, kêm û zêde kiriye. Dibe ku ez hindekî ji mijarê derkevim, lê tenê ji bo xwedevan haydar bibe, helbest rast û zelal bilêv bibe û were xwendin. Wek nimûne:
- Rûp 12:      
Malika yekem li gor ku nivîser bikar aniye, ya duwem piştî rastkirinê ye.
(Ev mêwe eger xirabe ger qenc         kêşaye digel wê me du sed renc)
 Ev name eger xirab e, eger qenc      kêşaye digel wê me dused renc
*             *            *
(Ev mêwe eger ne abidare                     kurmanciye ev qeder li dare)
Ev meywe eger ne abedar e                   kurmancî ye, ew qeder li kar e
*             *            *
(Mehbûb û libas û koşiwar e                   mulkê dimine ne muste, are)
Mehbûb û libasê  gûşiwar e                    mulkê di min in ne muste’ar e
- Rûp22
(Dayim ji xwedê dikir temenna                 Mem rabit  û bê tefek bi tenha)
Da’im ji Xwedê dikir temenna                   Mem rabit û bête nik bi tenha
- Rûp 32
Meqsûd  ji le’ib û bend û bazan                qet nîne ji xeyrî keşfê razan) )
Metlûb  ji le’b  û bend û bazan                   qet nîne bi xeyrî keşf-î razan
Di helbestên jorîn de nivîser peyvine helbestê vajî daxwaz
- Rûp 51
(Ya qenc ewe  em sibe siwar bin             ev renge Memê ji mîr bi xwazin)
  Ya qenc ewe em sibe siwar bin           hersê bi silah û kar û bar bin
- Rûp 51
(Ya qenc ewe  em sibe siwar bin             ev renge Memê ji mîr bi xwazin)
Gurzan bihejîn  riman bibazîn                  ev renge Memê ji mîr bixwazin
- Rûp 75
Pansed ji keç û kur û rewalan                ev renge ji qismê pîr û kalan) )1-
      Pansed ji keç û kur û rewalan                ew çend ji qismê pîr û kalan
2- (Ev zumre ku zalim û ewanin                    sobaşî û şuhne der gevanin)
      Ev zumre ku zalim û ’ewan in                 sûbaşî  û şehne  û dergevan in
3 - (Mecmû’ê mela û şeyx û mîran               axa û ekabir û feqîran )
      Mecmû’ê mela û şeyx û mîran               axa û ekabir û feqîran  
4- (Ew belku li ser hedan kilîdin              her tayife seddekin sedîdin)
        goya ku  li serhedan kilîd in              her ta’ife seddek in sedîd in
Ev her çar malikên ku li pey hev hatine ji dîwana (Mem û Zîn) in. Malika yekem ji helbesta bi navê : "Wan Herdu Kurê Di Came Tebdîl " e, ji rûpela  80ê ye. Lê malika duwem ji helbesta bi navê  " Gava  Ji Edemê Xwedê Kir Îcad " e, ew jî ji rûpela 143ane. Malika sêyem ji helbesta: " Xweş Weqte Ji Bo Elîlê Muştaq " e, ji rûpela  117an e. Ûmalika çarem ji helbesta: " Saqî Tu Ji Bo Xwedê Keremke " ye, ji rûpel 46an e.
Merov bala xwe bide her çar malikên ku di rûpela 75an de derbas bûne, tê nasîn - ji bilî şaşiyên wan - ku her malikek ji helbesteke cuda hatiye veqetandin, bê ku nivîser vê diyardeyê bide xuyakirin. Tekez wê xwendevan bikeve wê baweriyê de ku ev her çar malik ji heman helbestê ne, lê ya rast her yek ji helbestekê ye.
 Rûp 112 
 
(Yek canî ji dijminan cudakityadî miriyan ji nûve rakit)
Yek canî ji dijminan  cuda kit      ya dî miriyan ji nû ve rakit.
Rûp 112
(Lew lazime hakiman du fincan     yek xase xirab û yêkê fincan)
Lew lazim e hakiman du fincan     yek xasê xerab û  êke qencan.
Dibe ku ev guhrtina di navbera (Qencan) û (Fincan) de çê bûye, sedema wê xwendina lezok ya veguhêser mamoste Kasî be. Ji ber nivîsa her du peyvan bi zimanê erebî wek hev e: (فنجان, قنجان), û dibe ku destnivîsa nivîser jî bê FETHE û KESRE be, lewre tîpa "F" li ber çavê wî bûye "Q".
 Rûp 125
(Go ger çibê ku zahirê  hekîmim     zêde bi du illeta elîmim)
Go" gerçi ko zahirî  hekîm im         zêde bi du ’illetan ’elîm im
(Da îşev were mulkê birêjim            heta sibe  sahiban bibêjim)
Da îşeve  remlekê birêjim                hetta sibe sahiban  bibêjim
Malika yekem ji helbesta : "Ew Warisê ilmê  Daniyalî " ye, rûpela 106an,
Û malika duwem ji helbesta:" Dayîn Heyirî Ji Macerayê " ye, rûpela 99an.
 
 
 
Lîsta Tîp û Edatan  
Navûnîşaneke sereke ye ku bala merov dikişîne. Lê  gello ev lîste ya ku di ser 30 rûpelî re cih girtiye, lîsteya tîp û alavên çi ne?
Di zimanê kurdî de tîpên bi serê xwe tu wateyê nadin, tev wilo jî nivîser tîpên (E,Ê ,O,T,D,V,K,N,H,B,Ş)  bi serê xwe bikar anîne, û hindek ji wan wilo şîrove kiriye. Wek nimûne:
1 - B:
(A -  Ji bo alîkarî [عون  tê: Bi navê xwedawendê herdu sera ….) Rûp 29
Di vir de (Bi) daçek e, ne alîkarî ye.
(B - Ji bo sûnd  [قسم] tê: Bi derbend û bi zozana bi lat û deşt meydana.) Rûp 29 . Di vir de jî (Bi) daçek e, ne ji bo sûndê ye.
(C - Ji bo hevalî [مرافقة] tê: Bi minre werne meydan herin bax û gulistan.) Rûp 29. Di vir de jî (Bi) daçek e, ne li gor hatiye; hevalî.
(D - Ji bo qayimkirin [تأكيد] tê: Palo dibêje: Bi bêje wer bimîne çiku mane li ber dar.) Rûp 29
Li vir (Bi) ji bingeha peyvê ye (Bibêje), ne ji bo qayimkirinê ye, li gor nivîser gotiye.
(E -  Ji bo bihane [علـّة وسبب] tê: Bi qedrê biskê reşmarî di gel min tu bike yarî.) Rûp 29
(Bi) daçek e, ne ji bo bihaneyê ye.
(Ê - Ji bo valeyî [ظرفية] tê: Bi vê gave bi kurdanî divê em welatî xwe nehêlin ber kul û xem.) Rûp 29
Li vir (Bi) daçek e, ne ji bo valeyî ye li gor nivîser dibêje
(F - Ji bo beramberî [مقابلة] tê: Palo dibêje:
Rû bi rû em ketne cengê dest bi dest ew pîs kirin.) Rûp 29
Tu car (Bi) ji bo beramberiyê nayê. Li vir jî daçek e.
(G - Ji bo xwezî û lavij  [تمنـّي]tê:
Di pêşî û navê û dawîde: Bikir - kirbana - kirba .) Rûp 30
Nizanim mebesta nivîser li vir çi ye, eger  mebesta wî tîpa (B) yê bi serê xwe be naxwe li gor mînakên wî em dikarin bibêjin ku peyvên (Bimir- mirbana - mirba) jî ji bo xwezî û lavij bikar tên, û ev yek -  di nerîna min de - bobelateke rêzimanî ye.
(H - Ji bo gerekî  [وجوب والتزام]tê:
Min dê elema kelamê mewzûn alî bi kira li banê gerdûn.) Rûp 30
Di vir de, (bi) ji bingeha peyvê ye, ne ji bo gerekiyê ye, û mebesta helbestvan ev e:
" كنت سأرفع راية الكلام الموزون (أي الشـّعر ) في أعالي الأرض"
(I - ji bo daxwazên din tê . di virdeme ne gotine ji ber dirêjayî.) Rûp 30
Hevoka dawî :
 (ji bo daxwazên din tê .di vir de me negotine ji ber dirêjayî)
 di rûpelên: 22, 23, 38, 39, 41, 51ê de hatiye.
Gelo ev daxwazên dî ê ku ji bo wan tê çi ne? Ma hîn daxwaz mane, û çima negotine, eger ji bo dirêjayîyê negotibe, guman dikim ger merov mijarekê şîrove bike, çiqas ew mijar di dirêj dibe, dewlemendtir dibe, gerek mamoste li ber dirêjayê neneriyaya û tiştê ku mabû  şîrove kiriba, ta xwendevan di wê gumanê de nemîne.
Ev deh xalên ku (Bi) di wan de bikar tê, qet ne di cihê xwe de ne. mamoste bikaranîna bingehîn ku (Bi) tê de bikar tê di ser guhê xwe re avêtiye. Ya herî giring û herî rastîn ku ( Bi) daçek e….!
di beşê Lîsta Tîp û Edatan de, di gelek ciyan de, dema ku li ser tîpekê diaxive, di dawî de, yek ji wan bikaranînên vê tîpê dibêje: (Zêde tê).
Gelo tiştekî zêde di zimanan de heye. Wek nimûne:
di rûpela 38an de
(- Der: Pir caran zêde tê).
Di rûpela 39an de:
(- Re: Zêde tê.)
Di rûpela41ê de:
(- Ek: Zêde tê.)
 
Di rûpela 48an de, li gor nivîser tîpa (H) di gelek rewşan de bikar tê, ji wan:
(A- pirseke ji bo salix [أداة خبر] tê.)
Di vir de nivîser tu mînak bikar neanîne, ji ber tu mînak tune ne û tu car tîpa (H) di zimanê Kurdî de ji bo salix nayê.
(B - Nîşana pîşka buhêrk û nêzîk:  Hatiyeh… çûyeh… rabûyeh.)
Ev tîpa (H) ya ku di dawiya van peyvên jorîn de hatiye, qet ne nîşana pîşka buhêrk û nêzîk e, lê ew bûye bargiranî ji bilêvkirina van peyvan re.
(C - Ji bo wergerandina daxwazê tê herwekî : dest - desteh, goş - goşeh)
Her du peyvên (goşeh, desteh), tîpa (E) ji koka peyvê ye, lê tîpa (H) zêde ye û tu kar ji bilî giraniya bilêvkirinê jê re tune ye.
(D - Ji bo pesindanê [توصيف] tê: sed saleh.)
Tu car tîpa (H) di zimanê kurdî de ji bo pesindanê nehatiye û nayê. Tenê ji peyvê re bargiranî ye.
Li gor nimûneyê nivîser bikar aniye:
(sed saleh)
Du tîpên zêde di peyva (saleh) de hene, yek ji wan tîpa (E) ye, ew jî wek  lêkera bûnê bikar hatiye, lê tîpa (H) tu kar jê re tune ye. Û rastnivîsa wê ev e: 
Sed sal e.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark