Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Saziya fêrkirin û parastina zimanê Kurdî li Sûriyê (SFPZK)

 


  Li roja 18.5.2012, bi amadebûna dora 25 nûnerên komîteyên mamosteyên zimanê Kurdî li deverên Çiyayê Kurmênc/Efrînê, ku di çarçewa "Saziya fêrkirin û parastina zimanê Kurdî li Sûriyê (SFPZK)" de dixebitin, civînek fereh li bajarê Efrînê hat li darxistin.
Civînê bi bêhnikek bêdeng ji bo rûmetkirina xwîna qurbaniyêN azadiyê dest pê bû.
Piþt re, rewþa tevahî ya karê saziyê ji hêla berpirsyarê saziyê û komîta navçê û nûnerên mamosteyan de hat nasandin û nixandin.


Hat nasîn, ku li dîroka roja civînê, dora 20 komikên fêrkirinê li dar in, û 119 þagirt tê de dixwînin, û di paþerojê de dê gelek komik û korsên din jî werin vekirin.
Tiþtê balkêþ ew bû, ku hejmareke baþ ji keçikên mamoste li civînê amade bûn, û cihê xwe di komîta nû ya navçê de jî girtin. Nêrîn û pêþniyar ew bû, ku li paþerojê, jin û keçik serkêþiya karê fêrkirin û parastina zimanê xwe bikin û her kesk ji hundur mala xwe de dest pê bike.
Mamsteyên li xwe girtin ku bareyek ji bo fêrkirina zimên bi navê ((Hawara Zimanê Kurdî)) di navbera serê meha Tîrmehê û dawiya Tebaxê de were destpêkirin.
Biryar hat girtin jî ku komikên mamosteyan li her deverkê û gundekî werin avakirin. Dirûþm wiha bû: " li her gundekî mamostak, û li her gund û taxekê maleke zimên".
Ji bo xercî û diraviyê jî mamosteyan tibabeke mehane ye biçûk li xwe girtin.
Li dawiyê komîtek rêvebir ji mamosteyên keç û xort, ji bo lisazxistina karê saziyê li navça Ç. Kurmênc re hat vebjartin.
Li dawiyê, civîn bi sozê xebata ji bo parastina zimanê Kurdî yê þêrîn û giranbiha bidawî bû.
Sazkarê komîteya (SFPZK) li Ç.Kurmênc/Efrîn... Rozad Elî... Efrîn.. 20.5.2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark