Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

KONGIRÊ DAMEZRANDINA FEDRASIYONA KOMELEYÊN KURDISTANÎ LI NERWIC

 


 Di 06-01-2007 kongirê damezrandinê yê fedrasyona komelên kurdistanî li nerwic li darket, bi amadebûn u pişikdariya nûnerê bêtir ji 30 komelên xebatker yên kurdî u kurdistanî li nerwic, u kesên rewşenbîr yên giring ji penaberên kurd li nerwic, u bi amadebûna nûnerên hemî rêxistinên  kurdistanî li nerwic (HEVKARI), u nûnerê fedrasyona komelên kurdistanî li siwêd.


wefdekê mezin ji komela kurdên surî li nerwic bi serokatiya  Şêrwan Umer serokê komele u beşdariya endamê komîta rêvebir u yê komîta ragihandinê u berpirsa komîta jinan u berpirsê komîta xortan, li vî kongirî amade bûn.
Kongir bi kêlikek bê deng li ser canê nemirên tevgera niştimanî kurdî u kurdistanî u bi sirûda ey reqîb dest pi karê xwe kir.
Edi komîta amadekirinê hate ji hevxistin, u komîteyek nû hat cekorin ji bo rêvebirina kongir u ji bo çavdêriya hilbijartinê, berêz Rodî Yelgin ziman hal u berpirsê girûpa rêxistinên siyasî kurdî u kurdistanî li nerwic (HEVKARÎ) bi gotinekê xêrhatine kongir da vekirin, di gotina xwe de li ser giringiya damezrandina fedrasyona kurdistanî li nerwic u li ser giringiya karê kurdî yê hevbeş li nerwic dirêj sekinî. u paşê ji Dr. Erşad Meirûf nunerê fedrasyona kurdistanî li siwêd gotinek pêşkêş kir têde li ser vê buyera dîrokî sekinî upesnê wê da, u dirêj li ser karê xwe li siwêd sekinî, u bi navê komîta rêvebir ya fedrasyona kurdistanî li siwêd alîkarî u piştgiriya fedrasyona kurdistanî li nerwic dikir.
dûre her komelekî beşdar xwe da nasîn u çalakiyên ko pê rabûbûn dane nîşandan, u dektor Şerwan Umer serokê komîta rêvebir ya komela kurdên surî li nerwic raportek dirêj pêşkêşkir li ser armanc u daxwazên komele u çalakiyên ko li welatê nerwic pê rabûne pêşkêş kiribû.
di runiştina diwan de beşdaran dan u sitandin kirin li ser reşpelika pirogiramê giştî u rêxistinî yên ko hatine pêşkêş kirin ji alê komîta amade kirinê, u pirogirama giştî u rêxistinî hatin erê kirin, u dan u sitandin pir kûr u binerx bûn, u ji hemî aliyan ve li ser hat sekinandin. u ji biryar hat sitandin ko komiteyek ji 5 endaman were helbijartin karê vê komîtê ewe ko destûrê bidin rastkirin u pêşkêşi kongirê giştî bikin yê yekem ko di pêşde tê, u komîta rêvebirinê ji 14 endaman helbijartin.
wefdê komela kurdên surî li nerwic guhdanek kiribû bi pirojeyên hatî pêşkêşkirin, u pêşniyarên giring pêşkeşî kongir kiribû, u keysa xwe dît ko xwe bide nasîn bi komelên beşdar re u pêwendiyên xwe bi wanre xwirtkir.
di runiştina siyan de derî hat vekirin li ber beşdaran ko xwe bidin helbijartin ji bo komîta rastkirina destûr u komîta rêvebir ya fedrasiyona Kurdistanî li nerwic.
u serokê komela kurdên surî li nerwic Şerwan Umer hat helbijartin ji bo komîta rêvebir ya fedrasyona kurdistanî li nerwic, u rojnamevana kurd Sidar Kohin endama komela kurdên surî li nerwic u endama komîta ragihandinê di komele de hate helbijartin ji bo komîta rastkirina destûr.
U bi sirûda ey reqîb pirogirama karê kongir bi dawî hat.
Endamên komîta rêvebirinê yên ko hatin helbijartin di kongirê damezrandinê de evin:

·        Kenan Nûdem
·        Gulbax Fetahî
·        Mihemed Kadan
·        Qadir Ezîz Bekê
·        Avîn Ezîzî
·        Razwan Ebû Zêd
·        Bêkes Berwarî
·        Şerwan Umer
·        Hemza Raşîdî
·        Esad Fetahî
·        Rencber Ebdule Ibrahîm(Hunner)
·        Pêşwa Gulanî
·        Soghra Heyderî
·        Xelef Babaw

Komela Kurdên Surî Li Nerwic
BÎROYA RAGIHANDINÊ
10.01.2007


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark