Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ēīrok: Her werzekī modźlek

 


  Amer Çelik

…Li ber  mêrê xwe re çend caran bi aliyê çep û rastê de, xwe zîvirandbû. Herdu destê xwe ji ser herdu memkên ku heta nêvî diyarin, herdu memkên ku wekî du žimamokên rezên çola Nusaybînê, bidîtine xwe sêrin in. Herdu destê xwe li ser can û kmexan ve  ber bi jêr ve berdan û gote mêr xwe:


_ Binere!...Çekên min xwežikin ?!...
_Xwežikin….Xwesik!!.... Lê pêwîstî bi kirîne vî fîstan niha tunebû…Ne usa..!?
_ Çawa a aa?!...Ma çekên min yê ku pê herim mêvaniykê, serdanekê sok û dîlanekê hene….A a ?!
_ Berî çend rojan, min fîstanekî  zerî bi gul,xwežik û delal ji te re nekirîbû?
_ Belê!  Lê ne î modêl e. Yan bibêjim, ew ne modêl werzê em têdene.
_ Her werzekî modêlek jêre pêwîste …? Usabe pêwîste salê çar fîstanan ji te re bikirim!...
_ Erê can im, her werzekî modêlek wî heye. Jinik hinekî rawestiye wekî ku bênvedanekê bibe xwe û dîsa got:
Ez wekî jinên xelkê çekên qîmet giran û buha nakirim. Tu dizanî ku jine te gelekî li ber bazarê dide.  Tižtê ku bi sedî be, ez bi bîste dikirim. Jine te xwežik û zîreke. Hela li vî qûmažî binêr. „qetek qûmasê ku di destê jinikê debû“
-Tu çiqas qîmet didî vî qûmažî ..?
- Nizan im !....
- Tužtekî bibêje…
Mêrik qasekê qetê qûmaž di navê tiliyê xwe de bir û anî û got:
-      Ez mitra vî qûmažî sî heya çil werqeyî pê didim.
Jinik;
-      Efendim…!? Ezê hewqas pera ji kuderê bînim , a a? Heya ku ez sed wereqî ji te distînim çavê min dirjên!!... Min qûmaž tev bi deh weraqan kiriya…Tu çi dibêjî !?... Tu dizanî ku ez gelekî li ber bazarê didim.
    -Tu jineke gelekî bažî û ciwanî. Rewža min ya darayî vê demê ne rinde!....
    -   Herdem tu usa dibêjî; Pera tunin, tunin……
Mêrik rabûbû ser piyan û du-sê caran rûdêne ji boyaxê sor-sipî paçû kirbû û gotibû: her usa tižtên erzan bikire.
Mêrik her bi bažî pesnê jina xwe ji bo hevalên xwe yên kar re dikir û digot: Jina min gelekî li ber bazarê dide û hima-hima çekan belaž ji maxazinê tîne.
Dema wî usa çalekiyên jina xwe tanîn ziman, Hisêno jî pesnê jina xwe dida û digot:
-      Bawer bike ku jina min jî wek ya te zîrek û çelenge. Biner li vî qûmažî(li ber cama dikane qûmaž sekinîbûn) mitra wî bi sî û pênc wereqan e, jina min berî çend rojan bi deh weraqan kirîbû!!!!!!!.....
-      Birayê Hisên o bawerke ku ez û tu bi jinên xwe bextwer û kamuran in. Ji aliyê rêz û edebê ve jî jinên me gelekî bi rêz û edebin û bi ser de jî pir xwežik û zane ne jî.
-      Welahî raste !... Heger ne usa bane ma me yê bi van perê hindik çawa biqedande.
Hevalek ji wê de tê:
-      Roj baž hevalno!.  Hûn li çi dinerin..!?
-      Ser çava birayê Silo.
-      Tu ji kuderê tê Silo…?
-      Hûn ji bo jinên xwe li qûmaž digerin û dikirin, ez jî ji mala jinan in têm.
Herduwan bi hevra:
-      Mala jinan…..!?
-      Erê! Erê mala jina, Mirov derbasî salonê dibe sê weraqan didî û derbasî odake çend qul di dîwar de hene, di wan qulan re li jinên tazî dinhêrî, heta bêjî bes aaa a bas e!..
Hisêno: Ê mal wêran..Silo derwan bike derewên bi kiras. Mal wêran ma mala jinan hola gokê ye..!?  Rast dibêjî, ew mal li Europayê hene, ne li ba me !!
-      Baža! Hûn bawer nakin!? Bilêt ji kîsî we werin ez we bibim.
Hersê hevalan  hilkižiyabûn qata jor, li salonê çend mêran xwe li erdê dirijkirbûn û çavên xwe kirbûn qulên dîwar. Hersêyan jî wekî wan mêran çavên xwe kirbûn sê qulan!...
-      Ez mantokî sor-rengîn dixwazim.
-      Ji bo xatrê çavên te yê rež manto ji bo te… Ji vê modêlê ?
-      Belê!.. Ew modêl gelekî buhaye, lê ji bo vê bejina te û ramusanekê ji bo te bê pera!.. Hela çelkên xwe dayîne û vî fîstan li xwe bike!..
-      Baže!...
-      JI xweke can im, ji xweke!....
-      ……, …..
-      Mal memikan dayîne!..Tu danyînî nikarim baž pîvan e te bipîvim!...Ha aa aa a usa bejina te wekî tayê rihanê….y..a..
-      …. ….  ……………………………..
Mêrik ber êvarî ve derbasî malê bûbû. Bi derbasbûne mêrik re, jinkê ber bi wî ve hatibû û gotibû:
-      Binêre! Mantoyê minî sor-rengîn çiqasî li bejina min tê. Tu dizanî min bi çi qasî kiriye ?! Tu çiqas qîmet  didî vî mantoyî?!
Çavên mêrik beloq diman li manto dinhêrî.
-      Çima qîmetê manto nabêjî..!?
-      Manto!....A a manto. Hêjaye sere min û Hisêno herduwan. !!!!!!!!
*******************************************


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark