Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rastiya rola kurdan di kujtarên ermeniyan de (1)

 


N. Beyro

Ermenî ji kevintirîn milletê rojhilata navîn in.û welatê wan dikeve bakurî çemê ferat de ,nik derya wane,ango sînorê Kurdistan….yekemîn komara ermeniya hate damezrandin di sedê şeşan  b.z  ûdi serdemê Kevin û navîn de ermeniyan şarevaniyeke geş hebû….di sedê çarande ola xiristî di nav wande belavbû ,her wiha zimanê wan yek ji zimanê(hido orpî)yê Kevin û serbixwe ye.


Di sala 387b.z welatê wan hate perçekirin di navbera sasanî û bêzentiyan de û li destpêka sedê heştan ermenistan keta bin destê imbiratoriya islamî de. Û li sala 1639 z.de ,siftî hate nîvîkirin navbera (sefewî û osmaniyan de).
Ermenî zû pêşketin rejî millet din yên imbiratoriya osmanî ……berî demeke dûr benîtî derbaskirin û rista derbegî jî berî kurda bûrandin.
Millet ermenî serbixwebû di serdemên navînde û (A.BÊ)a wanî taybet hebû pê    
 dinivîsandin…di sala 1794 z,yekemîn kovar belavkirin û bi vê yekê bûne milletê dihan yên xwedî rojname ango berî tirk û emrîkiyan (jêder,d.kastorciyan.mêjoya çand û hozana ermenî.mûsil 1954,rûpelê 131).
Belkî tiştê serekî yê hêlaye ermenî pêşkevin ji ber kû parçek ji welatê wan di bindestê dewleteke oropî de bû û têkilî bazara (sermoy dar)bû. Heyole bazirganî û sazkarî di destê ermeniyê zane û pispor de bûn,mîna ku li bajarê sîwas reja wan berî kujtara ji sedî 35 bûn û reja bazirgana ji dirva 166....135 ermenî bûn,ango ji sedî 75. Ûbazirgeh ji dirva 153…130 yê wan bûn û li bajarê wanê reje ji vê bigelekî pirtir bû(M.S,lazarêf).
Tiştê herî pêwîst ku kurd û ermenî bihevre girêdidan ew e kû herdû millet ji yek alî dihatin xeşimkirin (sefewî û osmanî) ,ji bilî kû cotyarên wan bêş didane yek diravgehê.
Ermênya rojilat gelekî pêşket reje ya rojava piştî bû parçek ji rûsya ,vê tiştê kir  gelek ermenî ji rojava sînor derbaskirin û berê xwe dane rojhilat û di şerên navbera osmanî û rûsan de herdem bi rûsan re disekinîn û belkî ev sedemeke serekîbû ku kîna osmaniya li wan gurkir û xwestin biyek carî wan bê ser û şûnbikin, nemaze piştî sersala (1877.1878). rûsya jî  ji alê xwe ve biçavekî birçî li ermênya rojava dinêrt piştî bindestî xwe kir di sala (1829) lê osmaniya vegerand gorî rêkeftina (orya nobol ).
Di nîvê sedê 19 an de ,tevgera azadîxwza ermenî pêşket û millet bi çend sehildana rabû û hestê netewî gurkir û kêşa ermenî di kongirê nêvnetewî de diyarkir,nemaze kû rijêmên çikûsî osmaniya bi şarezayî janê ermeniya çewisandin û ketne nêv rewşa imbiratorya osmanî de,weke kû peymana(sanstîvano)sala 1878 a terxankirin ji kêşa ermenî re (ev peyman nav bera rûsya û  imbiratorya osmanî ya bazdayî de bû).her wiha peymana (berlîn.tîmiha sala 1878)kû têde guhdanek gerdûnî bi kêşa ermeniya hebû û dewleta osmanî neçarkirin ser belav kirina wekheviyê navbera xiristî û olên dî de.
Wanî tirsa veqetandina ermenistana rojava ji dewleta osmaî diyar dibû nemaze kû piştevanî didîtin ji dewletên oropî yên îsewî ,û osmaniyê werme xeşm û zora xwe li ermeniya gurtirkirin û rêzaniyeke hişk û tund di aliyên wande sazkirin di dema padîşah(Ebdil hemîd )de (1876.1909),bi taybetî piştî ku ji zanîngeha islamî biryarek bir û kire bengeh ji rêzaniya xwe re  û bi vê yekê hewl da kû ermeniyê li ser sînorê rûsya bi zinarek islamî dorpêç bike ,û gelek dem nebûrî ku ev rêzanî wergirande kujtara yekemîn di (tebax û êlûna sala 1894 )a li devera (sasûnê)gava ku serbaz û cindirma keleşin birin da welatiya bikujin ,û di demeke kin de çil gund wêrankirin û (10 )hezar kes kujtin ,û di sala pişt re ango piştî serkeftina yekemîn(1895) hêzê padîşah dest bi nehêlana ermeniyan kirin û kujtar belavbûne bajarên din mîna (Mereş û Diyarbekir)
Li (stembolê )di di rojande( 5500) ermenî hatin serjêkirin û hin jêder wan dighînin(15000)a û gorî ku di pirtûka zerde hatiye(ya ferensî)di sê rojande li çeriya pêşî sala (1899)an li( Diyar bekir .3000) kujtin û (120)gund wêrankirin û teqez dike pirtûka zer jimara kujtiya li(sîwas)bi (10000)a bihtirê wan bi kêr û satora hatin kujtin.
Piştî  destledariya padîşah (Ebdil hemîd)bi dawî hat((şoreşa êkgirtiyan.tîrmiha 1989)).milletê ermenî bi dil şadî dema nû pêşwazîkirin,lê mixabin di dema salekê de riwê rast yê  ( êkgirtiyan) diyar bû û karê padîşah (Ebdil hemîd) berdewamkirin bi kujtarek li bajarê(Edena) sazkirin ku jimara kujtiyan têde (30000) kes bûn.nivîskarê navdar(faîz elxesyn)yê ku di wê demêde li (Tirkiya bû)teqez dike ku çawe rijîmê goştfiroş kirê dikirin (rojê bi diravekî) ji kujtina ermeniyan re û zarok û pîrek, ji serê avahiyê bilind û bale tavêtin…… 
Rojnamevan (Husên kekeh )diyar dike ku li destpêka sala (1915)a û li bajarê (wanê) çawe leşkerê rûsî hat da bikeve bajêrde ,lê nikarî ji bîna kelaxê kujtiyan……….herwiha li (bedlîsê) jimara ermeniya berî kujtara (18000) bûn ,ji wan (400) kes tenê mane sax . û li (Erderûmê) ji (25000)a (200) kes  mane sax, û li bajarê (Mûşê) ji (25000)a kes nema.
Nivîskar û karnas (tarliyê) piştî xwendineke berber û piş ,û bi helbijartineke kêm ji destçûnê ermeniya wisa dide .(182000) derbider bûn û çûne Qefqazê.(4200) li Misrê bûne penaber,(250000) bûne misilman û (milyonek) hatin kujtin,û pirofîsor (nîrsîsan) gorî bawernameyanm, van jimara dide ,(300000) kujtiyê padîşah Ebdil hemîdin,(milyon û nîv ) kujtiyê  êkgirtiyane ,û yên derbiderî  Qefqazê û welatê Ereba (800) hezarin .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark