Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qelūn (Xelyūn) Sbareta bīranīna rojnamvaniya kurdī, nameyek bo d.Burhan Xelyun.

 


Ebdulqader Mustafa 

Qelûn, ji pîž û sazên kurdane ,ciheke wêyî taybet heye, ji ber ko çandiniya tutinê li kurdistanê bi nav ê denge,li deverên Mûžê, Nihê û gelek deverên dîtir, ji ber wisa pêdiviya Qelûnê û sazkirina wê hebu.
Qelûn ji heriya hincanê di hate çêkirin.  Hincan (( ewe ko di qata kurdistanê de gelek kindalên rengîn hene, ji bo çêkirina hincanê, xweliya wê,di anîn, di rengê kîla gewr debû, dkirin herî û baž distirin, peyre dikirin kom, hoste dihat, ji wê heriyê gelek rengên hincanan amade dikirin, nimune:


Težt, tebsik, çira, piyanê avê, legen...hd. ev sazên han dikirin kom û tertên rîxê di anîn dikirin kozî, li hawîr û derdora wê agir dikirin ta dihate žewtandin û dibû qafik))
Yan jî qelûn ji kevirên nerm û reng sipî, dikolan û bi kêrikê divedan, bi hostayî tanî dibe qelûn, peyre dižewitandin ko bibe qafik û dixistne nava kayê, da rengê qelûnê rež bibe û pažî çîtikek ji dara belalûkê di anîn û nava qelûnê paqij dikirin û têde bi cî dikirin û dihate asêkirin, ji ber dara belalûkê zû bi zû Cîlax -karbon- ne digirt.
Mebest ji vê dazanînê ewe ko gereke her tižtên bête sazkirin û bi karanîn herweha çi siyasit be yan jî rewženbêrî be, pêdiviye bi hostayî bête sazkirin, yan jî wê mîna Qelûna Berhan Xelyun bêta (cîlax) kirin û kižandina wê bibe jeher û ziqûm.
Qelûna vî ne merdî, diyare bi hewcedariya çîtika darê belalûkêye, da ko gemara cîlaxê lê nevede, renge ko tižtekî ji xuristya kurdistanê fêrnebuye û xwe li nezaniyê daniye û jibîr kiriye ko qelûn be hincan û dara belalûke pêknaye û bêyî van herdiwan ew qelûn dimîne sexte û cîlaxgirtî.
Em kurdistanîne û welatê me kudistane, lê nayê wê wateyê ko em di cuxrafiya çar sînoran najîn û em dizanin dîrok û hebuna me maye xwîniyê mîrata (saykis-bîko) û hin heval bendên wan ko îro hisdikin çarenusa me û pêžeroja gelê kurd li gor dil û mexsedên xweyî nejadperestî nîžandan bikin.
Cihê êž û xemsariyê ye ko hevpež û hevparên me bibne rikberî ji pirsa gelê me re, di žuna ko me berevacî me hizir dikir ko herwisa em hemî yek bežin ji žoreža welatê Suryê de û bi yek armanc, yek slogan û yek deng em didin ser pižta rêjîma sitemkar!!!!!, mixabin, roj bi roj qulên Qelûnên hevalbendên me têne xitmandin û cîlaxgirtî dimîne, lê em jî sozdidin, êdî nema bi darên Belalûkên kurdistanê qelûnên wan paqijbikin.
mustafa52@live.se

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark