Û dixwaze her kes çavên xwe jê bigre! Yan wê wan bibîne neyar ji xwe re û wê ewjî bibe neyar ji wan re,û rewatîyê di de xwe, û dibêje peylanan dijî min dikin û dihûnin.
wek em dibînin di dest pêke Ŝoreŝa buhare Erebî de, destpêk Tûnis û Misir û Lîbiya ta bi Yemenê her yek jiwan bi ŝêweyekî bi dawî bû ji bilî vê rêjîma Sûrî hîn ŝoreŝa wê bi ser ne ketîye.
wek em tev dizanin ev bû 14 ` e meh Ŝoreŝa gelê Sûrî li dara bê ku ti qizincan jê bike ji bilî parçabûn û nakokî yê pêve. ji ber ev rêjîm ŝaxê xwe berdaye her deverê ta ku nahêle ne siyeset medar ne ŝoreŝvan ne jî dewletên cîhanê bigihin hev, û berpêkên ku dide xwe û peylanin ku rêjîm li wan dike, ji bo negihin ti birîyarê, ku di jî wê be,ji ber ev rêjîm xwe xwedî kirîye li ser xap û rîpa, û xwe fêrî peylanan û lîstikên sîyasî li ser masa cîhanî kirî ye!Û baŝ pispor bi we di xapan de, û gelê cîhanê bi nerînên xwe yê derew mijûl bike.
ji bo vê yekê ez dikarim bibêjim ku gelê kurd di rojavayê kurdistanê de wê çawe mafê xwe ji vê rêjîma xwedî dîrok derw di sozan de û her kesî rîp û xapên wî naskirine,mala me bê wê tevgerame çawe mafê me anîbe ez vê nizanim?
Ji ber ku di serhildana gelê kurd li rojavayê kurdistanê de 2004, yekemîn ŝoreŝ bû di rojhilata navîn de û gelê kurd sînga xwe li ber tanq û guleyan sekinand lê mixabin tenê bûna gelê kurd divê ŝoreŝê de hiŝt ku rêjîm bi serkeve,û keskî piŝtgirîya vê ŝoreŝê nekir,lê ew bû ezmûnek ji gelê kurd re ku zanîbe çawe di ŝoreŝan de hebe û amade be,ez dibêjim gel,ne tevger!
Lê ji nûvre diyar di be pirsên ku man di dilê gel de birrtir ji 50 `î salî ve, çime tevgera kurdî parça di be, çime kurd di navkokîyan de dijîn? û qelsbûna tevgera kurdî ,û parçe bûna gelê kurd ,ku bi netewa xwe ve bi hezarê salan hatiye girêdan û evîndarê netewa xwe ya!
ev ŝoreŝa ku îro em di nav de ne, berdewame, û diyardibe ku bersiva gelek pirsên ku li piŝt perdan de veŝartî bûn.ew kesê ku di ramiyan di rewŝa kurdan de,ji wan re dibêjim em bi gelê xwe yê rojavayê kurdistanê ser bilindin,gelo çima!?
Ji ber ku ev gelê ku di bin sitema vê rêjîma xwîn minj û bê ol,bijîya,wê netenê netwa xwe ji bîr kirbane,wê ziman û dîrok û her tiŝtên xwe windakirbe?
Di dawîya vê gotarê de ez dixwazim bibêjim, ku azadiya gelê kurd di rojavayê kurdistanê de nêze,ji ber ku kêŝeya gelê kurd di hat ji bîrkirin,lê mabûna gel li ser netw û armancên xwe û mafê xwe,ew dimîne a rast, û nema gelê kurd bin dest dimîne ji îro û pêve!?