Husên Ehmed Werger ji zimanê Erebî: NEWROZ *
Amûda bavê Mihemed, Amûda ku bi agirê zikreþ û kîndaran di dîroka xwe ya nûjen de bêtirî carekê hatiye sot û wêrankirin, rojekê ji rojan, serê xwe ji dijminên rastiyê re ne tewnadiye, sitem û zordestî ne pejirandiye, her û her wê li ber xwe daye, herdem, beþdarî di xebata netewî, wêjeyî, çand û zimanê kurdî de kiriye.
Amûdê, vî bajarokê bi gewd û qilafetê xwe biçûk, lê bi dan dahênanên xwe mezin. Amûda çavreþ, gelek lehengên netewî afirandine ku, di warê xebata netewî de bûne stêrkine geþ û bi ronak, bûne mûm û find, xwe þewitandine û riya gelê xwe ronî kirine. Yek ji wan lehengan, ÛSIVÊ HECÎ HERSAN e, yê ku 71 salî di ber doza gelê xwe ya dadmend û rewa de, kar û xebateke bê westan kiriye. Li gundê Sêmitika Newaf, yê nêzîkî Amûdê, sala 1918-an ji dê û bavekî kurd ew ji dayik bûye. Dê û bavê wî, hêj berî danîna sînorên Sûriyê ji gundê Darê hatibûn gundê Sêmitik. Ji biçûkaniya xwe ve, Ûsivê Hersan, bi derd û êþekên gelê xwe hest bû, bi lez û bez, barê kurdewariyê hildigre ser milên xwe û dest bi têkoþênê dike. Di rêxistina Xoybûnê de ya ku di 28/11/1927-an de hatibû damezirandin û Dr Ehmed Nafiz birayê Dr. Nûredîn Zaza rêvebirya þaxê Cizîrê dikir, dibe endamekî zîrek, milê xwe dide milên xebatkarên kurd ên navdar mîna Osman Sebrî, ( Qedrî beg, Ekrem beg) lawên Cemîl Paþa yê Diyarbekirî, Hesenê Dêrikî, Reþîdê kurd, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj...û hwd, dest bi karê rêzanî dike. Sala 1935-an, li rex xebata xwe ya rêzanî, Ûsivê Hersan dest bi xebata çandî jî dike, gelek berhem û gotaran di kovara Hawar û Ronahî de ewên ku Mîr Celadet Bedirxan sala 1932-an li Þamê çap dikirin, weþandine. Di gotara xwe ya bi navnîþana " Gelo Izrayîl dijminê kurda ye?" li ser derd û tewanbariya li gelê kurd seranserî Kurdistanê dibû nivîsandiye. Herweha, wî bi navê xwe yê eþkere gelek gotarên rêzanî di kovara Stêr û Roja Nû de, yên Mîr Kamîran Bedirxan li Bîrûtê çap dikirin nivêsandine. Ûsivê Hersan, li gel nivîskar û rêzanên kurdan yên mîna Mele Hesenê Hiþyar, Qedrî Cemîl Paþa, Ebdurehmanê Eliyê Ûnis, Ekremê Cemîl Paþa, Dr.Ehmed Nafiz, Arif Abas beg, helbestvanê navdar yê ku " Agirê Sînema Amûdê" sala 1962-an nivîsandiye( Mele Ehmedê Namî), Cegerxwîn, Reþîdê kurd û Osman Sebrî...û hwd, ta sala 1940 î, xebata wêjeyî berdewam kiriye. Piþtî ku parta demokrat a Kurdistan li Sûriyê sala 1957-an di bin bandora geþbûna xebata netewî li kurdistana rojhilat û baþûrê kurdistanê hate damezirandin, Ûsivê Hersan dibe endamê partiyê û di ber doza gelê xwe de kar û xebatê berdewam dike. Di vê riya tev rêl û kelem de, gelek cefa û eþkenceyan dibîne... Hêvî û omîda me ewe ku xwedê temenê vî xebatkarê me yê hêja dirêj bike, zanyariya nifþê me yê nû bi ezmûn û þîretên wî dewlemend bike . --------------------- Têbîn:
Min ev zanyariyên jorîn ji devê apê Ûsivê Hersan bi xwe girtine, eger þaþîtî di wan de hebe jî, ez lêbûrînê dixwazim, çimku ew vedigere sedema kalbûna wî. --------- * Newroz / Hejmar (71)
|