Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ev çi xapîn e.

 


Mizgîn Hesko

Berî  çariyekê, min ev nûçeya seyr di TV –elerabiya de xwend..ewê ragihand û got  ku kombenda nivîskarên Rûs…serokê Sûryê  xelat kir û balkêþtirîn xelat xwe diyarî wî kir ..
Gelo ev çi pêkenoke ku di heman demê de ez kenand im û giriyand im….
Ez kenandim ji ber ku ez dibêjim ev xelat ji bo Alî Ferzat bû , yan jî ji bo Semîh Þiqêr bû
Yan jî ji bo Fedwa Suleyman bû û yan jî ji bo çalakvana kurd Hêrvîn Osê bû lê ewê bi þaþî navê Beþar Alasad bi lêv kiribû çimkî navê wî vê demê  di alavên ragihandinê de pirr tête  bihîstin.


Her  weha heman nûçeyê ez giriyandim ….gelo eger rast be…ma diktator jî têne xelat kirin…ev bû çend sal ku wan damarên me zuha kirin û ji bilî nexweþî , jar .derd , tunekirinê  û binpêkirina bîr û boçûnan… me ji wan nedîtiye…vêce çawa nivîskar qaþo xwedanên behweriyên wekheviyê , rastiyê, ,azadiyê,vê kiryara kirêt dikin.

Gelo ev çi xapînin ku cîhana sedsala bîst û yekê dorpêç kirine

Gelo kanî sozdariya romanê.helbestê. , çîrokê û hemî cureyên nivîsa bi rûmet li ber evan ziyanên qirêj û xwe firoþ.

Li min bibure ey ciwaniya sozê …iþev min pirtûka xwe ya bi navê Asoyekî tijî endeko qetand ..Aso çawa tijî bîna endekoyê dibe û bi rengîniya kulîlkan dagîr dibe û li welatê min xwîn gihiþte kabokan û masîzarokên me di deryayeke çikiyayî de ditevizin.

Li min bibure ey tovê helbestê …iþev min pênûsa xwey bejin bilin þikand….xwîþkên wê li Qahirê pirotokolên mirinê muhir dikin.

Û li vir ez ji hemî hevalên nivîskar dixwazim ku  rawestin… îdî nivîskarî  bûye þitleke nuh ji kokayinê  û bazara kirîn û firotina wê di destên mafiya yê de ye.

 Yan jî werin em pênûsên xwe rêkin e Homsê , da ku þoreþvan ji wan… darbestan çêkin Kolan bi laþên pakrewanan ( þehîdan ) tijiye.. hemî rûpelên me têra bejina wan nakin.

Werin em pirtûkên xwe yên ku nayên xwendin rêkn e Qamiþlo yê..mazot nîne û zarokên me ji  ber sira zivistana deyûz dilerizin ..ber dayik wan berheman  me biþewitînin û li ber agirê wan hitokên xwe þîr bidin…da ku rojekê navên me bi xêr û xweþiyê bêne bilêv kirin…………….

Bibure nivîs tu ji me bêryi yî.. !

22 ê- rêbendana 2012



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark