Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ma gelo (mêjû-windakirin) bo me pêwîste ta ku em bibin yek?

 


Dr. Zara Salih
 
Heger em lêvegerekê li ser rewþa dîroka siyasî û civakî ya gelê kurd çêbikin, wê gelek diyardeyên balkêþ xwe bînin ziman ku mirov matmay dimîne. Loma gelek pirs xwe tênin ziman ku em weke kurd, netewek cuda lêkolînê bikin bo vê bingeha saykolojî ku em bêtir dinav xwe de dibînin!!
Yek ji wan diyardeyan ku her kes ji me pir caran di mêjiyê xwe de dibê û têne, û pirs dike bê çima em kurd nikarin hev bi pejirînin (qebûlkin), yan jî bibin yek, yan jî bi kêmanî dibin konekî kurdî de tenê kar bikin?


Her weha çima em nikarin dibin siya sîmbolên daxwazên kurdî de xwe kom bikin, bê ku em dûrî kesayetiyê bikevin? Helbet ev pirsa han li cem peraniya miletê me tê kirin. Gelek bersiv tên gotin û bi þêwek reþbînî, hin dibêjin em miletekî jihev heznakin, hin din dibêjin ji roja roj em wilio ne û ta hin wê çîroka efsaneyi dibêjin ku Muhhamed pêxember nifir li me kirine ta em bi ser nekevin û nebin yek. Û hin din jî baweriya xwe bi hebûna (kewa) li erda Kurdistanê tînin ku em weke wanin, û gelek ji van gotûbêjan ku nimûne pir hene ji wan di dîroka kurdî de.
Dîroknasê kurd yê navdar(Þerefxanê Bedlîsî), di pirtûka (dîroka mîrniþîniyên kurdan ) de gelek nimûne anîne ziman li ser vê dijberî û pevçûna bira û bira ango ya miletê kurd xwe bixwe, û bê çawa kurdan her û her xizmeta dijmin kiriye, lê ti carî serî danexistiye jibo (birayê xwe yê kurd). Li Kurdistana Iraqê(baþûr), herdu hêzên kurdî lihev nekirin ta ku wezîra emrîkî (Madlîn Olbraît) zor li wan kir û þerê xwe rawestandin, jiber çima ne kurd bu!!!
Îro ev ezmûna han li Kurdistana-Sûriyê xweþik tê diyarkirin, di demekê de ku þoreþa Sûrî giha radeyek bilind û azadî nêzîk bûye, hîn em kurd bihev lebikî ne û em nikarin dibin wan siloganên miletê xwe de kar bikin, ew daxuazên ku tev ciwan û hêzên siyasî di hildin li celdê (Qsmiþlo, Amûdê, Derbêsiyê, Serê kaniyê, Kobanê, Efrînê), ma ne em tev doza mafê çarenûsî, hebûna netewa kurd di desturê de dikin ku welatê Sûrî bibe Federalî. Em tev vê dozê di ware teorî û pratîkê de dixuazin , lê çima her kes û her hêz xwe tenê dibîne û pirsa berjewendiyên kurdî nake ku tenê gereke me bighîne hevdu!!
Li hember wê jî, rikberiya erebî nedihate xwiyakirin berî þoreþê, lê me dît weke kuliha derketin û encûmen damezrandin li hundir û derve, û kurd li pey wan man teke teka, û nikarîbûn xwe bikin yekhêz nûnertiya kurdî bikin, bi rastî ev þermeke mezine û pêwîste ku berjewendiyên netewa kurdî her li pêþbin diber yên niþtimanî de.
Gelek sedemên kûr û dûr hene jiber vê reþbîniya gelê kurd. Bindestiya bi sedê salan ku kurdan nikarîbûn welatekî serbixwe ava bikin, û man wek kesekî sêwî û bê piþt û þanazî ku bû sedema ne avakirina kesayetiya kurdî serbixwe û ev bû ku hiþt ew komplêksa(girêka – kesekî kêm), her û her wî xwe nedîtiye serfiraz, tenê bindeste û xizmeta xeynî xwe dike, lê hember birayê xwe yê kurd xwe dibîne serdest û tiþtekî jê qebûl nake û dixwazê ku wî pîs jî bike yan kêm bike hin caran û hemû nexweþiyên xwe di civaka kurdî de bikar têne. Ev girêka ku em bi kêmbûnê dihesin , dihêlê ku her kes wê valabûne dagrê di civaka kurdî de û her yek xwe mezin bibîne li ser yên din (weke axakî berê), lê dibin lepek hember kesekî ereb û beyanî. Loma ev nakokî di rewþa siyasî îro peyda dibin û bizava me tertû bela ye, her kes ji me ev hest li cem hene, lê em nikarin xwe ji van nexweþiyan biþon û paqij bikin bo demeke dîrokî nû weke roja îro ku welatê Sûrî û rêjîm ber bi ketinê ve dice, lê hîn em lixwe digerin û ta niha me xwe ne dîtiye di kirasê kurdî yê rengîn de ku em tev weke alekê li xwe bikin û di hundirê wê de doza xwe pêþ bixin û berî her tiþtî kêlîkek tenê em lixwe vegerin û ezîtiyê bavêjin, bawerim em êdî Karin gavin baþ bavêjin bo bedestxistina mafê kurdî yên netewî û wê çaxê em ê gelekî þanazbin bixwe weke laþekî kurdî xwedî hêzeke mezin.  

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark