Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Mistefa Oso bû sekretêrê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê

 


Di kongirê xwe yê dawî de Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê sekretêrek nû hilbijart. Li gor agahiyên malpera KurdWatchê parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mistefa Oso bû sekretêrê nû. Sekretêrê berê Xeyridîn Murad dimîne endamê komîteya navendî ya partiyê. Mistefa Oso serokê Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giþtî li Sûriyê (DAD) bû. Piþtî hilbijartina wî wek sekretêrê Azadî wî dev ji serokatiya DAD berda. Parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mihemed Xelîl wek serokê nû yê DAD hat hilbijartin.


Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê di 21ê gulana (May) 2005ê de ji partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê li jêr serokatiya Mistefa cumaa û Partiya Çep a Kurdî li jêr serokatiya Xeyridîn Murad hatibû damezirandin. Di cotmeha 2011ê de Mistefa cumaa û hevalên xwe konferensek partiyê pêk anî û di encamê de Mistefa cumaa bû sekretêr. Xeyridîn Murad û hevalên xwe hingî diyar kir ku ew ji bo konferensê nehatibûn vexwendin. Ji ber vê yekê ji hingî ve li Sûriyê du partî bi navê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê hene.
 (KurdWatch.Org)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark