Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ēīrok: MIRINA REŽO

 

Salih Bozan
Salihbozan@yahoo.com

Režo xwe dît ne dît živan bû, ji zarokiya xwe de kete ber vî karî. Hîn salên wî ne gihîžtibûn heftan çû ber kar û berxan.
Ji tavsorka sibê de, diya wî deng lê dikir: law Režo..ji xew rabe, kar û berxên gund ji kozên xwe derketin û berve zadan direvine, zû here wan vegerîne, berî wan bi çolê de, bira axa disa ser bavê te de neke hêlehêl.


Režo ji ciyê xwe bi cangiranî derdiket û xas direviya pêž kar û berxan. Žihjikan nigên wî yên teziyayî diqurincandin, loma bi tirs pêle zemîn dikir, û bi rêve çavên xwe yên tiji xew û zîç bi pižta destê xwe misdida.
Bi tîrêjên rojê re dikete pêž keriyê kar û berxan, bi awazekî xemgîn bang li wan dikir, û hêdî hêdî ji gund derdiket.
Pižtî çend salan ew bû živanê keriyek dewar, û cihana wî bû çola bê sînor, kižwera ew tê de paža yê bê heval û hogir bû.Wî jiyana xwe bi dewarê xwe re didomand, hemû mitên qeracan nasdikir; navên wan, kîçax hêžintên, kîçax hižk dibin, çi digrin, çi ji mêweyên wan tên xwarin, çi nayên xwarin. Ew ji lawiran ne ditirsiya, navên wan azberkiribû, çi dixwin çi naxwin, kîçax dizên, kîçax hildibirin, û baž zanibû çawa yên gožtên wan tê xwarin nêçîr bike.
Režo ji demê çi pê gereg bû dizanibû, wî demsal bê rojname nasdikir, zivistanê li ewran dinihêrî û zanibû ewre bi baranin lê stewrin, ji pûk û bahozan ne ditirsiya, kêfa wî ji birûskan re dihat, gava ku birûsk zêdetirîn vedidan û çixîzên agirê sor di nav ewran de dibirûsîn, wî ber xwe de digot: hîro firîžte yê Mîkayêl xeyêdîye, û hižkan qamçê xwe li pižtê ewran dixî, eceb dike wan kuda bajo?.
Režo navên mehan nizanibû, katjmer nasnedikir, pir caran bi hestên xwe wext dizanibû. Xeynî zivistanê, wî li bejna royî dinihêrî û wext nižan dikir. Carekê axê gund katjmêreke xwe ye nû kirî û a xwe ya kevin da Režo. Xêrxwazan ew hokire katjmêrê. Lê pižtî çend heftan, carekê hate gund û çû cem axê, jê re got: axa ji te re katjmêra te. Axa lê ecêbmayî ma, û jê pirsî: law Režo.., çima tu vedigerînî?, min belaž dat te, tu timî li çolanî, katijmêr ji te re gellek girînge. Režo jê re got: axê min, zor spas ji comerdiya te re, lê va ciwa bi min negerege, ez û wê lihev nakin; ew wextê min hûrikhûrik dike; û tim min bi van hûrikên wextê re hižyar dike, ji tevahiya ro û ževê sê çar nîžanên wextê bi min geregin, ew hûrikên wextê serî min dêžînin.
Režo miyên xwe yek bi yek nasdikir, her yek çend salî ye, çend caran za ye, dolê kîjan berani ye, û ji cem xwe de nav li gellekan kiribû. Wî nav bi mezacê xwe li wan dikir, ji yên hezdikir, navên weke serbilidê, çav režê, milahîmê li wan dikir. A ji yên hez ne dikir navên weke serhižkê, terêxê, poz bi like li wan dikir.
Kêfa wî zêdetirîn ji ževê re dihat, bi taybetî ževên bê hîv. Gava dewarê wî têrbû, û li kêleka wî dimexelî, wê çaxê li ser pižta xwe vediket, kayîkên miyan di gohê wî de lîstika dengan bû, û ji xwe re li stêrên ezmên dinihêrî. Wî gellek stêr bi nav nasdikir, kîjan stêra di kîjan wextê ževê de û li kê derê aso hiltê, li ku dice ava. Di kîjan wextê ževê de ku hižyar dibû, wî li stêran dinihêrî, û zanibû çiqas ji ževê çû ye, çiqas ma ye. Gava dengê qeyîjik û tîtiyan dihatê, wî dizanibû ku êdina berbange. Wêçaxê xwe amededikir ku keriyê xwe ji mexelê rake, û li çêra wan bigere.
Va kultûra Režo bû, û wekî din tižtek ji vê cihanê nizanibû, û ne jî ji civata mirovan. Ti carî wî nimêj ne kiribû, tew nimêj nizanibû, lê baweriya wî bi Xwedê kûrbû, Xwedê yî wî bi xûristiyê de grêdayî bû, gava pûk û serma zêdedibû, gava bahoz girgîn dibû, tav û pirûskan dikire gure gur û žeqe žeq, wî wê wêçaxê dizanibû ku Xwedê gellek xeyîdiye, mirov zêdetirîn gunehan dikine. Ew li ber Xwedê digeriya, jê dixast ku gunekaran efû bike, û digot : Xwedêwoo.. ma çi gunehê min û miyên min hene, çi gunehê lawirên çolan hene, ku tu ji bo nankoran me jî didî ber xwe.
Lê gava di biharê de zemîn janvejîn dibû, keskahiyê weke xaliyan xwe li ser hemû çiya û dežtan rêdixist, tîna royê hestiyên wî germdikir, wî ber xwe de  digot: Xwedê gellek hîro bextewere.
Jiyana Režo weha siste sist mežiya. Bav û diya wî mirin, du birayên wî yên jê çûktir mezinbûn, zewicîn, zarokên wan beyîdabûn, li ser pižta wî bi mal bûn, û Režo di rewža xwe de ma; živanê keriyê gund.
Wî di hundirî xwe de dizanibû ku birayên wî pêdikenin, li zewaca wî mijûl na bin, û ne li jiyana wî ya hovane, weke ku Xwedê ew ji živaniyê re da ye.
Salên Režo žêst derbaskirin, meziniyê pižta wî xûz kir, rû qermiçî, nig sistbûn, û gundî mecbûrbûn živanekî din bigrin, û ew li ezelê ma, bê xwedî, bê jin û zarok, bê mal, û bê dost û hogir,. Ew hînni bi tenahiya xwe hestbû. Di hundirî xwe de gellek xemgînbû, lê nizanibû xemgîniya xwe ažkere bikira. Yek caran ji xwe pirsdikir: çawa ew gîžte vê rewžê? bi salane ji civata mirovan qutbû ye, bi dewar û cola îsiz re jiyanbû ye. Û li dawiyê bi xwe re digot:'''''''''''''''' qaskiya ez di živaniya xwe de bimra ma?''''''''''''''''.
Režo weha li jiyana xwe vedigeriya, lê nuxtika tewre dijwar, çima ew ne zewicî. Ma çî wî kêmbû. Ew ji wexta ku bi peyatiya xwe hestbû dixwest bizewice, lê bavê wî guh ne dat vê xasteka wî, û pažê herdu birayên wî jî. Çendîn agirek di hundirî wî de yekcaran gurdibû û alewîyên germ di pozî wî re derdiketin, gava jinên gund ku dihatin bêriyê, li dor Režo komdibûn, henekên xwe pêdikirin, bihev re dogotin:'''''''''''''''' ji Režo metirsin, ew nêremê ye, tižtekî peyatî bi wî re tine ye, ew weke me ye, bes simêlên xwe hene. Hinekan jî wan digot simêlê î di nav çaqên me de jî hene. Reža bi xwe bawerbû ku peya ye, ew carcaran li çolê tevleže kera xwe dibû.
Di jiyana xwe de Režo çend caran navê bajarê Helebê bihîstibû: jê re digotin Heleb gellekî mezine, avahî weke miyên te berhev de rêzin, kolan û çaržiyên xwe dirêjin, li her aliyên wan dûkan di berhev de ne, û tijî hûrmûrin, tu çi dixwazî ew heye. Jê re digotin millet li Helebê wekî axê pire,di navhev re mîna muriyan dimežin.
Režo xast li dawiya jiyana xwe Heleb bibîne. Û rojekê li Postê  siwarbû û berê xwe da Helebê.*
Bi rêva nasekî wî jê pirsî: law Režo tu kuda darî?. Režo got: ez darime Helebê. Nasê wî jê re got: law tu yî li Helebê winda bibî, û kesî te vegerîne gund li wir ti ne ye. Režo got: law ez çê xerab çend peyvên erebî lihevtînim, ezê xwe bidebirînim.
Režo gîžte Helebê, li ber avahiyên bilind sekinî û ji xwe re li millet nihêrî, li dûkanên tijî hemû babetên tižtan, û di ber xwe de got: weyî bavo….va cihaneke dine, va ne çola mine îsize, li vir ne mî hene, ne teyr û tilûr, Xwedê zane ku xelkê cihanê gîžkî li vir hatine cemhev.
Režo weke dînekî di bajêr de geriya, li kožeyekî kolanekê nihêrî, dît ku komek mirov li wir sekinîne, etûran dikirine û li ser nigan dixwine. Ew bi birçîbûna xwe hest bû, berve wan çû, wî jî etûrekî xwe kirî û dest bi xwarina wî kir. Ji nižkava got: weyî bavo.. çi xwarineke xweže, va ne žorbe meyî ye, ne žorbe maste, va ne gêrmi ye, ne çîgî niskane, çi li Helebê tižtên xwež hene.
Rež dîsa di bajêr de geriya, carekê li mêdanekê derket, di navenda mêdanê de istûneke kevirî bilind skinî bû, li ser istûnê katjmêreke mîna katijmêra axê hatibû danîn. Bes va katjmêra sed qatî ji ya axê mezintirbû, çepelên xwe qasî qoçê nêriyekî du salî bûn.
Gava li jêrî istûnê niherî, wî dit ku mirovekî desmalek weke sivrakê rêxistiye, û kom kom toxim û mitên bi çûk li ser daniye, û weke delalî bazarê dewêr dizûre: werin.. werin bikirin, va mita dermanê bawiyê ye, va ji kurçikê re ye, vî mitî di avê de bikelîne û wê avê vexwe tu zivistanê pê de bi sitamê nakevî, û ji nižkava dengê xwe dibirî, pižtî hewžekî disa diqiriya, werin.. a va mita dibe dar mêweyekê digre ku tu bixwî tu careke din vedigerî xortekî çardesalî, û ber xwe de dikeniya.
Režo nêzike wî mirovî çû, û ber çavên wî re jiyana wî ya živantî careke din derbas bû, û bêdeng bi xwe re got: erêêê va mita bi min gerege. Režo mit kirî, û li gundê xwe vegeriya.
Di cîda wî ew žitla di ber xaniyê xwe de çand, bi kevir û kerpîçan sînor kir, û mejiyê Reža cara yekem tijî hêvî bû.
Mitê Režo sal bi sal dirêj bû, žaxên xwe ji hev vekžiyan, pelg dan, û hêviyên Režo jî sal bi sal zêdetir dibûn, ew li bende mêweya dar xwe germ û sar dibû.
Režo kal bû, heftê sal derbaskir,, êdina ji mal dernediket, bi ro û žev xwe dabû ber dara xwe, hêviyên rengîn lihev dihûna, û salê pê de bi xwe re digot: ku hîcar ez xort bibim, ez zanim eze çi bikim, û nefeseke kûr dikžand, ezê berî gîžkî bizewicim, ji vî gundî derkevim, ezê herim bajarê Helebê, karekî xwe bibînim, ji bo ku di jiyana xwe ya duyem de rû yê miyan  û ê axê nebînim.
Rojekê mirovek li Režo bû mêvan,, li ber raketinê mêvên ji Režo pirsî: apo.., ez dinihêrim li vî gundî xeyne te li ber malê kesekî ti dar tinene. Va dara te gellek mezi bû ye, ji dûr ve dixewine, loma min berê xwe dat mala te, Xwedê zane ku tu tenê li vî gundî ji daran hezdikî.
Režo ser xwe de mijûl bû, û cara yekem xast raza dara xwe ji kesekî re bibêje, wî ti carî ji gundiyan re ser dara xwe tižtek ne gotibû. Û Režo çîroka dara xwe ji sifteh de ta dawiyê ji mêvanê xwe re got.
Mêvanê Režo di ciyê xwe de veketî bû û li Režo guhdar dikir. Gava Režo gotina dawiyê kir,mêvên ji nižkave sere xwe rakir û li Režo appêje nihêrî, û bi dengekî melûl jê re got: apo.., tu zanî ku va dara tižtekî nagre, babeta wê weha ye, ew mirovê Helebî ji xwe re bi te kenya ye. Û mêvan li vir sekinî, serê xwe careke din danî ser balîfê xwe.
Ti deng ji režo derneket, mêvên bi xwe re got apo raket, dibe ku tew gotina min ne bihîs, wî jî serê xwe danî ser balîf, û kete xew.
Sibe de, mêvan ji xew rabû, cilên xwe li xwe kir, ku derkeve û di riya xwe de dîsa rêwî bibe. Xast deng li Režo ke ji bo xatirê xwe jê bixwaze, û spasiya mêvandariyê jê bike.
Apê Režo.. apo.. apo, lê ti deng bi apo neket, mêvên seriyê apo hejand, û careke din li pêhev got: apo..apo..apo..,
Apê Režo di ciyê xwe de miribû.
-------------
* ( Di dema Režo de bi basan re digotin Posta).


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark