Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ez û dil.. Diyarî giyanê nemir (Miþ`el Temo)

 


 
Miþ`el Osman (Bavê Nisrîn)

De bêje dilo de bêje
çendî keser
te hembêzkir
te çendî dojeh sarkir
çendî bizot te hilgirt
te çendî dem wergirt


De bêje dilo de bêje
Tu bi xwedêkî de bêje
Ma qey ne besin
Keser û bizot li hêlekê
Û derdê xerîbiyê
Li hêleke din þax vedaye..
Û bi ser jiyana min de
Perdeyên reþ berdane..
.                .                  .
Bêje dilo bêje
dibe ku jiyan derew be
Dibe ku paþeroj leylan be
Lê bi hezaran dil wekî te
Têne lorandin
Û li ber bayê xerîbiyê
Têne herifandin..
Te ha jê heye dilo
Gelek ji
Homanêd me li ser hovkan
Dilêr in..ayîndar in..pendyar in..canvejîn in..
Lê di çalên kûr de
Halanên xwe bin ax kirine.. çavdêr in
Li ser wê axê
Maseyên ji xwîdanê
Berfireh dikin
Bi çingîna peyalan re
Xwînê difroþin
Welat difroþin
Te ha jê heye dilo
mêrxas bê tirs
tevî ravyarê mirovan
ne ji bo mirinê
bo azadiyê
bo jiyanê
têne hilweþandin
Girtî di xewnên xwe de
dikin qêrîn
te ha jê heye
pelên daran di payiza
Emrê min de
 diweþin
Te ha jê heye
Derbiderî, biyanî
Di birîna min de
sed birînî vedikin
Bêje dilo bêje
Tu bi xwedêkî bêje
Derdê min û xwe
Ne tenê carekê bêje.


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark