Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Henasa hizra du çiyayên serbilind „ Bo Miþel û Þêx Maþûq di xelwetgehên xwedê de“

 


 
Tengezarê Marînî

Li wir, cihê êvar tête xwarin, dawiyeke din tune ye,
valahî heye.
Di rêka kadizan de, stêran roja xwe windakir.


Spêdeyek, kolana hiþê min, xewneke jixwerazî birîndar ketibû.
Xelwetgeha wê, rû bi rû bêciriya xwe li bazara êþan belavkir.
Nehiþiya min ji niþkekê ve, hawarên xwe hijmartin, yek, do, sê, gelek, nema
tên hijmartin.
Ne derya, ne jî bej dikarin susretên min û te li hev par bikin.
Ev keldumana þerekî li Orok bû.
Daristan, tu bûyî, Sîpan heta bi ezelê xemgbar hiþt.
Û…tu diçûyî.
Rojekê dê erd û ezman bi germahiya te bisojin û..
Tu, dê li gerdûnekî din, xunav, pêrgî min bibî, êdî ne tu û ne jî ez, em hene.

Þev ji xwîna sirûdan, Gulwazên mirinê dikiþîne.
Beravayiya berbangan nisrînên te girêdan.
Þevê tenê hiþtim.
welatekî rût, bi tik û tenê me.

Kolanên te sûnd in, dengê bêdengiya te,
av têr dikir,
li ser guhanên xurcejîna te,
Hespê xewnên te, þevê li ba dike.

Li wir,
dûrahiyên te ji çavên rojê xelata zindîbûnê werdigirin.
tu û henasa azadiyê cimik in.
Welatekî ji bazbendan,
Çav cam e, þev e, li ser dêmên pencereke tarî, baran ji dengê te dibare.
baran bariya..
pêlan dane dûv hev,
wan bigire, di kaniyên mirinê de, ken in.

Berhemê tenêtiyê himbêz bike
Beyebana revînê ji çavên min...
Derbederî
Li ser zimanê te
Daristananek þîn dibû
diçî, gulek li ser singa te
çavên baxiziyê,

çend mar, û qûnaxên êþê hene,

Lli wir……
wan ji min re bibêje
qûnax in di nêvbera min û te de çêbûne.

serî diêþe
tu dûr diçî keleh li wir hebû
þahinþahekî veþartî
di xilmaþeya helbesta min de.
Dîmenê rastiyê tenê mirin e.

Asîman li dûrvê keniya te xwe pêça bû,
Bêy te, dengê azadiyê kiz e.
Dê rûbarê êþa xwe, bikim lehî û bi ser kavilên hizra te de biherikînim.
Xwîna te zingilê þevçiraxên deþta Mêrdînê vedilorîne.

Ji sîbera hizra te, þikestinên min jî kovandar in.
li ser çeperên vê jiyanê dibim çêra guran.
Bakur dûr e, miþt e ji mêrxasan
Kolanên cîran û brayan teng in, tu kesk dikî, li bendî vegerê me
tarî ye, li ser pêpelûkên van qûnaxan spîbûna te didize,
keskahiya te, zer û sorahiya te divên binax bikin.
Dem têra wan nake…
Em hîna xirecira þevçiraxên hawar te
Sinorên me ji dengê te dipelqizin
Qîrên me, kolan serxweþ nekirin
Tenê hêviyeke min hebû,
ku baqek gul di destên te de bûya
daku li wir li nav cibeya Þêxê me bêhna xwe vedaya


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark