Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li derdor û perawêza kongira niştimanî ya gelê Kurd li Sûriyê

 


Dr.Ebdilmecît Şêxo

Eger mirov rexnan nepejrîne , dê  şaşiyên  xwe pirtir bibin ,paşê ew nikane xwe ji wan şaşiyan rizgar bike …. rexne  karekî  hişmendî  ye  û  pêdariya rasteqînî ji hiş re , ew e ; ku  ew hiş nêrînên  cuda bibhîse ,wan nêrînan bixûne û sûdan  ji wan bibîne.


     Zênefon

Wek em dizanin ku tevgera azadîxwaza Kurd li Rojavayê Kurdistanê  bi awakî fermî  di 14 .06.1957 an de destpêkirî ye,lê mixabin di sala 1965 an de dabeşbûna yekê di partî dêmokrata Kurd de çê bû û ew bi van navan ( Rast û Çep )  di nav gelê me de hatin naskirin .

Li dawiya dawiyê hejmara partiyên  me pirtir û pirtir bûn , ango niha ewanan ji  14, 15  partiyan pirtir in . Bê guman perçebûna tevgera me ya dadmend dilsariyek û reşbîniyek di nav gelê me de çê kir,gelek rexne ji aliyê miletê  me de  arastî rêber û pêşengên partiyan  bûn,lewra hin partiyan yekbûn di nav xwe de ava kirin û di pişt re jî hin çarçewên Kurdî ji  hin partiyên tevgera me ava bûn(Hevbendî , Enî,  Hevrêz, Encûmena siyasî ) .

Lê divê em bêjin jî; gelek partiyên tevgera me ji zû de daxwaza  bestandina  kongira niştimanî ya gelê Kurd dikirin,bê guman ew daxwaza; hêviya gelê Kurd jî bû.

Piştî  destpêka şoreşa aştiyane li Sûriyê, partiyên tevgera me gavên xwe berve girêdana kongira niştimanî lezandin . Di 26-27.10.2011ê de  kongira niştimanî bi beşdarbûna 150 kesayetiyên serbixwe ,yên  ku ji hemû qatên civaka kurdî haitibûn hilbijartin û ji sed nûnerên partiyan û di bin sîbera van parolên  jêrîn de li Qamoşlê  li darket. 1- Ji bo pêkanîna armanca raperîna aştiyane,( azadî û rûmetî ) ji gelê Sûriyê  re .2- ji bo  dewleteke dêmokrat ,perlemanî , geljimar  ku di wir de mafê netewî yê  gelê Kurd  were dupatkirin  û parastin .3- Bila di destura dewletê de  gelê kurd mîna pêkhatiyeke netewî  û serke were  pejrandin û nasîn . 3-Bila cudabûna  netewî , olî , ta-îfî tune be!,4- Bila dewleteke  welatparêz ,zanistiyane  û dêmokart ji hemû hemweltiyên Sûriyê re hebe !5-Bila  zor ,lêxistin û zivrûzengî  tune be !  Azadî ji hemû girtiyên siyasî re li Sûriyê .    

Kongire  ji aliyên hin rîberên partiyan û çend kesayetiyên serbixwe bi bêhneke sincî ,siyasî  berferh  bi rêve hate birin û serpereştkirin .

Piştî  ku ji aliyê komîta birêvebir de sê pirojeyên  belgeyên  rêzanî  ji beşdaran re hatin xwendin, endamên kongirê di heyameke siyasî û dêmokrat  de  nêrîn û baweriyên xwe  bê perwa  li ser hin xalên siyasî derbirîn , serok û berpirsiyarên partiyan bi sîngên berferh têbînî û rexneyên beşdaran  guhdar dikirin , piştî gufteguyên  şarastanî  û rexneyên bajarvanî , ewan  kanîbûn  guhertin  di hin xal û biryarên siyasî de yên pêşkeşkirî de  çêkirana.

Ji giringtirîn biryarên siyasî di kongira me de bi van wateyan   bûn:1- Di warê  niştimanî de weha  hate çespandin ; ev buhrandina (kirîza) welatperwerî û hewşvedayî  ku li Sûriyê  çê dibe;destlata Sûriyê ji ber wê de berpirsiyar e . ji sala 1963 an de partiya Bes  zorê li miletê Sûriyê dike , ewa li dijî  baweriyên azad e,ta niha ewê nikanî bû serastkirnên dêmokrat li welêt bi pêkbihaniya ,ewa rêzdariyê li mafên mirovan nagre . Di encama vê zordestiyê de, di 15 .03 2011 ê de pirîska şoreşê  li piraniya parêzgeh û bajarên  welêt vêket , ev şoreşa daxwaza  azadiyê û parastina rûmeta gelê Sûriyê dike . Herweha jî ,kongirê dupat kir; kutakirina vê kirêzê,  tenê bi guhertina  destlata zordar  bi hemû  bingehên xwe ve ; rêxistinî ,siyasî , ramanî û ji hevşelandina dewlata asayêşî  çê dibe û li dewsa wê(destlata zordar)  avakirina dewletek zanistî , dêmokratî , perlemanî bi baweriyên  cihda û li ser bingheke  ne navendiya siyasî , ne riçperest  ava dibe û herweha jî  divê li şûna vê dewleta setemkar , dewleta dezgehan  û yasa pêkwere .Herdîsan kongirê  ji  dewleta Sûriyê  daxwaz kir  ku  pêwîste ewa hemû hêzên leşgerî û asayêş  ji bajaran vekşîne .  2 –Di sebaret gelê Kurd  de;  kongira  niştimanî weha dupat kir : Gelê Kurd li Sûriyê resen e , ew li ser axa xwe ya dîrokî dijî û ew beşek e ji pêkhatiyên civakî , niştimanî li Sûriyê, lewra  pêdivê hebûna miletê Kurd  wek pêkahatiyek  sereke ji pêkhatiyên gelê Sûriyê  û ewa  mîna netewa duhem di desturê de  were  pejrandin .Herweha divê çareseriyek dêmokrat  û dadmend ji doza netewayetiya  gelê Kurd re were dîtin ,herwisa  pêwîste  di vê çareçewê de, mafê çarenûsî  ji gelê Kurd re di hundir yekitiya welêt de were dupat  û tekuz kirin.   3-Kongirê got: ji ber ku liv û bizavên xortên Kurd beşeke ji şoreşa aştiyane li Sûriyê,  divê  em piştvaniya  bizav û livên  wan bikin. 3- kongirê dupat kir ku divê serbestiya baweriyên olî , rêzgirtin û parstina wan di desturê de hebin, herweha jî divê mafên netewî  ji gelê Suryan -Keldo - Aşurî û kêmnetewên din re  werin parastin.

Dîsan jî, kongirê  biryarek rêxistinî  pir giring istand ; ango  ewê got:Bila hemû çarçewên rêxstinên Kurdî ji holê rabin û nemînin 1-(Enî),2-( Hevbendî), 3-(Hevsazî ),4- (Encûmena siyasî).

Di dawiyê de, kongirê  hevdîtin û hevpeyvîn  bi  çarçewên rêxistinî –niştimanî  yên rikbir re spart (Komîta pêkanînê),( ya ku di kongirê de hatiye hilbijartin )û eger kî ji rêxistin û çarçewên niştimanî yên rikbir, pirtir biryarên kongira me bipejrîne ,  divê hevkarî û hevsazî bi wan re çê bibe .

                 xxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxxx

Di 11.11.- 12.11.2011(komîta pêkanînê ji  (45) endaman ) civîna xwe dîsan li Qamoşlê li darxist,

di vir de danûsatandinên berferh  li ser rewşên rêxistinî û siyasî  çê bûn;di encamê de ,biryarên giring  hatin  istandin. 1- Divê hin heval bi navê kongira niştimanî  têkeliyan bi hemû partiyên din  û hevsaziyên xortan re (yên ku  di kongir de beşdar ne bû ne ) bikin  û pêdivê  ew deriya  kongira niştimanî  ya Kurd  li Sûriyê ji wan re bê perwa  vekin .2-( Komîta pêkanînê) ji biryarên  komkarên welatên Erebî dilxweş bûn ,lewra jî  di vir de biryar hate istandin  ku pêwîste  nûnerên  kongira niştimanî li komcivîna  (Komkarên welatên Erebî )beşdar bibin .

Lê ,ji ber ku komcivîna welatên Ereban  pir nêzîk bû,  tu kesî ji endamên (Komîta  pêkanînê )nikanî bû xwe ji bo beşdarbûnê pêşkeş bikira , lewra jî ,( komîta pêkanînê)( 6 ) kes ji Ewropa  û  endamê  (komîta  Pêkanînê) rêzdar  Ebdil Hemîd Derwîş ( niha li Kurdistana Başur e ) pêşniyar kir ku ewanan li komcivîna welatên Erebî beşdar bibin, deng û daxwazên  gelê Kurd  bi  serdar û berpirsiyarên welatên Ereban  û bi hemû hêzên  Erebî -Sûrî yên rikbir bidin bihîstin. 

Di dawiya  civînê de, komîtek  çûktir ji (23)  endaman; (11) endam  ji partiyên kurdî,( 12)endam ji kesayetiyên serbixwe  bi navê  (Nivîsgeha  parêzrwerî (Amandarî ,pişterast) ya giştî) ji (Komîta pêkanînê )hate hilbijartin.  

Di dawiyê  de pir pêwîst e û cihê balkêşiyê ye ku em bêjin  ; kongira me ya niştimanî  û civîna (Komîta pêkanînê) pir di heyameke  dêmokrat de  derbaz bûn,  rexne û  sirincekêşî bi şêweyên  vekirî û zelal dihatin holê,rêberên  partyên me  û kesayetiyên serbixwe  bi bêhna fereh  danûstandin dikirin û rexneyên hevdû bi  hilmên xweş  û bê awirdan dipejirandin û sûden rêxistinî û siyasî ji hev  didîtin,lewra jî li dawiya dawiyê  kongira me  biryarên hişmendî , ramyarî  li gor gengazî û taybetmendiya rewşa  gelê Kurd  ji pir aliyan ve  li Sûriyê  istandin.

 Di paşgotinê de, divê em  ji gelê  Kurd li Sûriyê  re bi kêfxweşî  bêjin ; KONGIRA NIŞTIMANÎ LI WE PÎROZ BE !

  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark