Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kongreya Nižtīmanī ya Bažūrź- Rojavayź Kurdistanź…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Kongreya Nižtimanî ya Kurdên li Suriyeyê, di 26. 10. 2011-an de li bajarê Qamżžloyê hat li dar xistin. Nûnerên 11 partiyan, kesayetiyên serbixwe, pêžengên civakî û fikrî, berpirsiyarên xortan beždarî kongreyê bûn. Nûner bes ji herêmên Kurdistanê ne, ji Žamê, Helebê, Raqeyê û Dêrezorê jî beždarî kongreyê bûn. Di kongreyê de 257 nûner amade bûn.


Bes 6 partiyên kurd li Suriyeyê beždarî Kongreya Nižtîmanî nebûn. 6 partiyên kurdên Sûriyê yên ku di kongre de beždar nebûn evin: 1- Elpartî Demoqratî (ya bi seroktiya Ebdilrehman Alocî), 2- Partiya Wîfaq ya Demoqrat (Rêkeftin), 3- Hevgirtina Gel, 4- Yekîtîya Kurdistanî, 5- Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), 6- Žapêla Pêžeroj ya kurd li Sûriyê (Partiya Mîžel Temo).
Kongreya Nižtimanî demek dirêj e ku tê amade kirin. Ji bona amadekirina kongreya xebatek vekirî hat mežandin. Hezar mixabin beriya kongreya nižtimanî were li dar xistin pirsgirêkên heyî bi tevayî nehatin çareser kirin. Çareserkirina pirsgirêken jî gelek zehmet bû. Ew jî girêdayî rewže tevgera Bažûrê- Rojavayê Kurdistanê bû.
Li Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê di salên 80-yî de 4 partiyên bingehî hebûn. Ew bežbûna tevgera Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê gelek xwezayî bûn û 4 partiyên Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê, çar nerînên bingehî di civatê de temsîl dikirin.
Ew partiyan: Partiya Demokrat a Kurdên Li Suriyeyê, Partiya Pêžverû a Demokrat a Kurdên li Suriyeyê, Partiya Çep ya Kurdên li Suriyeyê û Partiya Hevgirtina Gel bû. Partiya Demokrat a Kurdên li Suriyeyê, partiyek nasyonalîst bû, ji hemû bežên civatê kesan di partiyê de cîh digirt; bi Partiya Demokrat a Kurdistan a Iraqê re xwediyê pêywendî bû. Partiya Pêžverû a Demokrat a Kurdên li Suriyeyê, partiyek pêžverû bû. Partriya Çep jî, partiyek çep bû. Partiya Pêžverû û Partiya Çep bi Yekîtiya Nižtimanî ya Kurdistanê re xwediyê pêywendiyên bû. Partiya Hevgirtina Gel jî partiyek sosyalîst bû.
Hezar mixabin pižtî salên 80-yî Dewleta Suriyeyê û Rejîma Baasî, bi destê PKKê li ser Tevgera Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê opreasyonek pêk anî û projeyek bi cî û cî kir. Ji bona ku Tevgera Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê, serok û qadroyên tevgerê bê îtibar bike, bi destê PKKê qampenyek gelek xurt mežand. Îcaze da ku PKKê xwe li Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê rêxistin bike û xortên Bažû-rê-Rojavayê Kurdistanê bike mîlîtanên PKKê.
Dewleta Suriyeyê di vê projeya xwe de biserket. Tevger û partiyên kurdî li Bažûrê-Roajavayê Kurdistanê parçe kir, serok û qadroyên partiyên kurdî bê îtibar kir. Bi hezaran xortên Bažurê-Rożjavayê Kurdistanê žand nav PKKê û dan kužtin.
Di vê qonaxeyê de jî ev pirsgirêka Tevgera Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê dom dike. Dîsa Dewleta Suriyeyê bi destê PKKê raste rast mûdaxeleyî Tevgera Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê dike.
PKKê, gelek ažkere diyar kir ku pižtgirê hukûmeta merkezî a Suriyeyê ye. Hevalbendên PKKê jî, li hemberî rejîma baasê ne, li hemberî Tirkiyeyê mûxalefetê dixwazin xurt bikin. Lewra Tirkiyeyê dixwaze ku li Suriyeyê rejîm bê guhertin. Loma jî Suriye ji Tirkiyeyê re dijminitî dike.
Kongreya Nižtimanî ya Kurdên li Suriyeyê xuya ye ku ev pirsa girîng niqaže nekiriye û ji bona vê pirsê çareserî, rê û rêbaz nîžan nedaye.
Lewra ew rewža dibe sedem ku li hemberî rejîma baasê mûxalefetek hevbež û xurt naye mežandin.
                                                              *****
Ji bona muxalefetek hevbež û xurt bes sedem parçebûna tevgera Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê nîn e. Sedemek din ya girîng jî, Tevgera Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê xwediyê armancek hevbež jî nîn e. Kongreyê di vê pirsê de biryar daye. Kongre dibêje: “Daxwaza mafê çarenûsî ji bo miletê kurd li Sûriyê ye.”
Ew bi awayekî lihevkirinekê nîžan dide. Lê çareseriyek nîžan nade. Heta ez dikarim bibêjim ku ev lihevkirinek gelek amatorî ye jî. Lewra ji bona miletekî bin dest, “mafê çarenûsî”, mafekî gelek xwezayî ye. Ne hewceye ku ew maf a bê diyar kirin jî. Miletê Kurd li Suriyeyê miletekî bindest û kolonîî ye. Loma jî raste rast xwediyê “mafê çarenûsî” ye.
Di “mafê çarenûsî” de xala girîng ew e ku miletê, ev mafê xwe bi çi awayî û bi statuyê bi kar bîne. Yanî milet, dewletek serbixwe, an dewletek otonom û federal daxwaz dike, divê ev yeka bê diyar kirin.
Kongreya Nižtimanî ya Kurdên li Suriyeyê ev armanca bi zelalî diyar nekiriye. Loma jî ev pirsa dom dike. Ev pirsa dê di pêžerojan de jî,  ji parçebûnê re bibe sedem.  
                                                             *****
Li Bažuêrê-Rojavayê Kurdistanê di dem û awayê serîhildanê de jî pirsgirêkek mezin heye. Tê zanîn ku Li Suriyeyê pižtî ku li Deraayê serîhildana sivîl dest pê kir. Kurdan girêdayî ceribandana serîhildana 12-ê Adarê 2004-an lez nekirin ku beždarî serîhildana sivîl bibin. Lê bi awayekî ji serîhildan û mûxalefeta ereb re pižtgiriya xwe nîžan dan. Heta nûha jî ew helwesta Tevgera Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê dom dike. Girêdayî demê pirsa awayê xebatê jî pirsgirêkek mezin e. 
Kongreya Nižtimanî ev pirsa jî çareser nekiriye.
                                                                 *****
Li Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê modela rêxistinî û zihniyeta têkožînê jî pirsek gelek girîng e. Li Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê modela rêxistinî, modelek klasîk ya dema žerê sar e û bi taybetî jî di bin modela çepitiya klsîk de hatiye hûnandin. Nerîn û zihniyeta serokatiyê jî kevnarê ye.  Loma jî tevgerek û rêxistinên gelerî tune ne. Partiyên heyî ji gel dûr in û bersîva hewcedariya vê demê nadin.
Kongreya Nižtimöanî, ev pirsa jî niqaže nekiriye û di derbarê van pirsan de biryarên nû negirtine, li ser projeyên nû li hevûdu nekirine.
                                                              *****

Kongreya Nižtimanî, ji bona Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê, biryara damezirandina “Encumana Nižtimanî ya kurdî li Sûriyê” girtiye. Ev birayerek gelek êrinî ye. Lê dema pirsên din çareser nebin, ev projeya jî zêde encam nagre.
                                                             *****
Kongreya Nižtimanî ya Kurdên li Suriyeyê, “xwe bežek ji oposîzyon û žoreža gelêrî ya miletê Sûriyê” îlan kiriye; biryar daye ku “pižtgirî bike.
Rastî di vê biryarê de “Miletê Suriyeyê” wek hevokek sosyolojîk û îlmî, xwediyê gelek problem e. Lewra li Suriyeyê du milet hene. Ew miletan jî, miletê kurd û ereb in. Ji derveyî wan jî kêmnetewe hene.
Ev terîfa dižibe terîfa “Miletê Tirkiyeyê” ku ji aliyê Ocalan de di van demê dawî de tê parastin. Lewra ev terîfa, terîfa kemalîzmê ya ku kurdan tune bike ye. Ez bawer nakim ku kurdên li Suriyeyê ev peyv bi vê maneyê bi kar anîne. Lê ew terîfa Kurdistanê û miletê kurd, wek bežek ji Suriyeyê û miletê ereb terîf dike.
                                                       *****
 Di tevgerên milî de rola xortan û cîwanan gelek girîng e. Di hamen dem de di nav tevgera Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê de jî her dem ev rola xortan derketiye pêž. Bi taybetî jî di van demên dawî de tevgeraek xortan ya xweser li Bažûrê-Rojavayê Kurdistanê qewîmiye.
Kongretya Nižtimanî ya Kurdên li Suriyeyê ev tevgera xortan girîng žirove kiriye û biryar daye ku ji vê tevgerê re xwedî derkeve û “hevkariyên ciwanên kurd” bike.
Ev biryarek gelek pozîtîf e.
                                                     *****
Kongre biryar daye ku rêjîma Sûriyê bê guhertin. Lê li Suriyeyê rejîmek çawa ava bibe, di vê rejîmê de pozîsyona kurdan dê çawa bibe nehatiye diyar kirin. Gelek ažkere ye ku li Suriyeyê guhertina rejîmê ji bona kurdan guhertina dewletê ye û dewletek nû ya ne erebî û federal avabûne. Kongreyê di vê pirsê der nerînên xwe zelal nekiriye.
Kongreyê ji bona ku guhertina rejîme kiriye biryar, loma jî biryar daye ku bi rejîmê re danûstandin neke.
Ev biryarek erênî ye.
                                                               ******
Kongreya Nižtimanî di heman dem de birayên din yên girîng jî wergirtiye. Ew biryaran jî ew in:
* Kongre kužtina milet bi destên hêzên ewlekarî û ležkerî yên rêjîma Sûriyê žermezardike û doza derketina wan hêzan ji nav bajarên Sûriyê bilez dike.
* Hemî hevbendên partiyên kurdî yên berê (Hevbendî, Enî, Encûmana siyasî, Hevkarî) di kongre de hatin hilwežandin.
* Ger ku hevbendên oposîzyona Sûriyê (Ragihandina Žamê û Encûman Nižtimanî û Komîteyta Hevkar) belge û biryarên kongireya kurdî nepejirînin, partiyên kurdî yên di wan hevbendan de wê di hindirê 2 mahan de ji wan hevbendan vekžên.”
Kongireyê Nižtimanî yê Kurdên li Sûriyê, bi hilbijartina komîteyeke ji 45 endaman (20 ji partiyan û 25 serbixwe) bo rêvebiriya “Encûmana Nižtimanî ya Kurdî li Sûriyê di 27-10-2011-an de encam girtiye.
Amed, 13. 11. 2011


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark