Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Îro çilroj

 


Luqman Silêman

Îro çilroj di ser emîdê pakrewanên ŝoreŝa Surî re derbasdibê û hîn ŝoreŝ berdewam e. Û ŝoreŝvana bi xwîna pakrewanê xwe sûndxwarine ku ŝoreŝê bighîni n dawî û rijîmê birûxîni n. Nemir Miŝhel Temo xwediyê dengê bilind û aza bû. Hîn ew dengê wiyê bilind û aza di guhê ŝoreŝvanade ye. Em tev dizani n ku ev rijîma Surî dengê bilin û aza naxwazin û çidengê bilind û aza li meydana ŝoreŝê xuyabikê gerek ew deng winda bibê.


Roja ku nemirê meye pêŝeng ji zindanê derket û li binê konê pêŝwaziya xwe û bi wî dengê xwe yê bilind û aza ji pêŝwaziyên xwere got ez yek ji xorta û ji ŝoreŝa Surî me û ez xwe ji tevgera kurdî diŝûm û emê bi hevere vê rijîmê birûxênin û emê Suriyak nû avabikin ku ciyê me teva têde hebê û miletê meyê kurd têde xwedî romet bê, xwedî deng û gotin bê, xwedî biriyar bê û serbilind bê.
Miŝhel Temo bi dengê xweyê bilind bankir û got emê bi hevre dest bi dest mil bi mil em û birayên xwe yên dî çi milet û nîv milet emê rijîma El behis birûxênin û emê di ŝûnawêde Suriya demokrasî û wekhevî bê zindan bê mixeberat bê dizî li ŝûna vê dewlata polîsî, vê dewlata diza avabikin.
Vî pêŝengî tim digot em xwediyê Surî ne, em mafê xwe ji kesî naxwazin çimkî em xwediyê welêtin, em û Ereba û Siryana û kildûAŝora hevparê hevin û emê bi hevre welatekî pir netew ku mafê herkesî têde bicîwerê avabikin. Miŝhel Temo pakrewanê peyva raste. Vî lehingî xwe kire qurban ji gelê xwere.Miŝhel Temo bixwîna xwe nifŝê nû ji gelê xwe avdan.Beriya ku Miŝhel bi wan destê qirêj û gemarî ŝehîd bikevê. MiŝhelS bi wî dengê xweyê aza ji partî û hevrêzên kurd re got wê min bikujin û ez ji kuŝtinê natirsim û xwe ji ber nadim alî. Lê mixabin çaxê ku Miŝhel ji partiya û hevrêzan re got va kuŝtin hate ber deriyê min û hin ketine pêŝiya min de û xwestin min bikujin. kesî ji partiyên me guh lênekirin û hina jiwan kenê xwe pêkirin û digelek ciyan de gotin Miŝhel jixwere piropogenda dikê û li ber wê banga wî nesekinî n. Hevrêza bi tenê ew hewldanê kuŝtina wî ŝermezarkirin û li kêleka wî sekinîn.
Sed mixabin yekê weka Miŝhel Temo divê qunaxa girinde bi destên qirêj û gemarî hate  kuŝtin, divê qunaxa ku hebûna wî ji ŝoreŝê re pêwîst bû. Çimkî ew lehing bibû simbolek ji xorta re û di kuŝtina xwedejî bû smbolek ji ŝoreŝêre, nexasim ji xortê ŝoreŝa kurd re. Wê Miŝhel Temo bimînê di hiŝ û mejiyê nifŝê kurdan de wê bimînê smbolek ji smbolê lehingiyê.
Herbijî rêçika pakrewana
Herbijî miletê kurd
 Herbijî ŝoreŝa me

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark