Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Me žehīd dan dibin siya Encūmenź Erebī de, lź em nikarin bibin yek dibin konekī kurdī de!!!!

 


Dr.Zara Salih
 
Di destpêka damezrandina (Encûmenê nižtimanî Sûrî) de û tevlu nerîna wan ya seqet bo pirsa kurdî û nûneriya hindik , dîse jî kurdan li hemu deveran di îna (encûmenê nižtimanî sûrî nûnertiya min dike), bi hezaran pîroz kirin û pakrewanên mezin weke Mižel Temo bûne qorban div ê encamê de (ev yek ji sedemên kužtinê bu), lê gava ew daxuaza dehê salan ji aliyê her kesê kurd ve pêk hat (Encûmena nižtimanî kurdî), hin bežên kurdî ne tenê li dervey wê man, rabûn žerê yekîtiya kurdî kirin.


Helbet wê kêmasî hebin di projeya vê encûmenê de, lê îro Konekî kurdî ye jibo vê dema giring di dîroka Sûrî de, û çiqas nakokiyên kurdan hebin, pêwîste werin jibîr kirin heger em bi rastî dilxwazê mafê netewa kurdî ne li Sûrî . ma ne žerme ku em her û her biya xeynî xwe dikin, lê em dijminatiya hev dikin, jiber heger kurd tev ne yekdest bin, ti carî rikberiya erebî me na pejirîne weke ku em dixuazin, û em êdî dimînin bêpar di pažeroja welatê Sûrî de.
Iro roj her mirovê kurd berpirsiyar e bo mafê kurdan, û ev pêka mezin jibo yekhêziya kurdî wê cihê her kesî têde hebe, jiber karê rojane û beždariya žorežê astê rewatiya hebûna destûrî ya netewa kurd xurtir dike û wê çaxê, kurd bixwe mafê xwe bidest dixin ne ku li hêviya hêzên erebî bin, ji ber di dawiya dawî de, nerîna rikberiya erebî ne gelkî dûrî ya rêjîmê ye, tenê kurd weke hêz bi tevayiya millet ve (partî, ciwan, rewženbîr, serbixwe, civata kurdî bi hemu texlîtê xwe ), Karin bi nûnertiyê beždarî žorežê bibin û têkiliyên wan bi opozîsiyonê re jî li ser bingeha pejrandina mafên kurdî weke ku em dixuazin. Di vê derbarê de, pêwîste kurd daxuazên xwe bêtir zelal bikin, jiber biriyardana (mafê çarenûsî ), hinekî ferehe û kurd Karin bêtir bidin xuyanîkirin bê çi baže( weke federalî yan jî otonomî bo Kurdistana Sûrî ).
Berî žorežê her kesî digot, ku kurd hêza herî xurt û li ser hevin, lê ne wilo derket em li žûna teva mane û em bihev lebikî ne, jibo çi?? Çi kesê xwe dibîne ku ew tenê raste bere fermo bike derî vekir ye û cihê her kesî bo kar heye, ma qey tev wê serok û nûner bin ev li cem ti miletan nîne, lê weke ku pêžiyên me gotibûn (hin dikin û hin dixun) em pê razî ne ku kî bixuê, jiber ya giring bo kurdan ew e ku bighêjin mafê xwe û gava demokrasî pêkhat, wê çaxê dengdan heye û her kes wê cihê xwe yê normal bigre. Bere ev dijberî bimêne pižtî serkeftina žoreža guhertinê, û çi kesê ku xwe li ber eynikê, xwe dibîne tenê û gelekî mezin, dîse bere millet wî hilbijêrê, wê çaxê wê bi rastî be.
Pirsa netewî kurdî ya herî pêžtir e bo hemu hêzên kurdî, pêwîte kar bibe ku em pêžî mafê xwe rewa bikin ta ku em karibin xwedî parbin di pažeroja Sûriya nû de, û ev jî yekîtiya me vê armancê bi cih tine.
Žorež berdewame û her kes cihê xwe têde digre, em jî weke kurd beždarin, lê çima emê ne yek bin, tevlu ku em dizanin bê çiqas pîlan hene bo tinekirina kurdan û em bi parçebûna xwe vê nerînê dûpat dikin. Êdî em aqil bigrin ji dora xwe, û karê tev hev û yekîtiyê pîroz bikin û çi karê dûrxistinê û devavêtinê gunehkar bikin û em bi xurtî beždarî xwepêžendana bibin ji ber dem gihaye ku hemu êdî hevdu bibînin li cihê kar û xebatê li kolanan bi yek deng û yek hêz jibo welatekî Sûrî azad û federal û federalî bo Kurdistana Sûriyê.



 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark