Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hate we

 


Xelîl kalo

Îro siyaseta me kurda ya fermiya bi navê tevgera partiyên kurd bê helwest û viyana siyasîye .  anku weke carcaran kurd di metelokên xwe di bêjin , ne li hote û ne li bote, wî li diyarê belote ,"hot û bût du gundin li kurdistana bakur ew jî cinarê hevin" eve rastiya siyaseta me kurdan di rojên îro de ye li hemberî rêjîma basên sûrî , ku em ne hevrikin û ne hevbendin , her yek ji me bi awayê ku ew tê parastin û berjewendiyên wî têk naçin  hewlwesta xwe diyar dike , ci partî yan  jî kes. Eger evbin bijartiyê gelê kurd bera em li ser xwe bigirîn û xweliyê bi serê xwe de bikin.


Niha û divan demên germ de,  ku xwîn li bajar û bajrokên cada sûrî di herikê ,  siyaseta me kurdan ya fermî bê helweste di aliyê rêjîma bas de û di hemen demê de beramberî bizava cada sûrî , biteybet hemberî  xortên kurd , tênê  tevgera xortên kurd li hin bajaran xwe bi þêwekî çalak dide pêþ, li mixabin  ew jî hîn lawaze bistî /6/ miham ji xwepîþandanan .ti sedem nînin ku perpirsyarên siyaseta kevina kurd bê helwestin be û dijatiya cada kurd dikin , ne ku wê rêjîma bas wê xwe serrast bike yan jî wê guhartina di siyaseta xweyî hindur de bike û bi taybet di alîyê mafên kurd û dîmuqresiyê de  . na ...tenê ew di tirsin ku rêjîma bas were rûxandin û baþî  ew jî wê pêre herin  û ev jî ya raste .

Ev goman her roj pirdibin ku tevgera partiyên kurd li ser erdî vê rastiyî didine xuyakirin ,hin bi daxuyanî yan jî bi civîn û civatên iþkere ku li vir û wir têne li darxitin tenê dibêjin emê dawa mafên xwe bikin , ma me çi ji sikaka erebî ye ,bi vî gotin û helwestê weke bibêjin : emê weke salên berê xebata xwe bikin û haval hevalên berê, li vir hêjaye gotinê ku me /50/ salî xebata wilo me kirdi bin siha vê rêjîmê de , me tiþtek bi ser nixist . bere îþkere bibêjin  em alîgirê rêjîmêne baþtire  ji xap û fûtan , ji ber gelê kurd gihiþtiye vê rastiyê ku ew xarkinbikin , yan jî barbikin va  hate we  , çûna wan misokere bi çûna rêjîmê re .

xkalo58@gmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark