Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 11ê Êlûnê li Emerîka û 12ê Êlûnê li Kurdistanê

 


 Ciwan Dêrikî

2001an li Emêrka navenda bazirganiya cîhanî ji aliyê rêxistina el-qaîde ve hate rûxandin , bi hezaran kes mirin û herdû bircên herî naskirî û navdar hilweşiyan . di pey re Emerîka û hevalbendên xwe şerek berfireh li himber terorê dane rêvebirin . êrîşî Efganistanê kirin û rijîma Talîban ya hevkarê el-qaîde bû rûxandin . di pey re ketin Îraqê  û Sedamê dîktator û rijîma be-es avêtin û diktator li sêdarê dan .  her weha li hemî cîhanê operasyonên xwe ne rawestandin û hêjî ev cenga cîhanî li ser terorê – wekî binav dikin - berdewame .


12ê Êlûna 1980an rijîma faşist a tirk , bi desteserkirinek leşkerî giha deshilatiyê , û her tişt qedexekir , hemî partî û rêxistin , siyasetvan zindankirin , bi sole cendirmeyên xwe pêl hemî rûmetan kirin , çavşkandinek dan despêkirin , hovîtiyek be nimûne birêve birin . . bi taybet li ser kurdan hemî axa kurdistanê kirin baregehên şer . kurd û rêxistinên wan hemî nerewa dîtin . êdî koçberî bi zehfî çêbû , piraniya endam û rêberên partiyan hatin dîlkirin , yan jê mişext û penaber bûn . îşkenceyek pir hovane ajotin , xwestin xwesipartinê bikin rewşek licî û berxwedanê bikujin , lê pêşengên PKK yên wek Mezlûm Doxan, Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr  û bi dehan rêhevalên wan li berxwedan û xwesipartin pûçkirin , dirûşma ( Berxwedan jiyane ) bû banga her berxwedêrekî , dengê xwe bilindkirin û tariya ezmanê kurdistan vegirtî .. belav kirin , hêvî careka dî li milet vegerandin , ji tinebûnê hebûnek pîroz afirandin , bûn çira û ronaka şoreşa kurdistanê , ta ku gel gihandin serhildan û raperînan , îro jî bi milyonan ji bo doza xwe li ser piya ne . çanda berxwedan û rûmetê bi pêşket , bi serket ,  bû bermayek zêrîn ji nifşan re .  hêzek çekdarî , siyasî , civakî , li meydanê bi cih bû , êdî ew rijîma hovane ya ku kurd li ser heyvê jî nedipejirandin neçar maye ku kurdan bipejrîne - bi derewan be jî - behsa mafê wan bike . belê 12 ê Êlûnê ji mirina kurdan re hatibû , conta faşist xwestibû li Amedê bîr û ramanên kurdîtiyê , hêviyên kurda yên geşbûyîn di ciwaniya wan şoreşgeran de .. hê di dergûşê de pûçbike û hilqetîne . lê bi berxwedana lehengan , bi xweragirtina wan ya polayî , jiyanek nû û serdemî ji hemî gelê kurd re hate pêşkêşkirin , dîroka cegerdariyê bi xwina sor hate nivîsîn , êdî kurd hene û doza kurdan di rojevê de ye ,  kes nikare kurdan derbas bike û wek carkê caran li qeraxê mirinê bihêle .
Erê piştî deh salan ji êrîşên 11ê Êlûnê li ser bircên bazirganiya cîhanî li Emerîka yê.. rêxistina el-qaîde lewazkirin û rêberê wê Binladin kuştin . belê piştî 31 salî ji 12ê Êlûnê û êrîşên şovenên tirk di gel hemî zordarî  û hevkariya neyarên kurdan,li ser kurdistanê .. partiya karkerên Kurdistan di bilndbûna xurtiya xwe de ye , û li ser piyaye . rastê rêberê wê birêz Ebdulla Ocelan bi kompiloyek navneteweyî dîl kirin, lê baweriya pkk-iyan neşkest û doza xwe ajotin , ha va em dibînin hêza herî xurt û çalak û rêxistinkirî li hemî kurdistanê û li derve .. hêza wê ye , belê evjî ne ji xweve hatiye , bi hezaran cangor bûne qurban , lehiyên xwînê herikandine , bi hezarê dayîkan kezebşewitî bûne ,  bi zorî û zehmetiyek bê hempa re rûbirû mane , ta gihane vê qûnaxê , êdî kurd bi bawerî buye û çavşkestî nabe , doza xwe tajo û ti sînoran nasnake , hemî siyasetên tinekirinê , qirkirin û pişaftinê pûçdike , bi taybet siyaseta 12 Êlûnê . bi qehremanî û berxwedana pêşengên şoreşê .. mirin bû jiyan , tirs û xwenenasî bû vejîn ,  kabûs bû cegerdarî û lehengî , Amed bûye paytexta kurdewariyê piştî ku kiribûn navenda kurdkujî û kurdpişaftinê . em dikarin bi dilnermî bêjin kurd bûne xwedyê kurdistanê û ji her demî bêhtir li yekbûna xwe dipirsin û berjewendên xwe didin pêş , êdî nema kurdistanê bi dest xelkê ve diberdin .
11 9 2011 *


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark