Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di 70 Saliya Dr. Tosinê Reşîd De Çend Gotin Ji Qamişlo

 


Konê Reş

   Spasiyek gerim bo Netkurd ê ku me serwextî gelek nûçeyên Kurdistanî dike û di gelek waran de; Siyasî, rewşenbîrî, dîrokî û abûrî û qet rojekê ez ne hisyame ku malpereke herêmî ye an taybet bi kurdên bakur e. Nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê, di gel nivîskarên Kurd ji ermenistan û sirgûnê, bîr û baweriyên xwe, wek ku dixwazin têde dibêjin.. anku malpereke demokrat û Kurdistanî ye.


Mebesta min ji van gotinan ku careke din Netkurd ê em agahdarî 70 saliya rewşenbîr û nivîskarekî Kurd wek Tosinê Reşîd kirine. Yê ku berî 22 salan ji bo zimanê Kurdî li Qamişlo bibû mêvan.
   Erê; bi min xweş e ku ez wî pîroz bikim, wek ku çawa berî çend rojan jî, min Dr. Eskerê Boyîk pîroz kir û berî wî jî bi çend salan min Dr. Celîlê Celîl pîroz kir.. Evên ku hatibûn Qamişlo, ez çav bi wan ketibûm û min sûde ji wan wergirtiye..
   Di salên Prostroyka de û piştî ku Sovyêt di sala 1989 an de ji hev ket û herifî, zext û zora ku li ser ronakbîrên me yên Ermenistanê hebû, hinekî sivik bû û piço piço rê li ber wan vebû ku dinayê bibînin û bi ziyaretî ji Sovyêtê an ermenistanê dertevin.. Hingî gelek ji wan ronakbîran, nexasim yên ku bi ola xwe Êzdî bûn, xwe berdan nav Kurdên sûriyê da ku kela dilê xwe û tîbûna xwe, bi dîtina birayên xwe, kurdên Kurdistanê bişkînin û çavê xwe bi dîtina wan kil bikin..

   Di wan salan de deriyê Kurdistana bakur li ber wan qepitandî bû, başûr birîndar bû û rojhilat di bin hêza Ayatên Xwedê de bi nalenal bû, bi tenê dîtina kurdên rojava (Binxetê) li ber wan vekirî û hêsan bû. Vêca wan ronakbîran tîbûn, bêrîkirin û heyecana xwe a kurdewariyê bi serdana Kurdên sûriyê dişkenandin.. Erê hatina sûriyê bo wan hêsan bû, ji ber ku sûriye û Rûssya dost û heval bûn. Û wiha gelek ji wan ronakbîran hatin Qamişlo, yek ji wan Dr. Tosinê Reşîd bû.

 
Abdulbaqi Huseyni Tosine reshid u Kone Resh Qamishlo 1989

   Di havîna 1989 an de Dr. Tosinê Reşîd li bajarê Qamişlo bû mêvan û bi şahiyeke mezin ji rex xelkên Qamişlo ve hat pêşwazîkirin. Hingî min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseynî, bi navê kovara xwe (Gurzek Gul), me hevpeyvînek pêre li darxist û me ew hevpeyvîn di hejmara 7 an, adara 1990î de belavkir. Di gel ku em pêre bûn wek rêberan di Qamişlo de..
Xwedê heye; xelkên Qamişlo jî bi germî pêşwaziya wî dikirin, wî li wî yê ku nivîskarê Kurd yê ku ji Ermenistanê hatiye Qamişlo bibîne û biezimîne mala xwe..
   Çima di saxiyê de emê dilê hev xweş nekin, çima ez ê 70 saliya yekî wek Tosinê Reşîd pîroz nekim, ku wî bi salan xebat di ber ziman û rewşenbîriya Kurdî de kiriye..?!  Wek ku ji mafê darê av e, ji mafê Tosinê Reşîd jî pîrozkirine.. Wey sed carî salên mayî, di xweşî û geşiyê de li te pîroz bin.

Konê Reş
Qamişlo; 10.09.2011


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark