Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ēima kongirź kurdī giringe bo milletź kurd li Sūrī??

 


Dr. Zara Salih
 
Bêguman di xalên berfere de, bi destxistina mafên netewî  kurdî, armanca her mirovekî kurd e di welatê Sûrî de. Û ev bu bêtirî pêncih salî ye ku kar û xebat berdewame ta ku em weke kurd bi taybetî ( weke Sûrî bi tevayi ), li hêviya wê rojê bûn, roja serhildana gelê Sûrî dijî rêjîma dictator. Ev bu dora 6 heyvan agirê žoreža gelê Sûrî vêketiye, lê ta niha kurdan nikarîbun nûneriyeke xwe hilbijêrin, tevlû ku bizava kurdî ( partî, ciwanên kurd, roženbîr û hemû welatparêz ), hewl didin, lê xuyaye ku pir astengî hene ( ew jî di baweriya me kesayetî û ezîtî ne ligor seykolojiya milletê kurd ).


Bi rastî mirov matmayi dimênê  ku îro welatê Sûrî gihaye radeyeke bilind di žoreža xwe de û kurd jî bi wan re beždarin bi xwepêžendan û sloganên nižtemanî û netewî kurdî, û tevlû ku ew dizanin rikberiya ereb ya Sûrî ne gelekî dûrî rêjîmê ye di warê nerîna xwe jibo çareserkirina pirsa netewî kurdî de,lê dîse jî em sûd nagirin û yekhêziya kurdî diyar nakin û her dem dibihurê.
Pižtî roxandina rêjîma Bas di demên pêž de ( ku êdî veger ji vê yekê nemaye ), helbet kurd wê nikaribin daxuazên xwe yên netewî bidin qebûl kirin bi wî rengê hesan, û em ê li pêžiya xebateke dûvdirêj bin, nexasim gava em ne li ser hevbin weke tabloya roja îro, loma ez dibînim ku metirsiyeke mezin heye ( heger em wisa berdewam bikin ), ku ev derfeta zêrîn peyda bûye pižtî bayê guhertinê bi aliyê welatên erebî ve, û heger kurd sûd negrin û xwendineke siyasî dirust ne wê ziman ku baweriya bi yekîtiya kurdî  bibe erkê her mirovekî kurd û doz bike ku îro berî sibe ev karê han zû here serî.
Em tev dizanin ji destpêka žoreža Sûrî de, biriyarê gel hilwežandina vê rêjîmê ye û gelek qurban hatin danîn û hîn jî wê hebin. Kurd jî di nava vê žorežê de ne, lê kesek xwedî li doza wan derneketiye ji aliyê opozîsiona erebî ve, çikû pirsa kurdî weke ya welatiyên Sûrî dinerxînin, ne weke dozeke netewî. Loma, pêwîste ku em pêžî xwediyê doza xwebin bi yek deng û yek hêz, ta êdî ereb jî hesabê me bikin û em bihevre xwedî par bin di welatê Sûrî de. Em dibînin bê çawa civat û kongira lidar dixin bê ku ti paxava ji kurdan re bikin, û em tên berê xwe didin hev û žer dikin û tev jî doza yekîtiyê dikin, lê ku tê ya kar û rastiyê her kes xwe dirust û zana dibînê( dîse nexeme ), lê kes rê nadê xeynî xwe bo pêkanîna van daxwazan. Tê zanîn ku seykolojiya miletê kurd weke miletekî bindest û ne bûye xwedî kesayetî çikû bê welate, ev mentelîteya han xelkên biyanî dipejirîne û desthilatdariya wî qebûl dike, lê ya xwe bixwe qebûl nakê. Di baweriya min de heger hineke ereb doz li kurdan kiriba ku kongirê xwe tewaw bikin, wê çaxê wê çûba serî, ji ber em biya serdestan dikin bêtir ji kurdan, tevlû ku em hemû tižtî dizanin û gelek ji me jî dinivîsin û rexna dikin, lê kesek di warê pratîkê de bikar nayênê, ev jî problêmeke mezine, lê gereke em xwe xelas bikin û zû hayedarbin û yekîtiya xwe bibin bi dawîkirin û nûneriyek kurdî hilbijêrin. Her kes ji me berpirsiyar e ku ev karê pîroz pêk were, heger em bixwazin mafên gelê kurd li Sûrî bidestxin,  gereke hemû hêzên kurdî çi partî û çi kes,wê nasnama xwe û kesayetiya xwe û nercisiya xwe di hindurê vê yekîtiya kurdî de bibînin, û êdî ew kirasê ezîtî û quretî bête avêtin di roja îro de, ji ber ku gava em weke kurd gihižtin mafê xwe, wê her kes ji me xwe serbilind û žanaz bibînê û bere ta  jê werê jî, xwe qure bike û xwe mezin bibîne, çikû wê çaxê xwedî pižte û mafe, ne li ber dîwara û destê xelkê ye. Ev banga han jibo kurdan teva ye û bêtir hêzên siyasî ku zû yekîtiya kurdî bête nîžankirin bi yek nûnerî, ta millet hemû li dora wê kom bibin weke hêzeke mezin û giran bo bêtirî 4 meliyon kurd  karibin xwe bi xwe, desthilatdariya xwe bikin bi žêweke nû destûrî di navbera herdu miletan de ( kurd û ereb ), ku êdî welatekî democrat û hevpar û federal ava bikin li ser bingeha wekhevî û qanûn û mafê mirovan


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark