Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beşekî kurt ji romaneke dirêj bi navê; Li Ser Peravê Çemê Ceqceq (1)

 


Konê Reş

- 1 -
       Hin bi hin germê pişta sermê dişkenand, serme ji ber germê bi paş de vedigeriya û di şûn de germê cihê xwe dadigirt. Tîrêjên roka xwe a zêrîn bi ser asoyê vî bajarê xemgîn de berdida... Ev bajarê ku ji dûr ve wek benderekê, di nav du deryayên şîn de xuya dike. Ji bareş ve deşta Xelef Axa bê ser û ber, di navbera çiyayê Bagokê ji bakur ve û çiyayê Şingalê ji başûr ve xuya dike û ji baxerib ve deşta Mêrdînê dûz û bê pîvan di navbera çiyayê Xursê û Dêrka çiyayê Mazî de ji bakur ve û çiyayê Ebdilezîzê ji başûr ve, wek xalîçeyeke rengîn hatiye raxistin... Bajarê kul, xem, êş û janan... Erê bajarê kul, xem, êş û janan e .


    Dawiya zivistanêye, destpêka buharê ye, buhara her tiştîye; buhara insan û tebaye, çûk û çivîkaye, şînahî û nebate. Di mîna vî çaxî de, kes di hundirê mala xwe de natebite, her yek, xwe li ber berojka rojê digre, her yek li germê digere, piştî serma û seqema zivistaneke dirêj.. erê dirêj di her warî de dirêj..

   Bedro bi lez û bez derbasî hewşê bû, yekser berê xwe da birayê xwe yê mezin û jê re got:
- Fereho! Mizgînîya min li te, efwa Miho derketiye.
- Efiwa çi Bedro?!
- Ferho, niha ez li çarşiyê bûm, li buroya evûkat bûm, wî jî, ev yek ji mêvanên xwe re tanî ziman û ji hev re digotin raste li gor vê benda ku hatiye diyarkirin, gereke navê Miho jî di nav lîsteya navên azadîkeran de hebe, ew jî dikeve nav lîsteya wan tewanbaran de.
   Wiha li ber derê hewşê, Bedro ev gotin ji birayê xwe Ferho re gotin û bi bêhin çikyayî, bi lez û bez derbasî hundirê malê bû, bi şahiyeke mezin ev nûçeya efwa Miho guhest bavê xwe yê kal...
   Bavê heftê salî ev nûçe bi dilekî sar û bê guhdan pejirand wek yekî ku bawer neke û heger rast be jî ne bawere kurê xwe bibîne, ev bîst û pênc sal in ku kurê wî Miho ji ber çavê wî winda bûye, di nav bîst û pênc salan de gelek nûçeyên ji vî hawî jê re hatine gotin û hîç yek ji wan rast derneketiy, dibe ku ev jî weke wan be..    Nexasim piştî ku gelek êş û janan konê xwe di beden û hinavê wî de vegirtiye û ji xwe re got:
- Dibe ku zarokên min van gotinan ji min re dibêjin da ku pê dilê min rehet û xweş bikin..
Bi melûlî û bêdilî lê vegerand û got:
- Başe Kurê min başe..
     Destê xwe avêt qutiya tûtinê, bi destekî lerizî, hêdî-hêdî devê qutyê vekir pelekî çixareyan ji nav pelan kişand, bi lêveke ziwa û qermiçî kevîka jor ji pel şilkir û piço-piço cihê şilbûyê bi tilîyên xwe yên wek darikên hişk perpitand. Ew pelik di nav tilîyên destê xwe yê çepê de kir wek mezrîbekê, hin tûtin berda nav coga wî pelî û ji nû ve li hev pêça. Piştî ku careke din, ew keviya perpitandî bi lêva xwe şil kir, ji nû li hev pêça... Quna çixareya xwe qenc li hev bada û xist nav her du lêvên ziwa de û çixareya xwe vêxist. Çend mizên kûr ji wê çixareyê kişandin, hundir tije dû kir û bi wî dûwê re kûr û dûr çû.. Wek mirovekî ku destê xwe ji jiyanê şûştibe, tev derfetên xweş li ber hatibin girtin û mizgîniyê didinê û jê re dibêjin:
 - Mizgîniya me li te va Xwedê kurek daye kepaniya te...

   Morala wî têk çûbû, ji şek û pek, serketin û têkçûnên vê jiyana pextreş û bê ol, bi taybetî di berxwedanên wî yên van salên dawîn de. Nexasim kişandina  kul, êş, merez û xeman li ser kurê wî Miho, ewê ku gelekî li ber dilê wî şêrîn bû, dûrketin û windabûna wî ji ber çavan, reva wî ji welat bê ku sûc û gunehek bi dewletê re kiribe..   Wiha di nav dûwa çixareya xwe de kûr û dûr çûbû, di wê derheqê de kebaniya wî Diya Ferho derbasî hundir bû, kiras û xeftanekî reng tarî li bejnê pêçayî, çariyek û şarek reş li serî gerandî, bi bêrîbûnek wek ya zarokan û girnijandineke xemgîn ku di nav qermîçonkên rûyê wê de xuya dikir pirsî:
- Law Ferho! Ma raste efûya Miho hatiye?!
Ferho lêvegerand:
- Erê yadê raste, weha dibêjin ku efû derketiye û gerek navê Miho jî di nav navên lêborînvanan de hebe.
    Pêlakê deng ji tevan bilîya, ta ku kebaniya malê berê xwe da zilamê xwe Bavê Ferho û jê re got:
- Ev çima tu weha xemgînî ?! û kuşkuşa çixareya teye ? te ode tije dû kir...
Zilamê wê lê vegerand û got:
- Erê Xanê çi fêdeye? Efwa Miho hatibe çiye û nehatibe çiye ? Wî têra xwe eziyet, dûrbûn û zîvarî dîtin, ew niha bûye lepek, piştî vî temenî û vê dûrbûna wî ez bawer nakim ku ez wî bibînim, kengî wê bê û ezê wî bibînim? xwezî min ew bidîta berî mirina xwe, da wek hûn dibînin lingekî min li ser erdêye û yek li ber gorêye, Xwedê ji wan re nehêle; ma Miho çi kiribû ? û yên weke wî çi kirine ? da ku wisa eziyetê bibînin û li çar kenarên dinyayê belav bibin, ma gunehê me çiye ku Xwedê em Kurd dane..?!
   Bi van gotinan re bêdengiyekê xwe berda ser tevan, tev di cihê xwe de, sar bûn û her yek ji wan bi ramanên xwe re li paş vegeriyan, di rojên xwe yên derbasbûyî de ponijîn û mizgîniya lêborînê li dereka sêwî ma. Piştî pêlekê ji bêdengiyê, Ferho axifî û got:
- Yabo dinya hatiye guhertin, êdî nema kes kare nêzîkî me bibe, nema kes kare zilm û zorê li me bike, ew heyamê ku me zilm û zora wê didît çû êdî nema vedigere.
   Bi gotinên Ferho re çend mirov ji cîran, dost û hevalên wan... yek bi dûv yekî de li deriyê wan dan..û derbasî odeya malê bûn; wan jî pirsîn gelo raste, me sehkiriye ku efwa Miho û kesên mîna wî derketiye ?! Û weha xirecira çûn û hatina mal Evdo zêdebû ji aş û bajar ve her yekî ji xwe re gotinek digot û tev gotin li ser yek zîlanê digeriyan, zîlana lêborîna girtî û sirgonkiriyan ji ber zulim û zora dewletê.
 Hina digot:
- Mala Xwedê ava, em ji wî heyamî rizgar bûn, welleh afatiya me anî bûn..
Hina digot:
- Heq bi heq dibe lê kef bi devê mirov dikeve ..
Û hina digot:
- Kufir dûm dike lê zulim dum nake...

- 2 -
     Danê esire, hêj ew miçorge li mala bavê Miho li dare; jinbîyek derebasî hewşê bû; pîrejinek temenê wê di ser heftê salî re bû, hêj bi wê Kurdîtiya xwe ya orjînal girêdayî bû; bi kiras, xeftan, pêşmalik, çarik, heprî û kofiya li ser serî girêdayî.. Li devê derî lîland û hepriyek ji ber şohiya xwe kişand û çend carekî xwe li erdê xist.. Di wê bîstikê de zarok lê kom bûn, wan jî nola wê, xwe li erdê xistin, reqisîn û lîlalndin... Kesên malê, li ser dengê lîlandina wê û zarokan hay bûn, derketin hewşê, dîtin ku pîra meta waye. Çûn pêşiyê û di nîvê hewşê de li hev sekinîn.. Kalê Evdo jî bi dûv zarokên xwe de derket, destê xwe da ber çavê xwe û mîzekir, dît ku xuşka wî pîra Fatê ye. Hingê bang kurê xwe kir û got:
- Kuro bi destê metka xwe bigre û bîne hundir, wê ji nav wan zarokan derxîne..
Û di bin simbêlê spî, ku ji diwa çixareyê zer bibû, girnijandineke xemgîn li ser dêmê wî hat neqişandin. Dibe ku salên zaroktiyê bi xuşka wî Fato re hatibûn bîra wî û dibe ku dê, bav, bira û xuşkên wan hatibûn bîrê... Bi hatina xuşka wî Fato re, bi wê reqs û lîlandinê wê re û piştî  pêlekê ji bêdengiyê berê xwe da xuşka xwe û got:
- De were lê, temenê me bi çiqçiqê re derbas bû, me tiştek ji jiyana xwe fam nekir, dibe ku ji îro û bi şûn ve zarokên me di jiyaneke xweş de derbas bibin û bijîn.. Welleh ez bawer nakim..?! lê zarok wilo dibêjin... Min tu guhertin nedîtine, lê xuyaye ku misoger dinya hatiye guhertin û hêj bêhtir wê bê guhertin...
   Pîra Fato lê vegerand û got:
Evdo! Bela jiyana me gorî jiyana wan be, yê me temenê me çû nema lê hêjaye, lê heger ev efû û ev guherîn rast bin çima emê ne reqisin?!! û xwe ji nav destê biraziyê xwe derxist û dîsa xwe li erdê xist û reqisî.. Hingê tev pê keniyan, ji pîrbûn û heyecanê tewtihî û li ber ketinê bû, lê biraziyê wî pêve giha û nehişt ku bikeve erdê, bi milê wî girt û hêdî-hêdî ew bi derenceyê ve hilkişand, ta ku giha hundirê malê. Xelkên malê lê civiyan û ji nû civateke din li dar ket û geriya.
3 –
    Rewşa pîra Fato jî, wek rewşa tevayî xelkên deverê bû, dibe ku ji ya gelekan xerabtir bû. Çiko di ciwaniya wê de mêrê wê Elo bi gulleyên cendirmên tirkan li ser sînor hatibû kuştin, piştî ku du hevalên wî di teqandina mayinekê de hatin kuştin. Dema ku ji Binxetê diçûn Serxetê di destpêka salên şêstî de. Ji wê hingê ve pîra Fato li ser kurê xwe yê bi tenê maye û mêr li xwe heram kirin. Belê. piştî ku kurê xwe bi delalî mezikir, ew zewicand û zarok jê re çêbûn, êdî nema karîbû wî û zarokên wî xwedî bike. Ji ber ku ew çend xetên erdê ku destê wan de hebû dewletê ji wan sitand- piraniya xelkên wê deverê bê nasname bûn- û tu karên dewlwtê bi dest kurê wê neket, hem jî bûka wê çav reşî tavêtinê û guhdarî lê nedikir.. Ji ber tevaya van sedeman kurê wê Emîno mala xwe barkir bû Şamê, ew jî mîna gelek welatiyên xwe, di aşxeneyên Şamê de kar dikir.. Pîra Fato, bi tena xwe mabû. Bi yarmetî û gepên mala birayê xwe Evdo jiyana xwe didûmand û her dilê wê gelekî bi ser kurê wê Emîno û zarokên wî vebû. Hem jî dilê wê bi ser zarokên birayê wê Evdo ve bû..
   Çend carekî kurê wê xwest wê jî bi xwe re bibe Şamê û mana li vî şarê şerîf jê re xweşdikir lê ew razî nedibû û dev ji koxika xwe bernedida, bi tenê bersiva xelkê weha vedigerand û digot :
- Erê Şam şekire lê welat jê şêrîntire, ez koxka pîrê nadim bi qesra Mîrê Cizîrê..
   Va îro, Fato bi kêfe, wê biraziyê wê Miho ji sirgoniyê vegere malê, efwa wî derketiye. Bê gûman ew bi hêvîye ku rojekê kurê wê Emîno û zarokên xwe jî ji Şamê vegerin û li welatî xwe bi cî û war bibin.. Heger hina pirsa rewşa kurê wî dikir li wan vedigerand û digot:
- Raste Şam xweşe, lê welatê xelkê nabe welatê mirov, Xwedê ji xeraban re nehêle, xwezîya min bi wê roja ku em li hev kom bibin.. Ne min xêr ji bavê wî dît û ne min xêr ji wî dît, xelk tev dijminê mene.. Tirkan bavê wî ji himbêza min revand û vê dewletê jî Kurê min ji min dizîne.. ma ku ew çend xetên erd ji me ne hata standin û gepa nanê me bi zilm û zorê ji devê me ne hata revandin, wê çima niha kurê min li mişextî û zîvarîyan ba, li ber destên xeraban kar kirba; Erdê ku ji sedê salan ve me hiltanî û datanî, ji sedê salan ve me  qoçanê wî bi xwîna xwe nivîsandin, her gavek ji xaka vî erdî bi xwêdana me hatiye avdan, ne ristî ne badayî helal hazir ew erdê ku ji xwîn û xwêdana me hev girtibû karbidestên dewletê, ew erdê ku ji zaroyên me delalîtir dane Ereban, xwedê giravî, dibêjin ku ava Ferat mal û milkên wan li ber xwe biriye.. Lê ya rast ewe ku, ji bo wan di nav me de biçînin mîna stirîyên beloq di nav gulîstaneke geş de..  Tiştek ji me nayê ji bilî nifiran pêve, hema Xwedê derîkê wan bigre..
   Evdo bi birîna xuşka Fato xweş zanîbû, vêca gelekî rûmet didayê, ne li bal wî tenê cihê rêzgirtinê bû, bêlê li bal tevayî xelkên taxê û li nav tev dost û nasan Fato xwedî rêzgirtin bû.
    Vê esriyê, Fato li ser mizgîniya efwa biraziyê xwe hatibû mala birayê xwe Evdo, normale ji weha jin re ku kêfa wê bê û wisa biraqise.
Dûmahî berdewam dibe.

Konê Reş

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark