Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KA Û KÎ..?

 


Abbas Abbas

Du peyevên, ku bi zimanî kurdî ne, lê hûn li wan binêrin, hûn ê bibêjin qey bi zimanê çînî ne!..
Ka û kî, ev her du pirsên han, hewqas di nav axeftinê re melûl derbas dibin, ku dibîra tu kesî nayên, lê wilo jî mirov dikarê romanekê li ser derdên ku bi wan tê derbas kirin, bidê hûnandin .


Mamosta Helîm Yusif, ez êdî wî wek mînak bidim nîþan, ku bi rastî nivîskarekî kurd î herî naskiriye, û li hemî pirtûkxaneyan li kurdistanê û li derî kurdistanê pirtûkên wî peyda dibin, lê wilo jî û mixabin, dema ku em pêre biaxifin li ser xwendina van berhemên wî, em ji bersiveke melûl pêve jê nabihîzin, ku derdî wî û êþa wî wek nivîskar, bi gotina – ka- tê derbas kirin!...
Yanî,  ka ,  mirovên kurd, ku van pirtûkan bixwînê?..
Xwendina zimanê kurdî û berhemên bi zimanê kurdî, berî demekê, hêviya her kesên kurd bû, û hîn jî hêviye, lê mixabin, ev hêviya han û piþtî ku hewqas berhem bi zimanê kurdî hatine çabkirin û hewaqas nivîskarên kurd yên serkeftî peyda bûne, ev daxwaz maye di kirasê hêviyeke tengzar de, ku êdî bi viyna mirovan ve hatiye girêdan!...
Dema mirovekî niviskar wek Mamosta Helîm Yusiv yan Mamosta Medenî Ferho, li pey peyva – ka - gotina – kî- bi dilekî þikestî dibêjê, hingî mirov digihê wê biryarê, ku ev hêviya han, wê hîn çend qurnên dî di vî kirasî de bimîn e.
Kî…  Berhemên me wê bixwînê?..
Ev pirs ji gelê kurd tê kirin, lê ku gotina – ka - li pey tê, hingî derbas dibê nav serbazên kurd, nav wan gergerekên ku li piþt maseyan rûniþtîne û biryara bersiva vê peyvê di destê wan de ye .
Ka …. Ew mirovê welatparêz û niþtîman, ku li halê van nivîskaran bibê xwedî?...
Ka..Ew rêxstinên kurdistanî, ku li zimanê kurdî bipisrin, da bibê yek xet û yek rêz?...
Pirseke ku heya wek îro bersiva wê nehatiye danîn, û ji ber ku heya aniha, maye di kirasê hêvyeke xav de, mixabin ku bû sedem ji hin nivîskarên kurd re , da ji nivîsandina bi zimanê kurdî dûr bikivin, mixabin ku ez yek ji wan nivîskara me .
Êdî em bibêjin, serên serbazên komara kurdistana azad sax be!..Bi taybetî, serê Mam Celal û Kak Masûd, ku rêzmanê kurdî kirin yek û zeravên kurdan dan hev û zimanekî zelal û hesan ji wan anîn der!..
Ev tinazok, belkî ne di cihê xwe de be, û hin bibêjin ku ev karê rewþenbîr û nivîskar û zangoyên zimanê kurdî ne, lê dawî jî, dibê ku ev peyv rast be, jiber ku bêyî biryara siyasî, tiþtek di kurdistana azad de nayê qedandin, loma ez wan serbazan gunihkar dibînim .   

Abbas-abbas@t-online.de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark