Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: OXIR BE, WEZĪRŹ MIN

 


Helîm Yûsiv

Roja dužemê 18.07.2011, li Amûdê, dilekî mezin yê mirovekî ku di hemû jiyana xwe de zirar negihandibû kesî, dilê tu kesî nežikenandibû, nebûbû sedema pevçûnan, ne jî ya mirin û xirecir û xemgîniya kesan. Mirovekî jiyana xwe li kolanan, di pêžwazîkirin û xatirxwestina rêwiyên bilez de qedand. Her gav bi awayê xwe yê taybet, bi cil û bergê xwe, bi nîžan û stêrkên xwe, bi ken û giriyê xwe û bi diayên xwe, bi êža mezin ya xelkên xwe mijûl bû. Vê êža mezin, ya ku xwe di dînitî û bêdengiya wî de, rû û dirûvên wî de, xwe dida der.


Xwediyê vî dilê mezin mêrek bû ku di awayê danûstendina xelkên der û dorê pê re dihat xuyakirin, bê heta çi radeyê ewên henekê xwe pê dikin, çiqasî mejîbiçûk û aqilsivik bûn û ew jî çiqasî bêhnfireh û dilmezin bû.
Navê wî bi zimanê amûdiyan Newafo û bi zimanê wî Hewaro bû. Ji navê xwe yê kevin xeyidî bû û ji bilî Hewar tu navekî din qebûl nedikir.
Nawafo girîngtirîn wezîrê komara min bû û wî bi xwe Komara Dînan li Žermola îlan kir. Vê komara ku rengê xwe ji komara Kurdistanê girtibû. Komara ku li Mehabadê, di meha xwe ya yazdehan de, hate gulebarankirin û rêberên wê, li Çarçirayê, li cihê avakirina wê hatin bidarvekirin.
Komara min a ku li Žermola, li Amûdê, bi hibrê û li ser pelên zer û sêwî yên çîrokekê bi navê Komara Dînan hate avakirin, Newafo bi hemû giraniya xwe, bi nîžan û medalî û rutbe û heybeta xwe, wekî serokê artêžê û hêzên žer tê de cih girtibû.
Roja dužemê, wezîrê min, Newafê min, li Amûdê, li Žermola, li cihê avakirina komarê hate vežartin.
Bi navê Hewar çavên xwe li jiyana gewrik girtin, bêyî ku carekê tenê be jî kesek bi hewara êža wî ve bê, yan jî bibe hevparê têgihîžtina wê dînbûna wî ya xwežik.
Lê, ew bi hewara her kesî ve diçû. Dilê wan xwež dikir. Wêneyê hemû serokên kurdan yên sereke bi sînga xwe ve dadilqandin. Diçû nav alîgirê kîjan serokî, kîjan partiyê, wêneyê ku kêfa wan tîne raberî wan dikir. Dizanîbî ku ji welatê xwe bêhtir kurd bi rêxistin û serok û merokên xwe ve girêdayî ne. Wî jî li gor aqilê wan bi wan re dida û distend. Beždarî kêfên wan, her wisa xemgîniyên wan jî dibû.
Her kesekî ji wan dixwest ku mohra xwe û serokê xwe li eniya Hewar bixîne, lê Hewar bi tenê dikarîbû bi yek mohrê bê naskirin, ew jî ev bû; Hewarê Kurd-Hewarê mirov.
Wisa jidayik bû û wisa jî çû.
Her kesî ew dikir hevalê xwe û ne hevalê yê din. Lê, Hewar ne hevalê aliyekî ji wan bû, hevalê hemûyan bû û her ne wekî wan, wekî xwe bû.
Wisa xuya bû ku gelek ji kurdan re divabû ku bigihîjin asta têgihîžtina “Newafê dîn” û heta roja îro.
Dema Hewar çavên xwe digirtin, li der û dora wî tofan û qiyamet bû. Li Amûdê, wekî seranserê xaka Sûriyê qêrîn, hewar û ferman e. Di nav vê xirecirê de, hîna jî her komek ji kurdên Hewaro seriyekî ji xwe re dikžîne û li žûna wêneyên sê serokan, divabû wêneyên sêzdeh çardeh serokan li ser sînga Hewarê me bi cih bibûna.
Dibe jî ku Hewar nexwestibe sînga bi ew qas wêneyan giran bike. Êdî têra xwe westiya bû. Nexasim pižtî ku basa “Dijle tûr” di ser lingekî wî re derbas bû û ew hižtibû bi lingekî.
Hewarê min, wezîrê min, xirecir, wêneyên serokan, nîžan û rutbe, êžeke mezin û welatekî xemgîn hemû li pey xwe hižtin û bi yek lingî berê xwe da bihužta xwe ya bi navê Žermola.
Berî çend salan, mîna Hewaro, Ehmedê dîn jî, wisa bêdeng û melûl û bê mirad çavên xwe li jiyanê girtin, hinek ji temenê me, ji temenê komarê jî bi xwe re bir û çû.
Êdî komara min hildiweže. Wezîr dide pey wezîrekî û diçe. Komara min, bêyî wan, têk diçe, wisa jî xwežikbûna Amûdê û berî her duyan jî …dilê min.
Oxir be Newafo,
Oxir be Hewaro,
Oxir be wezîrê min.
Bi hêsirên çavan, bi dilên xemgîn, me tu bi rê kirî. Lê, ji bîr neke, li wir, li Žermola, li benda me be, em jî tên.
…………………………………
"Komara dînan" Di pirtûka “Mirî ranazin” de (Avesta 1996), navê çîrokekê ye. Ji hêla Teatra Jiyana Nû ku li NÇM’ya Stenbolê kar û barê žanoyê dike, wekî žano bi navê “Komara Dînan / Žermola” derxist ser dikê. Di žanoyê de rola Newafo ji hêla lîstikvan Murad Batgî ve hate lîstin…Diyarname.com

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 2.71
Bi Tevahī Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark