Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: žoreža azadiyź di dežtźn welatź sūryź de

 


 Abdulqader Bedredîn

Di dîtin û bîranînên me de, ko tenê žorež û serhildan di navçeyên ciyan de bi kêr tê, ne dihate hižê me ko gelo mirov wê karibe vê keft û bezê jî di dežtên dûz û rast jî bilîze?.
Di demên goft û goyên siyasî û rexistinî de, bi ževbihêrk û rojbihêrkên partî peristiyê de, di encam de ew bû, ko mercên serete û egerên bi jimar, ji vêxistin û dadana žorsžkê re, pêwîste ko pêdiviya navçeyeke bi ciya be, bi dar û ber be, bi newal û av be, bi kevir û žikefte be, bêyî van egeran wê ti žensê serkeftinê peyda nebe û mirov nikare derveyê van navnîžanan lê heydar û mijûl be.


Bav û kalan weha analîz û žîrove dikirin, digotin, deverên bi ciya û newal hêza mêraniyê dide mirovan, herweha (cîgeha ciya ye bav û biraye), bi dehên serpêhatî û çîrokên qehremanyê, wek nimûne di anîne ber çave me, geh bi axaftin yan jî bi stran.
Lê îro di welatê sûryê de, war ew ware lê bihar ne ew bihare, wateyek dîtir ji žorežê re hatiye ristin û hevokên nûjen jêre tên hunandin, mentalet, hizir û nerînên cur bi cur xwe nîžan didin, di vê hindê de textikên mêjî li hev dikevin û rayên stûyên zindiya li hev siwardibin, tê wê rengê ko guherînên bi bez û lez di celd û kolanên sûryê de xwe nîžan didin.
Renge ko žoreža dežtê li ser destê xortên qehreman, beryar dan ko serhildan, ne tenê pehra ciyaye, ne jî bi tenê dostê kevir û zinaraye, nejê bi serweririya axa, paža û êlaye, ne tenê bi pêžkežiya maldar û bi serperižtiya serokatiya partiyaye, na na ezbenî, ev žoreža dežtêye, tevgera seranserî welête, bi hemî cînê xwe ve, bi tevayî alfabêta renge reng ve, siloganên yek deng li hev divegerênin, ji Daraa tanî Dêrka Hemo. Xisletên wê nemazeye, serbixweye, ne mîna virrêna kevirên zarokên Felestîniya ye, ne di pîçima êrîžên žorežgerên Lîbiya ye, žoreža dežtê, xwedan rebazeke taybete, rengîne, têr kultûre, herbijiya kurd û erab bi cih anîye, qîrê živan perwer tevlî dengê Semîh žiqêr kir, kir ko peyva AL-huriya li bajarê Daraa bibe bira dostê peyva Azadiyê li deverên kurdan.
Herbijî biratiya hemî netewên di sûryê de ko bibe nîžana wekhevî û parvekirinê.
Herbijî yekbûna ciwanan.
Herbijû žoreža dežtê.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark