Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xezwa we pîroz be!

 


Arjen Arî

Beriya hilbijartinan jî, kurdan ji devekî fermî daxuyandin, ku mebesta wan ji çareseriyé, béyî ku ‘bihingivin’ sersedén welatén ku Kurd û Kurdistan di nava xwe de kirine ker ker; ‘pirsgiréké’ bi riyén aþtiyane û rébazén demoratîk, di nava sînorén welatén ku Kurd di navé de dijîn, çareser bikin.
Ev daxuyandin, bi qasî ku li bakûr ji héla berdevké Kongereya Civata Demekratîk ve hate eþkere kirin; ya ku divé jé were derxistin ( helbet þîroveya min e)  ev e: Li tevî Kurdén ku li héla Tirkan dijîn; Kurdén Îrané jî  yén Ýraqé jî  ‘qedera perçebûné’ eré û pesend dikin, û pé re rûdinin ku li tevî Tirkiyeyé ji welatén ‘sînordaþ’ ‘sînoran’ nexwazin!


Nexwestina ‘sînoran’, ma ne té wateya ‘ me welatekî serbixwe navé?!

Kî nexwaze jî, di dilé her kurdekî/é de ‘eþqa’ welatekî heye!

Lé vé ‘eþqé’ gelek ‘maþûq’ xistin biné axa sar, û hima béje kesek pé þa nebû!

Ji ber ku ‘péþanebûn’ zédetir nebin; ji héleké ve pédivî pé heye ku ‘xewndarén xewna gewre’ xewna xwe bibînin; lé divé rastiya çareseriya siyasî jî ji héla rastiya civakî, abûrî û rékxistinî ve bibînin, binirxînin.

Jixwe; heke em li daxwaz û çareseriya siyasî a derbaré ‘çareseriyé’ de li bername û réziknameyén tevgerén siyasî  én Kurdistanî meyzénin; em é bibînin ku ji bilî tevgerén siyasî én Bakûrî, bizavén kurd én sereke én li Îran û Ýraqé, ti rojan doza welatekî serbixwe nekirine.

Sedema sereke ya vé ‘nexwestiné’; li Îrané heyîna Kurdistaneke di nava sînorén Îrané de be,  li Ýraqé jî di gel qir û qelan û erebkirin û koçberkirina Kurdan; zalimekî wekî Sedam, ne heyîna Kurdan da mandelé, ne jî qedexe danî ser peyva Kurdistan!

Zalimekî wekî Sedam  di biwaré pirsa Kurd û navé Kurdistané de ji biréz Erdogan wérektir tevdigeriya û ji bilî tégeha ‘ exwan el Ekrad’*, ji héremé Kurdan re digot ‘mintiqe el Kurdistan’*!

‘Exwantiya’ me û Tirkan ji ya me Sedam pirr î pirr kevntir û dîrokîtir be jî; li Bakûr, yanî li Tirkiyeyé ji bilî çend reþenbîr û nivîskarén Tirk, heta van demén néz jî  zatekî siyasî peyva ‘Kurdistan’ nelévand,  nexist ferhenga siyasî.

Ferheng, ji ber péþdeçûna ziman û çékirina peyvén nû, her sal nebe jî, her ji du sé salan careké téne nû kirin û peyvén nû  li wan téne zédekirin û téne çapkirin.

Di serdema nû de héviya min ew e, ku - bi qasî ku çend cenab ne kurd in û ne ji Kurdistanî ne- tégeha Parlementerén Kurd veguhere tégeha Parlamenterén Kurdîstané, ez ji can û dil payeya parlamenteriyé li  hemû ciwanmér û ciwanikén ku hatin hilbijartin, û li gelé kurd, gelé ku ew bi dengé hilbijartin, pîroz dikim…

Xezwa we pîroz be!

16/06/2011/Arjen Arî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark