Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Du dīmen ji žorežekź

 


Arževê Oskan

Nirxê herî buha û bilind ew e, dema ku mirov bi helwestên xwe re dilpak û rewa be. Yek ji bilindtirîn hestên mirovatiyê ye, dema ku mirov bi jana hevalên xwe re mîna hevîrekî hilatî bête strandin. Pižtrastkirina ku kî mirov û kî nemirov e, di pîvana dîmenên kužtina zarokan de diyar dibe. Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û berê vê žorežê li rojhilat e, ber bi axa Kurdistanê ve diherike û bi refan ciwan, jin, zarok, kal û pîr rojane dibin qurbanî. Di kêlîkan de û li ber çavên hemû dunyayê, bi xwînsarî kokên darên jiyana wan bi destê xurtiyê tên birîn. Berê guleyên kor didin sîngên bêçare û qahfên mirovan talan dikin.


Xwîna germ li ber çavên kamereyan diherike û hêna jî keldûman jê difûre. Gazî û hewara kezebžetiyan di nav xirecira dîmenên bêçare de, sînorên zordestiyê derbas nakin. Mîna xewnên kabûsî, malbat bi carekê di ber pêlên bahozên dîktatoran re wenda dibin. Îro li ser tažtî çar kesên malbatê ne, li êvarê dimînin dudo, dibe ku yek jî nemîne. Ev mizgînîya sedsala 21ê ye, ev žaristaniya nûjeniya ramanên azad e, ev berhemên globalizma nûjen e, ku dibêjin cîhan bûye gundekî biçûk û êdî kes nema kare kesî biçewisîne, bikuje û talan bike. Ciwanek sibeheke înê ji ber çavên dê û bavê xwe dide rê û li ser milê xwe dîtina dawî li malbata xwe dinere, ji nav dilê dayika xwe mîna rewrewkê difire. Lê termekî, dîmenkî, tabloyeke bi xwînê xemilandî.... ev çi dînbûn e, çi mêrxasî ye, çi helwest e,,,, yan vîna jiyaneke azad ew daye ber hêza lehîya xwe !?
Keysebazek, tirsonekek, di ževa înê de ketiye taya diziya pêlava xwe. Li paž perdeya pencera xwe ya riziyayî, xwe ji guleyên kor diparêze. Di seržoka xwe ya kevizgirtî de çilika bêrûmetiyê li giyanê xwe dipêçe. Dilê wî mîna çûkekî perpitî her kêlîkê carekê dimre. Kužtî û qurbaniyên azadîyê li derûdora xwe mîna kelemperan, mîna dûmana tozeke firiyayî dibîne. Dîrok bi xwînê, bi hêsiran û keseran tê nivîsndin û žorež kužtiyên xwe bi xwe diparêzin, dîrok li wan kesên rêza pêžî, ardûyê hêrsa vejînê ”Pakrewan, girtî, birîndar û mižextan” mikur tê. Ew in yên ku xwe kirine mûmên ževên tarî û rê li pêžiya mirovên xwe, kes û karên xwe ronahî dikin. Di jiyanê de wisa ye, heta ku tekožerên rêza pêžî, ardûyê vejîna žorežan neyên afirandin û peydakirin, li ser tu zemînan žorež nikare pêk were. Dilsozî û rastgoyîna bûyerkê, erkê rewženbîr, civatnas û zanayên wê civatê ne. Di hemû žorežan de mirov û kesayetên rengoreg peyda dibin, ev yek rewa û xwazayî ye. Sorež bêjinga civatê ye û bi hêza milên demê tê hejandin, fîdakar, xwefirž, ezwer û mirovên durû ji hev dide alî. Sê rêzên cûd dê peyda bibin, dij, pê re û bêdeng ji kerkesê bêhtir in.

În 17. 06. 2011
   

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1.8
Bi Tevahī Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark