Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: ZIMAN JIYAN Û HEBÛN E

 


Amedekirin û danhev:
Abdussemed Mehmûd ( Bavê helbest)

Roja zimanê kurdî pîroz be 15 ê Gulanê

   Ma gelo mirov kare jiyaneke bê ziman bîne ber çavên xwe, şaristaniya ku  îro cîhan têde dijî wê li kîjan astê ba,ez bawerim wê tu şaristanî ne hatibana avakirin , her û her wê jiyan destpêkî ba, dîmek ziman rola wê  sereke ye di pêvajoya pêşxistnê de, û her weha yek ji tiyoriyên netwa ye , bingeheke stûr e ji hebûna miletan re,


 ji ber vê yekê miletên dagîrker şerê ziman hemberî ya konevanî dajon, loma ku tê xwestin em şiyar bin ji van pîlana re, hemû karînên xwe têxin xizmeta ziman û çanda xwe de,
bo zimanê me azad û serfîraz bibe ,û di çerxa xwe ya xweza de biger e,û bi hev re gulîstanek zelal ava bikin, ziyan û mercên li ser ziman ê xwe hilînin yan bi kêmanî wan sivk bikin
         Tevlî ez ne pisporim di vî warî de lê hewldidim ku berhemeke bi sûde pêşkêşkim ,
Îro roj bêtirî  sê hezar zima li cîhanê hene hin ji wan bi milyara mirov bi wan diaxivin û hin din çend hezar kes pê diaxivin , gelek ziman hatine qirkirin, dijî vê yekê bo parastina zimanê dayikê, yonisko sala 1999 an biryar da ko roja 21 ê sibatê bibe roja cîhanê ya zimanê zikmakî , ji hingî ve çalakiyên core cor li gelek deveran têne li darxistin bo parastina zimana.
          Em jî weke kurd xwedanê zimanekî zindî û Kevin di dîrokê de, ustûbar û erkê me ye ko em zimanê xwe biparêzin ji êrîş û mercên awarte , yê ku li ser têne peyrewkirin û ziyaneke mezin dighînê . ji bo rola xwe ya durist bilîze û di çerxeke xweza de bigere,
          Berî ku em derbasbin mijara xwe ya sereke PIRINSÎPÊN  KOKA ZIMANÊ KURDÎ hêjaye em bi kurtî li ser xalên stûr di koka zimana de rwestin, hin ronahiyê bavêjin destpêka çêbûna ziman bi giştî.
         Ziman diyardeyeke di jiyana rojanede ye, pêre dijî, şîn dibin û pêşdikevin bihevre , li hev  bi bandorin ew sembol û îşaretên di navbera mirovan de ye ji bo  hevgihiştinê, alaveke ji dan û stadinê re Kevin û  ayinde bihev girê di de , ew dengê derdikeve ji mirov di  derberîna xwestkên wî û guhestina raman û nerînan. Weke tê xuyakirin ko ziman ew mirovatî û şaristanî ye welat û xwedîye , ewe ko mirovan ji lawiran cuda dike  bi gotinekê tenê ZIMAN JIYAN Û HEBÛNE
          Başe ev hezarên zimana ko mirov pê dixivin îro, ji ku hatin, çawa çêbûne ,bi çi rengî ji hev cuda bûne ,ta gihane rengê îro têde dijî, bi rastî ta niha kes ji zimanzanê cîhanê ne gihiştîye encamekê, ko têde bêgûman dûpatbike bê koka ziman ji ku hatiye, bi çi rengî hatiye damezirandin, hemû nerîn û lêkolîne di vî warî de tiyorî ne, di van xalên jêrîn de giringtirîn tiyoriyên zimanî bi kurtayî û  tenê xalên stûr di her tiyoriyekê de berçavbikin:
1- tiyoriya wehî û ilhamê :bawermendê vê tiyoriyê dibêjin ko   koka zimana  û fêrbûna peyvan bi wehyekê ji xwedan daketiye ji zanyarê vê tiyoriyê  feylesûfên yonanî di serdemên Kevin de ji wana Hiroqlîtis  û Eflaton    û zanyarê mislmana jî weha dibêjin وعلم ادم الأسماء كلها ثم عرضها على الملائكة, البقرة 30
 dibêjin di şirovekirina vê ayetê de ko xwedan Adem fêrî navê hemû mexlûqata kir bi hemû zimana  , zarwên Adem fêrî wan zimanan tevan bûn , dema ko li cîhanê belabûn e her hinek ji wan bi zimanekî ji wan zimanan axivîne, ji zanyarê misulmana   ji xwedanê vê tiyoriyê Ibin faris e
2- tiyoriya zarave: xwedanê vê tiyoriyê dibêjin ku koka zimana ewe ko zimanzan li hev bicivin û her tiştekî navekî lêkin ji zanyarê vê tiyoriyê Dîmokrît, Aristo, Adem simês, Iin Cinî ne
3- tiyoriya lasaykirinê: evana dibêjin ko koka zimana ji teqlîda xweristê hatiye wek dengê birûskan, yê avê, yê daran, û mirovên Kevin weke wan dengan kirin, ji zanyarê vê nerînê Ibin cinî û zimanzanê emerîkî Wetnî ne
4- tiyoiyên nûjen:di serdema nozdan de ji encama lêkolînan tiyoreyin nû derketine ji wana:
     a- xerîza peyvê:  evana  dibînin ko koka zimana ji  xerîzak taybet hatiye liba mirovan dihêle ko pê derberîna hestên xwe û tiştin din bikin, bi rengekî taybet û ji xwebere, ji zanyarê vê nerînê ne Fendirîs ê firensî Mekis moler ê elmanî
     b-xwedanê ve nerînê dibêjin ko koka zimanê ew dengê ko ji mirov dedikeve di şînê de yan di şahiyê de yan dema ko matmayî ji tiştekî dimînin wek ah,oh ,ax ….evana belgeya wan tiyoriya darwîne
     c- evana dibijin koka zimana vediger karê tevayî dema ko mirovan bi hev re dikirin , di kar de dengin ji wan derdiketin bi wî karî ve girêday bû  paşî ew deng dikirin nîşana wî karî , yan ko diwestiyan di bînvedanê de bîneke kûr dikşandin pê vedihesyan dema kişandina bînê dibe dengin derdiketin.
zanyar û zimanzan di hemû çerxê cîhanê de ne rawestiane bo nasbikin koka zimana, lê ta îro roj negihane encameke durust ko bi belgeyan dupat bikin bê ziman jo kû hatine, ev ji ber ko tiyoriyê pêşî di vî warî de dereng derketine ta niha bi tevayî ew tiyoriyana hin rastî di tevan de hene û rexne li tevan jî  hene wek zanyar dibêjin .
         di encamê de  kijan nerîn rast be yan nerast be lê rastîke heye ko ana ziman hene, bi mirovan ve girêdayî ye  xwediyê hiş û bîrê  tu rojan ziman û mirovatî ji hev cuda nebûne.
yek ji wan zimanê ko mirovatiyê ew damezirandiye û bi milyona mirov pê diaxivin û jêdera wê rojhilata navîne,  zimanê me kurdan yê şêrîn e, zimanê kurdî ye ew zimanekî ARΠ ye ji malbata zimanên hindoropîye, gotina arî di serdema nozdan de hate eşkerekirin ku zanyar li wan  miletên di jora derya qezwîn de  dijyan li dora 4700 salî berî zayênê , ji wir koçber bûne bi alî oropa û asya de ji hindê ta êrlrnda , zimanê arî perçe bû gelek zimanan , wateya gotina arî di sensekrîtî de yên baş e elnubela û di di farisya Kevin de bi wateya esyad tê .dûra  piraniya zimanên ko di navbera Hind ta :Êrlenda de jêre   gotin malbata Hidnoropî
       Beşên zimanê Hindoropî:
a-  malbata Hindî:Hindî , Êrdî, Bengalî, T.D
b-   b-malbata Êranî:ji wan Farisî, Efxanî, Kurdî  t. d
dîmek zimanê kurdî zimanekî Arîye ji beş Êranî ji malabata zimanê Hinoropî ye Nêzî zimanê Avêsta ye , Sîdnî Smîs di dîroka aşor de di bêje ,(  zimanê kurdî ne zaraveke ji yê farisî û ne jê hatiye lê jê ser bixeye pêşketinên wî yên dîrokî rast hene ew ji farisya Kevin kevintir e) M.E.Zekî dîroka kurdistanê cildê yekem rûpela 305 an ,  dîsan  dibêje di  şeveqa dîrokê de li kurdistanê miletên çiyayê Zaxros hebûn, Lolo, Kûtî ,Soparo ev miletana koka kevnarin ji miletê Kurd re, di seda dehan û nehan de berî zayînê koçên Ariya hatin herêma çiyayê Zaxros pêşî û miletên wê xistin bin destên xwe de û bandore xwe li wan kirin , û midi yên herî bihêz û mezin bûn ji wan miltên ku hatin herêmê.(dîroka Kurdistan rûpela 59an).
Weke berê me got ku ziman û milet bihevvene naxwe bandora zimanê mîdiya jî li zimanê herêmê  bûye yan ketiye şûna wê , Fûad Heme Xorşîd di di dîroka ziman û zaravên kurdî de dibêje  zimanê kurdî ji zimanê Hindoropiye û pispor dibêjin ji Hindoropiya Kevin hatiye , yên destpêkê bi vî zimanê diaxivîn ji wan re digotin KORGAN li jorî derya Qezwîn bûn ji ber sedmên siyasî û cixrafî kocberbûne û  zimanê wan perçebûye, lê taybetmendiyên Arî di nav wan de mene û zimanê kurdî arîye bi taybetmendiyên xwe yê zimanî û rêzimanî. Zimanê kurdî yê destpêkê yê kûtiyaye ko di ciyayê Zaxros de dijîtin ko di hezarî berî zayînê wek zimanekî eşkere hebû piştî hatina ariya  bandora gotinanên wan li zimanê kûtiyan bû ta ko midi hatin di dora 700 ê B.Z û emberatoriya mîdya avakirin ko 150 salî berdwam kir . ew û kûtî bûne yek. Zimanê xwe û rewşenbîriya xwe li wan ferzkirin û parastin û berevaniya wê kirin. Naxwe  Di hingî de  miletê kurd bi zimanekî diaxivî bê zarav, merov kare bêje ko ziman ko kurd ana pê dipeyivin wek zimanekî arî ji malbata Hindoropî di 500 ê B.Z de wek zimanekî serbixwe bi taybetmendiyê xwe yê zimanî û rêzimanî eşkere bû,vî zimanî dirêj kir ta 1000 ê Z ango 1500  salî ma ,piştre çar zarav eşkere bûn ko di koka xwede nêzî hevin :1- kurmanciajorîn
2-kurmanciya navî 3-goranî 4- kurmanciya başûr.  Dema merov li dîroka miletê kurd veger mirov dibîne ko piştî mîdiya tu desthilatê kurdî nehatine ko ziman bi parêzin û kurd bûn Êl ko serokê her êlekê radihişt berpirsiyariya exlaqî  di ber êla xwe de û têkilyê yekser di nav wan de hatin birîn . naxwe sedemên cixrafî û siyasî zaravên kurdî damezirandin. Ji ber van sedaman bi xwe ko êl firehtribûn û hin koçberî deverin dîtirbûn û ketin nav êlin din de di 1500 ê Z herçar zarav perçebûn û şax ji wan çûn û ta roja îro berdewamin.
  Beşên zaravên serke evin:
  a- kurmanciya jorîn:1-beyzîdî 2- hekarî 3- botanî 4- şemdînanî 5-behdînanî  6-xerbî

b-kurmanciya navîn:1- mogrî 2- soranî 3- erdelanî 4- sulêmanî 5-kermiyanî.
c-goranî:1- goraniya resen 2-hewremanî 3-becelanî 4- zazakî (Dimilî )
d-kurmanciya başûr:l- lorîya resen 2-bextiyarî 3-masanî 4-kelhorî 5-melekî 6-kohkolewî
 
 ‏‏‏‏‏      bi rastî îro roj zaravê behdînî û soranî ew sereken e û kurd bi wan di peyivin yên dîtir zaravin biçûkin ti belge yan levegerek  min nedît ku li ser herêmên têde bikartên , zazakî li herêma dêrsimê li kurdisatana turkî bi kartê , birastî cudabûneke mezin di navbera kurmancî û zazakî de heye dighê asta serxwebûnê , û hewramî li başûrê  kurdisatna îraqê de ye , ev zar bi xwe mirov kare bêje devkî ye ji ber  ku tu berhemên wêjeyî bê nehatine weşandin, zaravê kurmancî  kurdên turkî ji bilî zaza, kurdên sûrî, li îraqê ji nîvê hewlêrê û bi rojava de , li îranê di herêmên kurda yên bi ser sînorê turkî ve , li van dera li gor agahdariya min kurmancî bi kart ê . lê soranî ji nîvê hewlêrê bi rojava de ta sulêmanî û ta sînorê Êranê û kurdên Êranê yên bi ser sînorê  Îraqê ve evana soranî  bi kar tînin
          Hêjaye ko ez bînim ziman , hin ji rewşenbîrê desthilatên herêmên kurda di bêjin zimanê kurdî zimanekî cîgehî ye û zarav û devokên di kurdî de kêmasiyek zimanî dibînin , lê bersiva wana ezê ji pêşgotina Kovara pirsê bidim:
Ev ji pirsê ye,  Rast e, di kurdî de zarav û devok hene, ev rewş ne tenê xweserî zimanê kurdî ye . Di hemû zimanan de zarav û devok hene .Standarbûn tenê di zimanê nivîskî de ye,ne di yê devkî de ye, kîjan gel an netewe dikare biangiştinê …îdea bike…ku hem zimanê wan ê devkî û hem jî yê nivîskî zimanekî hevgirtî û standar e.di zimanê hemû gel û neteweyên misilmanan de serdestî û bandore Erebî berbiçav e û her weha di di zimanê gelên Îsewî de jî mirov bandora zimanê latînî tê de dibîne .Ev reşa hanê ji ber ol û dine ji ber ku zimanê mizgeftê Erebî ye û yê Dêrê jî latînî ye. Ji bilî vê yekê hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê . ji aliyê ziman ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev standine .Dawiya birina ji pirsê    …… Kovara pirs hejmara 47 an sal 2010 Rûpela 4 an   )
       Di encamê de, zimanê me Arî ye ji malbata Îranî ya zimanên Hindoropî ye, 1000 ê B.Z zimanê kurda yê destpêkî bû, di 500 ê B.z wek zimanekî serbixwe li herêma kurda derket ji tevlêbûna zimanê Kûtî û Mîdî, di 1000 ê Z  bûye çar zarav bi sedemên siyasî û cuxrafî , di 1500 ê Z dîsan perçe bûye ji ber sedemên berê  û îro roj du zarav ji wane mezinin jimara mezin ji kurda bi wan di peyivin yên dîtir zaravin biçûkin di herêmin teng dene. 
 
Lêveger û çavkanî
1- dîroka Kurdistan M.E.Zekî cildê yekem
2-  dîroka pêşketinan ziman û zaravên kurdî F.H.Xorşîd
 3- malperên enternêtê 
4- kovara pirs jimara 47 an

     Kurdî ya destpêkî    1000 ê B.Z
 
     Kurdî             500 ê B.Z

Kurmanciya jorîn     kurmanciya navîn      goranî      kurmanciya başûr 1000 ê Z

1- Beyazîdî          1-Mogrî             1- Goraniya resen    1-Loiya resen

2-Hekarî              2-Soranî           2-Hewremanî           2-Bextiyarî

3-Botanî               3-Erdelanî         3-Becelanî              3-Masan        1500 ê.Z
      4-şemdînanî     4-Sulêmananî     4-Zazakî(dimilî)     4-Kelhorî
5-Behdînanî             5-kermiyanî                                    5-Melekî
6- Xerbî                                                                     6-Kohkolewî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark