Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tucholsky’én* kurd

 


Arjen Arî

Ji ber þert û mercén dijwar é li welaté xwe, wekî gellek þairén li erdnîgariya Amerîka Latînî Nerûda jî gellek caran axa xwe terk kir.

Lé,  piþtî her ‘terkiriné’, Nerûda wegeriya welaté xwe yé ku li ezmané wî teyrén albatros ba dijendin, û hesin û guherçîleyé ji biné erdé dewlemendî vedijend û bexþî xelké Þîlî’yî dikir.


Nerûda herî pirr ji axa Þîlî hez dikir, an ji Mathilda’yé?

Çavén Elsa’yé, çavén ku bi þairekî helbestan bidin nivîsandin û wekî di þi’ira tesewafû de çav û welat li tevî hev bibin; em é  ‘hikmeta’ vé ‘hezé’ bi welatekî ve, an bi du çavan Elsa-Frensa ve girébidin?

Ez; Lîlî, Elsa û Mathilda’yén wan nes nekim û li tevi min hûn jî nizanibim bé hene an tunene; herdu Dérikî: Reþîdé Kurd û Qedrî Can ne di ‘hembéza’ Dériké de li bin siya darén hejîrén Xabé; li  ‘xerîbîye’, bi hisreta nérîneke dawî li darén zeytûnan, çavén xwe dan ser hevdu.

Osman Sebrîyé ku piþtî mirina apén xwe diviyabû bibe seroké eþîra Mirdés, piþtî efûyé giþtî kariye were ser war û wargehén xwe bav û kalén xwe én li Koliké.

Ew li Meletiyé ye, pismamén wî- ji sedî sed ji ber timaya mal û milkan- kuré wî  dikujin.

Piþtî vé qewimîné, Osman wekî bibéje ‘ev welat ji min re nabe’, vedigere Binxeté û mala xwe bar dike, li  Þamé bicih dibe.

‘Çûyina’ Cegerxwîn bi Apo tahl be jî,  ew jî ma ne li Þamé, li Hara Kurdan wekî yekî miþext jiya, û li wir çû ber rehma Xweda?

Sedem çiye ne çiye pé nizanim; lé bi qasî ku dizanim, bi qasî ku di seranseré jiyana xwe de welatek xwest û di ber de bû péþmerge û tékoþiya, û ev daxwazî di her deliveyé de bi helwest û helbestén xwe de derkir, Peþéw’é ku niha ‘xwediyé’ welatekî bi al û parleman û desthelat e, ne li welaté ku bériyé dikir; niha, vé kélîké li xerîbiyé, li Fînlandé dijî.

Wekî gotina hinekan, gelo þair ‘béwelat’ in?

Heke béwelat bin, þair dema ku dimre çima qewitîya ku termé wî li welaté wî were veþartin, dike?

Berevajî Cegerxwîné gewre, Cegerxwîné ku di dawiya emré xwe de beré xwe da Swédé;  Kurt Tucholsky’é ku ji ber xezeba naziyan direve, piþtî rûxina desthelata naziyan jî venagere Almanyayé; wekî mirovekî ji rézé li Swédé dijî, li Swédé dimre…

Piþtî mirina wî, Swédî  nû pé hesiyan ku þairek hatiye welaté wan, li wir jiyaye, li wir miriye.

Ji bo ku vé ‘þerma’ xwe bikin rûspîtî, Swédî piþtî mirina Tucholsky bi gellek salan dixwazin  rûmeté bidiné, û her sal bi navé Xelata Tucholsky a Wéjeyé xelateké didin þairekî xerîb, þairekî ku ji neçarî xwe avétibe bexté Swéd û Swédiyan.

Ji wan þairén xerîb ez du kesan nas dikim: Yek Þérko Békes e* yé din Selîm Berekat e.,.

Þérko di ser Þamé re piyé xwe davéje Swédé. Selîm ji Kibrisé, ji rexé rûman xwe digihîne welaté li wî ‘seré dinyayé’.

Herdu þair  jî piþtî wergirtina Xelata Tucholsky destûra niþtecîtiyé, û vé paþiyé jî hemwelatiya Swedé disitînin.

Selîm’é ku di nava ereban de zornavdar e, di nava kurdan de jî bi berhemén: ‘Sîsirkén Hesinî’, ‘Pif Bike Sur’ê’, ‘Ber bi Olimpiyata Xwedé ve’ xwediyé rézgirtiné ye, û ew hé jî li wir,li  Swédé dijî…Lé, Þérko piþtî ‘tifaqa’ herdu partiyén sereke, vegeriya Herema Kurdistan û demeké bû wezîré rewþenbirî…

Þair li her deré, li her cihî þair be jî; kela dilé þair herî pir li xerîbiyé dikele, an li ser axa ku li seré dijî, difûre?

Digel helbestén wî yén bi tevahî di çéja stiranan de, xwediyé peyvén stiraneke Þivan:

Ré dûr e delîv teng e/ Huner evîn û ceng e/ Þivano léde léde / Êvar e li me dereng e’ ma ne helbesta  Sebrî Botanî ye, û wî ev helbest ma ne li xeribîyé veristiye?

Wekî Cegerxwîn’é ku helbestén wî sé qaté helbestén Boudler ji héla muzîkjenan ve bûne stiran; ma ne Sebrî Botanî  jî, Sebrî Botaniyé ku di dawiya temené xwe de seba ‘piçek ewleyî’ û ‘pariyek nan’, sala 92’é  piþta xwe da axa pé þanebûyî, û beré xwe da xerîbiyé?

Yén ku berhema bi navé ‘Jînenîgariya Min’ a Cegerxwîn xwendibin, di dawiya pirtuké de, di wéneyén ku bi hev re girtine de, dé bibînin ku Cegerxwîn û Sebrî Botanî bi kincén péþmergetiyé, di sewré de ne, þerker in!
Hinek; þairan mîna mirovine hesttenik û xwediyé tiliyén nermehevriþmî bihizirin jî; li ser erdnîgariyén ku xwîn li axé, bahrûd li hewayé vedaye, dé bibînin ku helbestkar péþî bi pénûsé xwe, paþé jî bi çeka xwe di þer de ye.
Piþtî ‘þoreþé’ bibin serperiþt û xwediyé dezgehinan, û hukim li dolaran bikin jî; þairin jé, niha jî di etra çapkirina dîwaneke xwe de ne.
 Ne ji çavnebarî; lé wekî gotina péþiyan gotî, ‘hinek dikin hinek dixwin’; wisa dixuye ku di destpék û dumahîka her þoreþé de ‘gellek dikin’, ‘hindek dixwin’?!
Ev ‘gellekî’ û ‘hindekî’, raste rast bi sekna helbestkar ve, bi helwestwergirtina wî a polîtik ve, bi dûrbûn û nézikbûna wî ya desthelaté ve girédayî ye.
Ji ber ku desthelat, li her cihî xwediyé ‘destkeftiyan’ e; þairén mîna Tucholsky dikarin li xerîbiyé bijîn û bimrin, yén wekî Mayakovskî jî dikarin bibin ‘seréþ’ û ‘goriyén’ þoreþé!

*Toholskî
*Þérko Békes sala 1988é xelaté werdigire
13.05.2011/A.Arî


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark