Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Siyaseta (PYD) di navbera tirs û pirsyariyê de

 


Dr.  Azad Cemil Botanî

Roj li dûv rojê axaftinên nû li ser Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) tên bihîstin û belavkirin,û bi xurtî tê gotin ku ev Partî li peyî ecinde û pirojeyên cuda ji armanc û berjewendiyên netewî û niştîmanî yên gelê kurd li rojavayê kurdistanê digerê û li gorî wan ecinde û pirojeyan siyaseta xwe avadikê û pêvajoya kar û xebata xwe diqelêşê.


Ev bîr û bawerî li ser şopa kar û çalakiyên (PYD) yên li qada kurdî lidardixê tên gumankirin û herweha li ser şûna axaftin,daxuyanî û çavpêketinên berpirsên vê Partiyê yên di ragihandinê de tên weşandin, cih digirin û  rêzên dîwarê wan tê lêkirin.siyasetmedar,ronakbîr,nivîskar û rojnamevan siha rê û rêbarên xizmetkirina ji van ecinde û pirojeyan re li ser rûyê erdê dibînin,û guman dikin ku ev gotin ne dûrî rastiyê ne,nexasim ew kar û çalakiyên ku îro bi rêk û pêk ji aliyê (PYD) ve tên dîtin.ev bizav û çalakî ne ji xwe ve tên û her ne ji valehîyekî jî derdikevin û mirov nikarê bêjê jî ne di bin serdestî û kontirola (PYD) de tên girêdan.eger mirov li reng û rûyê wan bizav û tevgeran,ewên ku li gelek bajarên kurdan, çi niha û çi di dema borî de hatin pêkanîn, binêrê.baş ji mirov re şûn û şopa (PYD) ya ne veşartî û ya nayê veşartin jî di wan çalakiyan de tê xuyanîkirin.
Berî her tiştî rabûna bi rêpîvan û bizavên cemawerî li qad û meydanên bajarên kurdan û hildana al,wêne,silogan û durûşmên bi jîn û jiyana serokê Partiya karkerên kurdistanê rêzdar Ebdula Ocelan ve girêdayîn.ev kar û bizav ne tenê bûn cihê nerazîbûnê di qada kurdî de,lê bûn cihê şermezarî û diltengiyê li rex gelekan ji dost,heval û alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqratî (PYD) ya ku tê naskirin û binavkirin di nava gelê kurd de li rojavayê kurdistanê,ku ew partî baskê (PKK)ê yê Sûriyê ye.lê tevî vê yekê û wan rexnan jî van biraderan dev ji van rengê kar û çalakiyên xwe yên cuda  û xweser bernedan û dema ji wan hate xwestin jî bi dengek bilind bersivdan û gotin: ev al û wêne bi xwînê hatine hildan û ne bi xwînê bê û xwînrijandinê bê jî kesek nikarê wan bînê xwar.
Her dîsanê çavdêrên siyasî guman dikin û nîgeraniya xwe jî didin xuyakirin,ku ev hişemendiya hişik û kawî û ev şêwazê kar û xebatê,û nexasim di vê dema nazik û hestyar de,armanc jê ne livandina civaka kurdî li rojavayê kurdisanê ye, ku di demê bê de bibê cokek ji cokên bizava gelê Sûriyê û tevlî çemê xwepêşandan û tevgerên aştiyane bibê,yên ku îro roj rûberên wan seranserî Sûriyê vegirtine û bi germî berdewamin.lê belê tê gotin ku nêta (PYD) ji van rengê kar û çalakiyan razîkirina desthilatdariya Sûriyê ye û merem jê ewe, ku jiber desthilatdariyê ve namena ji hikumeta Turkiyê û serok wezîrê wê Erdogan re bişînê,beramberî wan şîret, helwêst û daxuyaniyên wan yên ku bûn cihê nexweşhalî û nerazîbûna desthilatdariya Sûriyê.naveroka wan naman jî ya yekê,ewe ku rijêm dixwazê bêjê: va hê şan û guropên razayî yên (PKK)ê hevsarên wan di destên me de ye û çi çaxa me bivê emê wan di rûyê we de hişyar bikin.
Her di vê rêyê de,dîsanê veqetandina (PYD) meydana kar û çalakiyên xwe ji aliyên dî yên kurdî û niştîmanî,û rabûna bi çalakî,bizav,nerazîbûn û xwepêşandanên cuda ji qada kurdî,û herweha ji aliyên tevgera kurdî jî.ji ber wê jî û çi dema ku xwestin tevlî nerazîbûn û xwepêşandanên xortan yên tevayî jî bibin,wek li ser devê peyvdarê Hevkariya Rêxistinên ciwanan hate ragihandin:ku kesên wêneyê serokê(PKK)ê,û al û siloganên bi wan ve girêdayîn bilin dikirin,xwestin van rengê nerazîbûn û xwepêşandanan yên ku azadî û demoqrasiyê dixwazin, û hevkarî û piştgiriya gelê Sûriyê dikin,berê wan bi guherin û wan bi demê re beravêtî bikin. ji ber wê yekê jî Hevkariya Rêxistinên ciwanên kurd nameyeka taybet şandin Qendîlê ji rêzdar Murad Qereliyan re ,tirs,pirs,nerazîbûn,gilî û gazindên xwe jê re diyarkirin.
Berî wan karan tevan û her bi wî alî ve girêdayî, hin kar û guhertinên balkêş, ku bi (PYD) ve girêdayîbûn,ne di hiş û guman de bûn,bal ber bi tiştin dî ve kişandin û bûn cihê tirs û pirsyariyê li rex gelê kurd li rojavayê kurdistanê.di serê wan pirsan de, tê gotin ji çavkanîn cihê pêbaweriyê ku şandek ji serokatiya (PYD) ji Qendîlê ber bi Sûriyê ve hatiye rêkirin û bi dezgehên ewlahiya Sûriyê re civiyane û vegera serokê Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) mamosta Salih Mihemed Muslim ji Qendîlê di vê zemînê de û ji nişkî ve derbasî meydana kar û xebatê bû,tevî ku berî niha, çiqasî ev gotin raste em nizanin,lê li ser devê heval û layîngirên (PYD) di hate bihîstin û gotin,ku mamosta Salih Mihemed Muslim serokê (PYD) ji Sûriyê reviye,ji ber bi deh salên zêndanê hat bû dadgehkirin,û berî vegera wî jî serbestkirina bêhtirî ji (50) pêncî endamên (PYD) yên ku berê ji aliyê dezgehên ewlahiya Sûriyê ve hatbûn girtin û di serê wan de endamê serkirdayetiya (PYD) û çalakvanê siyasî yê navdar mamosta Îsa Heso, û sistkirin û nerimkirina siyaseta (PYD) û çalakiyên wê yên ku berê dijwarbûn di rûyê desthilatdariya Sûriyê de.hêjayî gotinê ye ku gelek serkird û çalakvanên siyasî yên Partiyên Tevgera Kurdî jî di wan zêndana de hebûn û bi wî awayî nehatin berdan û ta vê demê jî bê dadgehkirin di zêndanên Sûriyê de ne.
Ev yeke tev de li alîye kî,lê li aliyê din,tê bihîstin û weşandin ku bêhtirî ji (1000) hezar çekdarên (PKK)ê, ji Qendîlê ber bi Sûriyê ve hatine kişandin û hatina wan jî li gorî rêkeftinekî di navbera (PYD) û rijêma Ba''''''''as de haiye morkirin,ew rêkeftin jî nûkirina têkilî û girêbestên kevin yên ku berê di salên heştiyan de hatbûn girêdan di nava rijêma Ba''''''''as û (PKK)ê de û nûkirina wê di vê demê de li dijî kar,kiryar,daxuyanî û helwêstên Erdogan û hevalbendên wî,yên ku helwêst, kar û desttêwedanên wan cihê tirs û şermezariyê bûn li cem desthilatdariya Sûriyê,li ser bingehê rêkeftina nû wê rijêma Ba''''''''as deverên kurdî li rojavayê kurdistanê li gorî yasaya nû ya rêveberiya herêmî (îdara mihelî) radestî (PYD) bikê û wê (PYD) bi tena xwe rêveberiya wan deveran bike.wek tê gotin rijêm difikirê û dixwazê ezmûna Hemas û Hizbilah ya Libnanî li wê deverê cîbicîbikê,û axaftina mamosta Salih Mihemed Muslim ya vê dawiyê bi rojnama (Şeriq Elewset) re,ew jî herikî li ser wê cokê û bi eşkere xizmeta wan ecinde û pilanan dikê,tevî ku mamostayê nav birî ew gotinên li ser devên wî hatîn belavkirin derew derxist,lê bersiva wî pir nimiz û lawaz hat,gotinan cihê xwe girt û ne karî baweriyê vegerînê û wan gotinan derewîn derêxê.her li gorî wan têkilî û peywendiyên nû ,zêrevanên siyasî dibînin, ku (PKK)ê di dema bê de wê êrîş û çalakiyên xwe yên çekdarî dijî desthilatdariya Turkiyê gerim û gurtir bikê, û wê sînor û rûberê wan êrîşan di nava xaka Turkiyê de ferehtir bibê.
Ev gotin ji rexe kî ve rêyên xwe di mediya cîhanî de digirin û ji rexê dî ve li qada kurdî tên bihîstin û belav dibin.
Emê van axaftin û gotinan li pêşberî berpirsên (PYD) raxin,destên xwe li ser dilê xwe deyînin û li benda rastiya wan rawestin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark