Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Roja rojnamevaniya kurdî

 


Salih Demîcer – Beyrût

Bi boneya roja rojnamevaniya kurdî û bi amadebûna Neqîbê rojnamevanên Lubnan rêzdar Mihemmed Be`elbekî û miftiyê parêzgeha terablos  birêz Malêk Þe`aar û balyozgerê dewleta seltenet uman rêzdar Mihemmed Elcezmî û bireke mezin ji kesayetî û rojnamevan û lêvegerên siyasî û ayînî  , komela xêrxwazî ya kurdî a Lubnan kombûnek li navenda komelê li darxist û têde  sernivîserê rojnameya Ellîwai a Lubnanî rêzdar Selah Selam hate xelatkirin.


Rêvebirên komela xêrxwaz bala amadeyan kiþandin ser rojnameye  Kurdistan a ku di sala 1898an de li Qahîra derçûyî  û rola wê ye berz di dîroka rojnamenvaniya kurdî de . ne tenê wekû yekemîn rojnameya  belê wekû nîþan û sîmbola biratiyê jî di navbera gelên kurd û ereb de,  bi taybetî ku ew li welatekî Erebî wekû Misir dercûyî. û dûpat kirin ku rêzgirtina rojnamevanekî Lubnanî jî geveke ber bi wî alî de.
Sernivîserê rojnameya Ellîwai  rêzdar Selah Selam sipasiya komeleya xêrxwazî kir ji bo vê rêzgirtinê û diyar kir ku  cihê serbilindiyê ye bo wî wekû rojnamevanekî were xelatkirin ji  kurdên Lubnan û komeleya  wane xêrxwazî de.
Ji aliyê xwe de neqîbê rojnamevanên Lubnan rêzdar Mihemed Be`elbekî di axaftina xwe de ev rêzgirtin wek rêzgirtinekê ji hemî rojnamevanên Lubnanî re nirxadin û kurdên lubnan wekû pêkhateyeke bingehîn a civaka lubnan dan nasîn .
Tê zanîn ku rojnameya ellîwai  roleke erînî di piþtgiriya kurdên lubnan û rojnamevaniya wan de lîstibû di demekê de ku kurdan nikarîbûn bi awakî fermî  çi nivîsên xwe belavkin.
22-4-2011

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark