Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Þêrîna Min!

 


 
Ferhad Þêxê

Ji Çilrojiya koçkirina kebaniya xwe Fehîma Hemo (Diya Awat), re dikim diyarî, Ji roja  20 adara 2011 an re

Þêrîna min!
Bi ciwanî, bi xortanî
Min tu xwedîkir;
Min tu anî..
Þêrîna min!
Bi rengê Ferhad û Þêrîn
Bi awaz, bi lîlan, bi dîlan
Min tu anî..
Li nav baxê gulistana
Min tu danî..


Þêrîna min!
Gelk xaç û rê li pêþiya min
Hatin danîn,
Gelek kolan, kendal
Min hilanîn..
Weke bazek li zozana
Ji nav koma nêçîrvana
Min tu anî..

Lê ez çibkim þêrîna min!
îro tu dizanî;
Tu xayin bû,
Te ez hiþtim perîþanî,
Li þûnwara te ez hiþtim
Ber dîwara..
Te ez kirme kalekî heyþtê salî
Bê zimanî..
Bi ahîn im, bi hewar im, bi qêrîn im
Þêrîna min..

Kulîlka min!
Delala dilê ciwaniya min, hevala min!
Di rojên teng û tarî de
Tu heval bû..
Çibkim îro ji te dûrim;
Bi axîn im, bi ahîn im, bi hewar im û
Bi qêrîn im..
Çibkim îro te ez hiþtim li þûnwara?!
Dilopên hêstira dibarîn im
Bi erzanî
Qetîtkên xwînê dirjînim
Bi giranî
Ax û oft dighên Xwedanî,
Ji dizî ve kes nizanî..
Delala Min!
Lê ez çibkim, ez çawa kim;
Perîþan im, birîndar im..
Kulîlka min,
Te zû barkir bi erzanî..

Qamiþlo, 19.03.2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark