Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mihemed Þêxo dengê azadiyê.

 


Nizar Yosif

Çima hertim Mihemed Þêxo? Her sal pîrozkirina bîranîna wî, çendî nivîs li  ser têne nivîsandin,lêkolîn li ser jiyana wî têne kirin, ahing ji bo wî têne lidarxistin û festîval bi navê wî têne çêkirin ,,,,,,,,,,,,, ! Çi þans û siûda vî kesî heye. Ma gelo tu hunermendên stranbêj ji bilî vî hunermendî nîn in? 

Bê guman hene,û her yek taybetmendiyên wî jî hene,lê pir xweserî hemî caran û her deman bi her kesî re peyda nabin û di yekî de nacivin, û ne her hunermend diþê hêlîna xwe di dilê guhdaran de ava bike, û lîsê germ di nava civatê de bi cî bîne.


Lê yê ku evqas bandor bi hunerê netewî yê resen, bi awayekî reyalîst, bi þêwazeke melûl bi xelkê re daxife. Êþ û derdên wan bi wêneyên dewlemend datîne li ber çavan, wê hingê paþhest bê hemdî xudanê xwe wî berûpê dibe û di heman demê de pê ve girê dide û xwestek û hest bi dijwarî wî di pejirînin û bi ser de diþêlin. Wekî ku ev xelk bi meremên xwe ve li bendî vê kesayetiyê rawestiyayî ne. Dengê rewa, nerm û geþ guhên guhdaran dixwerîne û bi wê stûrbûnê têr dike, di her peyvê de bi harmonî tîne zimên, hestan dilivîne û janên ku rayên wan hiþkkirî derman dike û dikewîne. Dengê fort bi hêrsên germ ji gewriyê diherike, mîna sûlaveke ber fireh bi pîvaneke giran ji geliyekî bilind berjêr dibare, ew avrêj dibe xumam û hêlim pê bej û kendalan rewa dide û tihna axê diþkîne. Ew derd û kulên hezarên salan ku bi ser hev de kombûne, wesa diyar e, ku doza vî welatî embarên êþ û janên sitembariya xwe tev kom  kirine û danîne ser nêvpolên wî, û bar û piþtiyê piþtê di tevaya jiyana xwe de hildigire. Ew kiriye sazmanê xwe yê hinerî û nûnerê bê hempa ji bona çareserkirina pirsgirêkan bi peyv û deng û sazê. Evqas girêdan û rûmet jê re ji zanistî û hostayiya wî di avakirina wêneyên hunerî bi harmoniyên awazan ve, ji dîmenên warên kalan tînê der, bi dengê ter ê  ji serkaniyên meyê xweþtir, bi hêvênê hestên xwe distirîne û bi êtûna bindestiya xwe dipêje û dide guhên birçî,,,,. Lewma Mihemed Þêxo jî wek hunermendekî berpirsyar û bawermend vê yekê dibîne erkê xwe, ji bonê bizaveke mezin bê sînor dike. Tu çax û deman vî mirovî huner ne afirandiye ji bûyî berjewendiyên xwe yên kesayetî û bi mefayên aborî nêzîk ne biye.
Bi bizavên xwe bûye hîmeke bijartî yê vê çandê. Deriyê malên helbesvanan quta û rûpelên pirtûkên wan bi xwendin li hev dan, heta ku di nava berhemên wan de mijarekî bihêz,  ku li bejna vê dozê were, bibîne û hildibijêre û pê re bilorînê. Bi alav û armancên hinerê serwext bû. Ev tiþtên he di nava verêjên wî de vedibiriqin, ji nifþan re bûne destanên hunerî û cihên navlêdan û pesnan.
Zehmetkêþê moralbihêz xembariya welatê parkirî di bejna xwe de wêne kir, jê re bû hêza pêþketinê, ku pê li ber xwe da.
Ji pistûriyê reviya li bersivdanê geriya, di bin gefên dijmin û xêrnexwazan de ne tewiya û bi baweriyên dijwar çû û hat. Di her astengiyê de ne hejiya li ser armancê xwe ma. Bê guman bûye parêzvanê hinerê saxlem. Civak û welat di dilê xwe de çandine, li gorî wê pîvanê xwe kiriye bindarê wan, û gel jî vî hinerî bi vî dengî layîqî xwe dibîne, jê re rêzê digire û hembêz dike, jê têr nabe û herdemê biçiyê wî ye. Tu carî ewî rola xwe ya rêberî di hunerê de ji bîr ne kiriye, di pêþengî û zelaliya pêþerojê de ji gel û civakê re çalak û xwedî kêr maye. 
Bi nefsa piçûk bejna xwe ya bilind li her qadê ji axa pîroz re digihîne erdê, lê bilindiya dengê wî ji evrazên Qedîl û Agirî bilindtir deng vedidin.
Babê Felek, hunermendê xumal, vebiriqandina wî ji birûskên axa Medya ye, ji bo vê yekê hinerê xumal ji hunermendê xumal tê xwestin. Bi xumalî û xweseriyên xwe li ser gel lehîst, di nava hestên wan de kola, mîna taveke geþ ji nêvpolên çiya derketî, dilyayê li mirov û waran dibarîne.
Biwêj û þîrovekirina wî bi dawî nayên û yê tune be. Weke min di destpêkê de dayî xuyakirin, armanc,dîtin û bînayiyên wî yên netewî ve girêdayî ne. Mihemed Þêxo wateya doza welatekî sitembar e, hemî  xweþî û nexweþiyên wî welatî di kesayetiya xwe ya yekane de çandine û civandine, lewma ewê hertim nuh û cihê pirsê be.

09.03.2011
Elmanya 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark