Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Karbidest

 


  Ahwara Ako

ez bi gavin sist bi derencê ve hilkişîm, ta ku ez gihştim qata sisiya devê min zuha bû.
 Derbasî oda ku zarokan lê qeyd dikin bûm. Min destê xwe dirêjî karbidest kir, bi tirs û sawê ez girtim.
 Min di nava xwe de got: " Dibe ku bera min de ji vir, yan jî bi ser min de rabe û erza min bişkî ne, hingî ezê çi ji xwe re bêjim!?


- Ezbenî ji kerema xwe ....Ez dixwazim....
Yê karbidest rê neda min ku ez gotina xwe berdewam bikim. Wi bi devekî qefil û rûkî şûştî berê xweda min.
-  Xêre...Serê vê sibehê....

Bi madekî tal û tirş zerf ji destê min girt.

- Hi..hi! ku ne li vir be hun nayên zeftkirin. Zarokekî nû ji we re çêbûye. Başe, ev çiqasî wî qedya ku çêbûye? Çima tu bi derengî hatî ye  wî li nifûsê qeyd biki hê?....Hema bi xwedê hun tev de....Tu caran win tişta ecele fêm nakin?.

Min di nava xwe de dixwest ku bersivin hişk jê re bêjim lê....wek ku tê gotin: ( Destê ku tu nikaribe bişkîne maçke û deyne ser serê xwe.)  Min bi hêdîka û bidilovanî jê re got:

Bi rastî ezbenî, ev nebûye sêçar rojên wî ku çêbûye.

Wi nehişt ku berdewam bikim gotina min birî û got:

-  Bes bes......Ez bawerim ku ev bûye sê çar salên wî, anjî berkî ne lawê te be, lawê hin ji vanê ECNEBI yan be, ev lîskê wilo genî ji we Kurda tên ku hun bikin. divê tu wî bîne em lê binerin!?

Wî wilo got û agir ji çavan diçû. Min bi dilşadî û bi hêviya ku ecele îşê min biqedîne jêre got:

-  Ezbenî ji kerema xwe îşê min  hîna li devirin dî heye,  û tu jî vê zanî, divê hîna ez herim ba ( Emen Edewlê ) hêza desthiladarî ya asayishê û cihê temwînê jî lawik qeyd  bikim.

Dema ku min wisa jê re got, beşirî kenya, diranên wî yên zingarî weke mîxên di bin sergoyan de dixwiyan.

- Ka were virde lo.tu çi karî dikî? ji te xuya ye ku tu têre?

Min naskir bê daxwaza wî çiye. Min jî êdî bi payebûn jê re got:

-  Ez xwedî milkim, xwedê bide ometa Mohemed tevî, û bide tejî, çend çewal erdê min di xeta dehand de hene.
Dema ku dengê xeta deha hat guhên wî, ew ji cihê xwe qevizî, beşrî û ber min ve hat. Bi guh miçkî destên xwe dirêjî min kir.

- Rûne mamo....Kermeke rûne....Kiro Cabir....Wa Cabir! Ka qehwakê ji apê xwe re bîne. Ez zanim vê sibê tu hinekî ji min aciz bû ye. Kar geleke û ez jî bi tenê me. Navê te bi xêr?

Bi rastî êdî ez şabûm, û di wê kêlîkê de gotina dapîra min hat bîra min." Lao pere, pere q
iloçê zilama ne“.

Ez li ser kursyê rûniştim û min nig danî ser nig. Wî ji pakêta xwe çixarek Ecnebî  derxist û ji min re pêxist. Di wê  kêlîkê de fincana qehwê jî digya. Cabir jî dev li ken bi kêf û şahî qehwe danî ber min û rawstyayî ma. Min fam kir bê daxwaza wî çiye, min destê xwe avêt bêrkâ xwe, lê yê karbidest bezî û madê xwe lê tirş kir.

-  Na..Na ezbenî  ev li ser me ye. Oxir be ji te re Cabir.

Min xwest ku bi lez ji wir derkevim, lê wî nedihişt ez merama xwe bigihînim serî û pirsin kelovajî ji  min dikirin.

- Çiqas erdê te heye....Înşele wê îsal mûsim  baş be....Çend zarokê te hene...çi hesinê we heye. Û...Û??

Min di dilê xwe de digot" Gelo ma ev mirov dixwaze mervantîya min bike, yan ez li ( firê Emn Edewlê ) la ba desthilata asayishê  me.
Min  hêz û qeweta xwe girt û  min gotina wî birî.
-  Mamûsta ez dixwazim navê layê xwe li ba we qeyd bikim.

Wî bi dilnazî li min vegernd:

-  Ê.. de ka bêj, tê navê wî bi ke çi. Ser xêrê be înşele. Ka tê çi bidî me? hema çi ji nav destên te derkeve wê başbe.

- Min navê laoê xwe kiriyê Berzan, ji kerema xwe wilo binvîse Berzan.

Dema ku wî navê Berzan bihîst, ji cihê xwe qevizî û bilez destên xwe danî ser devê min.

-  Hişbe..Kes vî navî ji nav lêvên te nebhîze. Ma tu nizanî ku navên biyanîyan qedexene. paşê tu misilmanî ne! Divê û gereke ku em nav û paşnavên sehabî û ûcaxan vejînin, bike Mûmemed, Ahmed, Hesen, Elî yan jî Mistefa.
-  Ev çi navên çewtin, ku ji nişkê ve hişê we vebûye û we dest bi van navên bê wate  kiriye, wek Şêro, Xisro, Evîn û Şêrîn. Hetanî kengî winê wilo bimînin?

Di ber xwede tiştek digot:" Erê çima na, karbidest hemî wilo dikin“.

Min êdî naskir bê di çi de dirame. Min destê xwe avêt bêrîka xwe û serê 500 wereqî belû kir. Bi lez ber bi min ve hat beşirî, girêz ji devê wî herikî û bi poşmanî.

- Tê li min negre ezbenî..Bi xwedê ev ferman ne ji ba min derketiye, ji jor hatiye, lê nexeme, ezê jibo xatrê çavên te vî karî bikim û divê ku kes pê nizanibe.

Zerf ji destê min girt û li ber xwe danî bi nehênî nivîsand Xêzeran û bi dengekî bilind li min vegeran Berzan.

Ban yê devê derî kir û zrf daye dest û tembî lê kir ku ecele vî îşî biqedîne.
Zerf ji ser masê firiya û li wê avaniya çar qat çû û hat. Karbidestên wê avanî yê tev de ber min ve hatin û pîrozbahî li min kirin. Kî bi ber min ve tê lîstak ji daxwazan amede kiriye, ji penêrê hilandî hetanî bi birxûl û nîsaka. Yê karbidest ber min ve hat û tema devê xwe xweşkir.

-  Ez dibêm anha tu razî ye, ev kar hemû min jibo te kir.

Ez bi derncave daketim  û hêdî hêdî ez biçûçik dibûm, ta ku ez giham derve min xwe nedît û ji biçûkbûna xwe, ez di nav wê gemara devê derî de winda dibûm.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark