Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bêpirgaliya Tevgera Siyasiya Kurdî Li Sûriyê û Pêwîstiya Guhartinê

 


  Berzo Mehmûd

I. Çima Partîzanî?  
Wek em tev dizanin ku rizgarkirina miletên bindest di hemî warên jiyanê de pêwîstî bi rêkxistinekê heye ku bikarê endamên xurtbûn û hêzdariyê kom bikê û di riya xebat û têkoşînê de rêkbixê da bikarê armancên xebata xwe pêkbêne. Kurd jî wek hemî miletan berê xwe dane rêkxistina nûjen ku partîzanî ye, û dev ji şêweya eşîrtiyê berdidin, ji ber ku dema berê, komelgeha kurda li ser bingeha abûriya dêmanî û gundîtiyê ava dibû, û jiyana xwe li ser çandinî û ajeldarî û nêçîrvanî û koçerîyê birêve dibir. Belê roja îro bajar li Kurdistanê mezin dibin û zêde dibin, bazirganî û pîşeyî û pîşesazî û xwendin û zanist û zanko li nav Kurdan têne avakirin.


Lewre jî, dam û dezgehên bajarvaniyê di nav kurdan de ava dibin, ku ev bi xwe hişekî ciyawaz û nû jêre divê, pêre hişmendiyeke nûjen dirust dibê, ku pêwîstî bi rêkxistinên pêşketî heye da ku ligor serdemê biguncê, komelên şaristanî û komelên mafê mirova, komel û sendîkayên karbidestan û karmendan, sendîkayên bizîşk û endezyar û mafparêz û mamostayan, komelên jinan, komelên cuwanan, yên xortan, yên nivîseran, ….tad.
Ji alîkî din ve jî, îro em nikarin bê teknolojiya nû kar bikin, nemaze kompyûter û internêt û mobayil di nav destê birrekî mezin ji Kurdan heye, televizyonên asmanî ketine hemî malan de, hejar û zengîn ku nûçe û deng û basên cîhanê û yên Kurdistanê bi çavê xwe dibînin û bi guhê xwe dibihîzin. Ji ber wilo jî pêşketineke çendlayenî ket komelgeha kurdî de. Vê yekê karê xwe kire ser tak û komelgeh de bi awakî nêjen û ji rengê berê cuda ye, rengê salên şêstî û heftêyî û heştêyî yên sedê bûrî. Îro em kurê sedê bîstûyekê ne, em kur û keçên sedê aytêk(Itech) in, yên sedê kompyûter û internêt in. Ez dixwazim wê yekê bêjim ku ev pêşketina teknolojî di van pazde-bîst salên dawî de kar li rêkxistina Kurdî kir,  şêweyekî nû li jiyanê sepand, mejî û awayê fikir û bîrmendiyê hate guhartin, rêkxistin jî komelek mirov e ji wan re endam dibêjin, ev rêkxistin  pêwîstî bi guhartineke nûjen heye, pêwîstî bi pêşketinê heye, da ku bi hawdemiyê re biguncê, ji warê xebata berê ku nakokî li ser kêşeyên kesane dibû, gotûbêjî û qirikzuhakirin bêhûde diçû, filankes wilo gotiye, û bêhvankes wilo gotiye. Mirov hînî awayên xebata kilasîkî pirtir nêzîkî mejiyê gundîtî bû. Belê, îro em pêwîstî bi perwerdekirineke xebatgêrane ne, şêweyekî zanyarî û zanistiyane birêve biçê. Îro xortên xwenda û zana gelek bûne, lê çilo kar bikin? çilo xebatê bikin? Rêbazeke nûjen bo wan divê, ji ber ku serkêş û serkirde û serokên me bi hişekî kevin û berepaş gemiya xwe tajon, lewre jî em li paş xelkê dimênin, em nagihin armanca xwe. Em di hundurê gerênekê de li hev dizîvirin, bê ku em tiştekî pêşbixin, yan em karekî rasteqîne bikin ku miletê me pê kêfxweş bibê. Rast e deselat û rijîm destê me, lingê me, zimanê me bi gelek kot û bend û davan girê didê, nemaze di warê abûrî û komelayetî û siyasî û netewî de, lewre jî birrek mezin ji miletê me yê hejar û perîşan li bajarên mezin yên Sûrîyê aware dibin û têde kom dibin, bo bikarin zarokên xwe xwedî bikin, û jiyana xwe berdewam bikin. Belê ya ji vê nexweştir ew e tevgera meyî siyasî hember vê zordarî û çavsoriya deselatê dijî miletê Kurd bizavekê yan hewldanekê nakê, bi kêmanî li xwe vegerê, li rewşa xwe bipirsê, li halê xwe binerê, ka xelkên dervî partiyê çi li ser wan dibêjin, ji ber ku ew bêpirgaliya xwe nabînin, li perîşaniya xwe napirsin, tew xwe nas nakin, yan jî wê rewşa wan ne wilo bane, nayê bîra wan xwe xurt bikin, mala xwe bi awakî nûjen biguherin, û hêza xwe ligor helûmercên nû ava bikin, awayê têkoşîna xwe jî ligor serdemê birêve bibin. Zêrevanekî din dibêje  çima wê bipirsin, herwekî axatiya wan li ser kursiyê wan cih girtiye, li wan xweş hatiye!!

II. Du girûpên partiyan
Jimara partiyên Kurd li Sûriyê, ligor nerîna min û ya gelekan dikevin hundurê du girûpan de: yek jê mezin e, ya dîtir jî partiyên biçûk in, lê berî em navê van partiyan bênin ser ziman, ez dixwazim şîrivekirinekê û raya xwe di rewşa tevgera Kurdî de li Sûriyê bidim, xala dîtir jî dixwazim hin kar û erkên pêwîst wek pêşniyar ji tevgera kurdî re di vê qûnaxê de li ber van partiyan danim bi mebesta em hemî alîkariya hev bikin bo avakirina hêzekê siyasî bo gelê me:

A.   
Girûpa partiyên mezin
Di tevgera Kurdî de li Sûrî em dikarin bêjin pênc partiyên kurdî diyar hene. Pîvana hilbijartina me jî ligor mezinbûna partiyê tê, ango gelekbûna endamên wê. Piraniya zêrevanên siyasî li ser vê rayê kok in, ku pênc partiyên mezin û cihgirtî di nav Kurdên Sûriyê de hene, bi ser ku ev pênc partî jî ne hewqas mezin û xurt in, lê wek tê xuyakirin ku evane hinek kêm, hinek zêde, dîsa nêzîkî hev in, û ji partiyên girûpa duwem mestir in, navê wan jî ev in:  
(1) Partîya dîmokrata Kurdî li Sûriyê (Dr Hekîm), partiyeke kevn e di sala 1970 de li Kurdistana Iraqê dirust bû, encama kongirê yekîtiya herdû baskên partiya 1957 (çeprew û rastrew). Zêdebûna endamên vê partiyê bi saya partiya dîmoqrata Kurdistana Iraqê ye.
(2) Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê (Simayil Hemê), ku dikarin xortê nûhatî bi alî xwe de bikişênin, û di van çend salên dawî de nav û dengê wan li Ewrupa belav bû, û cihekî bilind di nav Kurdên Ewrupa de wergirt.
(3) Partiya Wehdê (yekîtî) ya Dîmokratiya Kurd li Sûriyê (Şêx Alî). Mezinbûna vê partiyê ji yekîtiya du partiyên ku ji Partî veqetiyabûn 1981, 1984, 1988 û libên dîtir. Ya dîtir jî kesyetiya Simayil Umer wek mirovekî miletperwer û milethez xelkê xwe da dora wî û bû cihê baweriyê hem di nav partiyan de , hem jî di nav xelkê asayî de.
(4) Partiya Dîmoqrata Pêşverû li Sûriyê (Hemîdê Derwêş). Ev partî hem yek ji partiyên herî kevin e, hem jî bi serokatiya Hemîdê Hacî Derwêş e ku damezrênerê partiya pêşî bû. Ya dîtir bircuwaziya Kurdî xwe li dora Hemîd kom kirine.
(5) Partiya PYD li Sûriyê (ev partî hevalbendê PKKê ye). Ev partî bi saya Pkk mezin bûye, û ji ber wilo jî xelkên Kurd xwe didin dora wan.
Dema em wan mezin dibînin, em li gor piraniya jimara endamên wan birryara mezinbûnê didin wan. Xala dîtir jî ew e ku ji her pênc partiyan du partî hene (partî û Pêşverû) ku dibine kangehên  sereke di anîn û zêdebûna partiyên dîtir de. Em dema vê dibêjin, em ezmûn û tecriba karê partayetî û çawa rewşa dîmoqratiyê li nik Tevgera Rizgarîxwazên Kurdên Sûriyê birêve diçê. Di salên heftêy û heştêy de, ango ji sala 1965 ta 1990 tevgera kurdî bi kêşeya fikrê çeprewî û rastrewîyê ve di despêkê de mijûl dibû, û bi dû de jî bi tiyoriya markisîzim û lênînizmê ve mijûl bû, û gelek axaftin û danûstandin û qerebalix di vî babetî de di nav endamên partiyên Kurd de gurr dibû, û gelek dergeh di vê mijarê de vedibûn, nemaze ew têgehiştin û zanebûn û pisporî di şîrovekirina fikirê markisîzmê de ne hewqas bilind bû. Ji ber wilo jî partiyekê ban bi pabendiya markisiyetê dikir, yeke dîtir digot pêwîst e em li ber roniya makisiyetê karê xweyî fikrî birêve bibin. Navê partiya Hemîd bibû rastrew (yemînî), û ya Selah û Usfê Dîbû Û rehmetiyê Ismet bibû çeprew(yesarî). Germbûna van bîrûrayan di nav endamên partiyên Kurdî de, û tênegihiştina wan dibû hokarekî nigatîv û karekî xirab li Tevgera Kurdî kir, lewre jî gelek cara parçebûn di nav partiyên Kurdî de di vê cokê de diqewimî. Belê ji sala 1990 û vir de kêşe û babetên dîmoqratiyê û mafê mirov û nûkariyê belav bûn.

B.Girûpa partiyên biçûk
Partiyên biçûk gelek caran navê partiyê nayê bîra xelkê, ji ber ku ev partî hebûna wê di av milet de gelek kêm e, masmidya wê jî tu dikarê bêjê nîne, lewre jî dema em basa wan dikin, heme yekser şûna navê partiyê navê sikirtêrê wê tê gotin. Jimara van partiya dih in, navê wan û sikirtêrê wan ev in:
1. Partiya Azadî (Xêredîn û Bişar Emîn),
2. Partiya wekheviya Kurdî li Sûriyê (Ezîzê Dawê)
3. patiya Nîştimaniya Dîmoqrata Kurdî li Sûriyê (Tahir Sifûk)
4. partiya dîmoqrata Kurdî ya Sûrî (Cemal Şêx Baqî)
5. partiya Dîmoqrata Kurdî li Sûriyê (E. Alûcî)
6. partiya Dîmoqrata Kurdî li Sûriyê (Nisredîn)
7. partiya Çep (M. Mûsê û S. Gedo)
8. partiya Wîfaq -1-, (niha bûne çar partî)
9. Şepêla Paşerojê (Miş`el Temmo) 
10. Partiya Dîmoqrata Pêşverû li Sûriyê (Bizava Çaksazî- Fêsel).  

III. Du Çarçove
Niha partiyên herdû girûpan di hudurê du çarçovan de kom bûne, ew jî ev in:
1.  Hevbendî navbera du partiyên girûpa mezin in, Partiya Wehdê û Partiya Pêşverû.
2. Encûmena Siyasî ku nih partî têde kom bûne: du partiyên girûpa mezin, û şeş partiyên girûpa biçûk, ew jî ev in:
Ji girûpa  mezin
a. Partî
b. Yekîtî
Ji girûpa biçûk:
c. Partiya Azadî
d. Partiya wekhevî
e. patiya Nîştimaniya
f.  partiya dîmoqrata Kurdî ya Sûrî (Cemal Şêx Baqî)
g. partiya Çep
h. Şepêla Paşerojê (Miş`el Temmo) 

IV. Çima Guhartin?
Guhatin piroseyek e bizav û livîna made û maye dikevê bin vê yasayê de, ku her tişt di jiyanê de dilivê û digerê, alavên jiyanê bi xanî û cilûberg, alavên xwarinê, alavên guhastinê, yên çûn û hatinê, awayên rageyandinê bi rojname û Tv, û radyo, qenalên asmanî, mobayl, ku hemî jêre dibêjin şorişa gihandinê (revolution of communications), encama şoreşa teknolojî. Guhartin encama pêşketinekê ye, ne ku tiştekî ji xwe re tê, wek çilo mirov jî dema nû tê ser ruyê dinyayê, hîn zarok e, bi şîrê diya xwe mezin dibê ta dibê heft salî, diçê dibistanê, hînî xwendin û nivîsînê dibê. Paşê diçê zanko hînî xwendina bilind dibê, li dawî dibê dektor yan endezeyar, yan jî mamoste û fêrker, yan jî dibê karbidest di fermangehên hikûmetê de. Em dixwazin werin ser wê yekê ku mirov di bin siha guhartinê de birêve diçê, û di riya pêşketinê de jiyana xwe diguherêne: Pêşî zark e, mezin dibê, dixwênê, dibê dektor, dibê endazyar. Baş e, çima Tevgera me ligor yasayên jiyanê xwe pêşve nabê, çima her û her paşketî dimêne, partiyek bûye pazde partî, û her yek ji wan ji ya dîtir lawaztir û bêpirgaltir e. ya dîtir, eger em li ser giriftar û aloziyên navxwe rawestin, emê gelek rûpelan dagirin û gelek şaşî û gunehan bijimêrin û li dawî jî em nagihin çu encamê. Aya ta kengî ev war wilo bimênê, çima em nayên guhartin bi awakî em ji barekî bêpirgal herin barekî birêkûpêk, barekî wilo dirust bibê, her mirovek di bikevê cihekî li gora pêçêbûnên xwe, ne ligor eşîr yan ligor malbata xwe. Her yek ji me karê xwe bê kosp û tegere û kelem pêkbêne, bê ku em bêjin ev kurê kîjan derebegî ye, yan kîjan axayî ye, yan kîjan malbatê ye, ez vê yekê dibêjim ji ber ku îro-roj eşîrtî li nav Kurdên Sûriyê vedigerê, ji ber ku partîzanên me ji hêz ketine, nema êdî kes qîmetê wan digirê, ne tenê wilo jî, ew bi xwe jî li eşîrtiyê vegeriyane. Wey gidî!! 
Eger em li tevgera kurdî ya Sûriyê meyzekin, emê gelek tiştên seyr têde bibînin, bi taybetî Zêdebûn û pirbûna partiyên Kurdî ta radeyekê ku lawazî û paşxistin û astengiyê bi xwe re têne. Zêdebûna van partiyan di baweriya min de encama zalbûna tak û takayetî li ser hişê serkirdeyên siyasî yên partiyên Kurd, ta radeyekê berjewendiyên kesayetî û ezezîtiya wan dibê hokarê parçebûnê. Serkêşên vê parçebûnê yan vê jihev veqetandinê kursiyê sikirtêriyê ye, ku jêre dibê daxwazek û armancek bo bikarê ji xwe re misoger bikê, û di nav xelkê de bêjê kes ji kesî çêtir nîne. Di aliyê dîtir de jî nebûna dîmokirasiyê û hebûna serdestî û bêdadiya deselatê (komîta navendiya partî û sikirtêrê giştî yê ku dixwazê hemî tişt û hemî kar di destê wan de bê, wek zorîne, bê ku bîr û rayên kêmîne (xelkên dîtir) bixin cihê rêzgirtin û pûtepêdanê.  Ev parçebûn encamê barê nebûna dîmoqratiyê ye, ya ku di hundurê jiyana patayetî de xwedî dibê, û di sîstimeke weha de  otokrasî û totelarî û takewaniya serkêşên Kurd, rê li ber dîmokrasiyê digirt, hin bi hin jî giriftarî û alozî û astengî di nav rêkxistinê de pir dibûn ta radeyekê ku jiyana partayetî dijwar dibû, lewre jî parçebûn çêdibû, û partiyeke nû dirust dibû. Bi vî awayî parçebûn li nik tevgera kurdî bû karekî normal, xelkê êdî herdû  partî dipejirandin. Inca jimara partiyên Kurd li Sûriyê zêde dibûn ta gihaye nêzîkî hivde û hijde partî. Hin ji wan tew ne diyar in, û kes wan nas nakê, û gelek ji wan bi navê partiyê nayên naskirin, tenê bi navê sikirtêr têne naskirin, wek em bêjin partiya Ûsifê Dîbo, yan ya Alûcî. Min ev partî ligor jimara gelekbûn û hindikbûna endamên wan kirine du girûp: girûpa partiyên mezin û girûpa partiyên biçûk yên ku endamên wan  ji ya mezin kêmtir in.
Jimara partiyan di girûpa biçûk de gelek e, jibilî hin girûpên bênav yên kesên kurdperwer, yên ji partiyan hilpekiyane, û ji vê rewşa xirab nerazî ne. Ev girûp encama nebûna dîmokrasiya di nav partiyên mezin de bi taybetî, û di nav hemî rêkxistinan de bi giştî. Partiyên me, yan em bêjin, rêkxistinên me miletê xwe hînî wekhevî û dîmokrasiyê nekirine. Lewre jî ev rewş di gelek deveran de peyda dibê û  bi vê yekê kesên helperest û hîlebaz dikarin di barekî weha de bibezin û cihê xwe bi awakî nerewa têde bigirin. Ev jî li ser hîsabê kesên baş û bikêrhatî û destpaqij tê, yên ku bûne qurbanî di riya  nebûna dîmoqrasiyê û rewşa bêdadiyê de. Bi ser wilo de jî,  serkêşên van partiyên biçûk ji xwe re cîhaneke taybet ava kirine, her sikirtêrek ji wan, çend zilam dane dora xwe, bi ser ku heyf e em vê yekê bêjin, lê rê li pêşiya me nehiştine û em naçar in rastiyê bêjin. Êdî tenê kursî û axatî ji wan re giring e, û di ber re jî li ser  hevbendiyê digirîn, û rondikan dirijênin, dixwazin heme cihekî di vê bereyê de, yan di vê hevpeymanê de ji xwe re bigirin, bo hem hevalên xwe û xelkên dora xwe pê razî bikin, hem jî temenê sikirtêriya xwe pê dirêj bikin, ka dinya çawa dibê, û di kû ve zirav dibê, ber e biqetê. Baş e, eger ne weha bane, çima xwe naguherin, çima li xwe napirsin, çima bi kêmanî xwe ji vî warê parçebûn û qetqetkirin û biçûkbûnê dernaxin, bi ser ku ti astengiyên babetkî li pêşiya wan nînin, nemaze gelek bask û girûpên vî alî, wî alî, li vir li dera han  hene. Lê eger ew viyana yekîtiyê li nik van parçepartiyan hebane, wê her çendek ji wan bibane yek partî, bi vî awayî dikarin karê xwe bi serbilindî bikin bo kêmkirina jimara partiyan, da li dawî bigihin avakirina rêkxistineke xurt jibo bikarin hin berjewendiyên gelê xwe pêkbênin, bikarin pêşberî deselatê rawestin û bi hesanî nekevin.
Bi vî rengê perwazkî di hişê siyasetvanên partiyên Kurdî de li Sûriyê, Tevger nikarê bigihê rêjeyeke dirust û pêşketî ji kar û xebatê ku hêzên xwe hemiya di hundurê çarçoveyeke hemûparêz de kom bikê, û rêkbixê bo bikarê li ser gelek cokan karê xwe berdewam bikê, wek em bêjin avakirina komîtekê bo rageyandinê, avakirina komîtekê bo giriftarên komelayetî, komîtekê bo geşekirina abûrî, komîtekê bo danîn û pêkanîna lêkolînên siyasî û rewşenbîrî, komîtekê bo girêdanan pêwendiyên tevgerê bi hêzên dîmokratî re … tad. Bi vî awayî dikarin kêşeya Kurdî li pêş bixin, dikarin barê xwe hilgirin, nema êdî xwe bi kêşe û giriftarên vala û bêmana mijûl dikin, nema êdî nakokiyan çi bi hev re, û çi bi hizên dîtir re peyda dikin, werîsê qayişê bi vî re yan bi wî re nema êdî dikşênin. Baş e, ma dozeke wek doza Kurdî rêkxistineke xurt û  hêzdar jêre navê!? Helbet, em tev vê rastiyê dizain, lê berî her tiştî rêberên dilsoz û dilxwazê kêşeya Kurdî jêre divin. Kurdîxwaz ji me re divin, ne partîxwaz û ne kursîxwaz.  Belê ji van rêberên kursîxwaz di hemî partiyên Kurdî de hene, û ev bi xwe yek ji hokarên parçebûna nav partiyên me ye.

V. Derman yekîtî ye
Dema axaftin di civatê de tê ser tevgera Kurdî, helwêst bi gelek awayan tê gotin, û nerîn wilo tê, hem ligor hizir û zanîna bêjer, û hem jî ligor berjewendiyên wî, nemaze eger hin ji partiyan di civatê de hazir bin. Ango gelek hokar vê helwêsta hin dirust dikê: yekrûyî û durûyî, agahî û zanîn û zanebûn, rastgoyî,  û berjewendî. Ev hokarên han li nik rewşenbîr û partîzanan peyda dibê, ji ber ku xelkên cotyar û sakar û gundî çi yên dûrî karê partiyan û çi yên bi wan re jî bin, belkî vê kêşeyê ji hev dernexê, yan nikaribê helwêsta xwe bi zanebûn bidê, nizanê ne birînê nas bikê, ne jî wê derman bikê, ne jî vê yekê şîrove bikê. Inca peyva wî yan em bêjin raya wî hewqas nakevê ber şîrovekirinê de, belê hestên wî dikarê yekser derman bidê ku ew jî barê parçebûn û çendlayeniya perîşan di tevgera Kurdî de heye, û derman jî her yekîtî ye, ku her ev derman dermanê hemû kesên Kurd e, dermanê rewşenbîrên dilsoz û partîzanên dilsoz e.   
Belê îro-roj beramber van kar û kiryarên hikûmeta Sûriyê dijî Kurdan, em çi karin bikin, ya herî baş û pêwîst di vê qûnaxê de ku partiyên me xwe ji vê bêpirgaliyê û ji vê parçebûn û lawaziyê rizgar bikin, ku ew jî di riya yekîtiyê de, eger viyan û daxwaza yekîtiyê bihêz û xurt bê, nemaze bi hebûna serkirdeyên dilsoz û kurdxwaz, ev tenê dikarin vê rewşê biguherin, û yekbûna û hevgirtina Kurdan pêkbênin bo ku bikarin armancên xwe yên pîroz bi ser bixin. Tiştek tenê di vê kêşeyê de xwe belû dikê, ew jî berjewendiyên miletê Kurd in, ka em jibo çi kar dikin, em jibo miletê xwe xebatê dikin, yan jibo axatiya xwe dikin. Eger em berjewendiyên miletê xwe danin ber çavê xwe, ji xwe, emê dev ji van kursiyên kertonî berdin, em hemî emê nêzîkî hev bibin, emê yekîtiyan saz bikin, emê partiyên xwe xurt bikin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.71
Bi Tevahî Deng: 14


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark