Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ma ji girî pê ve çi ji me tê

 


  Diyar Ehmed

B
i rastî dema kesatiyekê kurd yê navdar, bîrber,rewşenbîr û têkoşer koçbar dibe,ji nû ve em dikevin di xem û kovana wî de, wek ku ji nişkî ve ji me ve hate naskirin,û mîna tavyên baranê nivîs û gotar li ser jîn û jiyana wî têne belavkirin,gelek kes li ser digirîn û gelekên dîtir reşê li ser girêdidin,hin dirabin qencî û başiyên wî dijimêrin û hin dî pesnê wî vedidin.


 Ev yeke bû ye diyardeyeka civakî û rewşa mirovê me yê siyasetmedar,nivîskar û rewşenbîr pêhatiye nîşandan. ev bizave dirêj nake,di wan çend rojan de yan çend mihan de zincîra wan nivîseran nayê birîn,lê hêdî hêdî bi demê re ew mirov tê jibîrkirin û ta di gihê wê yekê nav û dengê wî ji bîranîna mirovî jî tê avêtin,yan di quncikin wê yên tarî de toz di ser wêneyê wî de tê girtin.
Tiştekî raste…dema mirov bikevê di gul û xema mirovên xebatar,dilbêş û kurdperwer de û herweha ne ku tiştekî şaşe dema mirov qencî û başyên kesên têkoşer û netewperwer bêje û ji xelkê re bi de naskirin û pesnê wî bide.lê tişta ku gereke ji her kesî re xuyabe, ewe ku mirovê ne cansivik, c ivakêş, bêhinfereh, singfekirî, camêr, zana, çavbel, qurbanîda, dilovan,merd, diltenik, mirovperwer, rastbêj, kurdperwer, cangorî û hişemend be, nikare bibe mirovekê serwer û serkêş, û wê di civakê de bi qencî ne wê naskirin, di hiş û sewdanê miletê xwe de cih nagire, û wê nav û deng di rûpelê dîroka xebata milet de negire, herweha kesê van nîşan û sîmayan ne hilgire wê ne karibe di dil û canê miletê xwe de bijî, eger di nav rêzên pêşîn de maweyekî berdewam jî bimîne û pê re domjî bike,lê wê rastiya wî were xuyanîkirin, ji ber tucarî mirov nikare bi gotin û nivîsan rastiyan biguhere û mirovan weke nêrîn û xwestekên xwe li ser xelkê ferzbike.
Başe… eger em dêz û koma van pesna li ser vî kesî dinasin, gelo…çima em wan li ser saxiya wî na bêjin, ta ku em dilê wî yê fereh û gerim geş û gerimtir nakin, sînorê naverast û bergehê wî dilê tenik û merd ferehtir nabin,berê xelkê nadinê de û wî li xelkê jî şêrîn nakin û jînenîgariya wî bi mêranî nadin naskirin.
Di baweriya min de dem ne tenê hatiye ku mirov xwe ji vê diyardeyê rizgar bike, lê çax li me derbasbûye û em mane li paş, dikayên gotinên borî vedigerînin dicûn û ji nû ve dadiqurtînin.

Bi rastî ez nizanim bi nav bikim.gelo… em vê yekê nizanin yan jê em nezanin...?
Bayê rewşa civaka me ya paşketî, ji hev tarûmar û jihevketî, rêz û rawazên me yên kevnar vê yekê di ser me de dibarînê,yan rewşa me ya siyasî, aborî,civakî û rewşenbîrî hêlaye çand û hişemendiya miletê me bi vî rengî werê rengdan,yan jê siyasetên erbkarî, zordarî, şovînî, sitemkarî û nejadperistî, paşeroja reş û tarî, kiryar û beryarên birçîbûn û bêkariyê,nebûna êmnahî û aramiyê, penaberî û belengaziyê, ferman û zagonên ewarte, reftar û tawanên tund û tûjiyê yên dijî miletê me têne kirin,û belavbûna ra û rîçlên gendeleya siyasî, çandî û civakî ya ku bi rêk û pêk têkirin, û derbasbûna wê di nava hiş û sewdanê mirovan de û vekêşana û daketina wê ta di kelşên hestiyan de jî, kartêkirineka xurt û kûr li ser rewşa mirovan çêkir, pêre nêrîn û ramanên mirovan jî hatin guhertin,peywendî û girdanên wan çi bi hev re û çi bi civakê re lawazbûn, zargotina şêrîn ya
bav û bapîran, miştaxa çiyan ji gotinên pêşiyan, rêz û rawazên ku carê komelgeha kurdî pê pesnê xwe vedida îro man ji derveyî dîrokê û di bazara têkilî û danûstandinan de çengek nişxwar û ka rizî nayînê,mixbin eve rewşa ku kaniya wan gotar û nivîsan jê derdibe.ma ka gelo kengî emê bikarin yan jê bigihin wê yekê ku em netenê li rex beravekî tenê yê çemê jîn û jiyana mirovê dilpak, çeleng, ronakbîr û ramankêş rawestin,beravê çelengî, qencî û başiyn bê ku em derbasî beravê dî yê çemî bibin,beravê dîtin û ramanan, bîr û boçûnan,nêrîn û helwêstan û em şûna wan zehmetkêş û çirahilgiran bigirin,wê şopê ji mirovan re geşbikin û rê li ber nefşê nûhatî xweşbikin,barê kar  û xebatê bi dilpakî û dûr ji berjewendiyên xwe yên taybet hilgirin.hingî wê dilê mirovê xebatkar û kurdprwer di gorê de bimînê rehet û kesên rêya wan girtine wê bimînin serfiraz û dilxweş, û wê canê wan bi kar û xebatê xweştir bike û baweriyên wan wê mestir û sergihayîtir bibe.
Dibe mirov xwe negire li ber pêla dijwara koçbarkirin û jinavbirina dost û hevalekê hêja û berketî,mirov di barkirin û çûna wî de biheje,agirekê bê dû di nava hinavê mirovî de pêkeve, êş û şewata xwe berde di kûrahiya dil, can û hinavan de, ji ber mirov bi xwe xwîn û goşte, û komek ji hest û nestên tenik û nazike,bi taybetî ew kesê ku perwerde û firşik bûye bi çanda hijêkirina mirov û mirovantiyê, parastina jîngehê, cîbicîkirina yasa û dadmendiyê, pêkanîna wekhevî û canê lêborînê, û hatiye meyandin û nimandin bi têgehên netewperwerî û mafê mirovan. lê dawiyê ma ka ji girî û karkarê pê ve çi di destê me de maye,ku em tevina hêviyên xwe li ser bi hûnin û xewna paşerojeka xweş bixwazin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark