Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Felsefake strayî bi wêneyan

 


  Can Bapîr

Dema min pirtûka (Artêro) ya Şepal Hêvo xwend, li nik min geştek bêrawestan bû çumkî ku min wêneyek bedew û şêrîn dîl dikir, di rika ramanê xwe de wêneyek dîtir dihat jê çaktir bû û ya pêşîn dimalişt. Henrawên di vê astê de gellek lêkolîn û pêdeçûn jêre dibêt,heger em li ser helbestekê biaxifin wê gellek dem û kat  ji me bixwe.Lê hema em ê çend wêneyên ku me ji wan hez kirî bînin ber çavên we:


(( Ma derdê gulan tenê baran e
Yan derdê fîşekan tenê kuştin e?
Bihêle ez bi laşê xwe şevên te bipîvim))
 Dema merov li van hevokên bedew û çak dinêre, baş em dighêjin ku Şepal xwedî hestên nazik û tenik e, dikare bi wêneyên xwe û hotaya xwe di hûnanê hevokan de  nîgareke çeleng şêwaziya xwe derxîne holê û çawa zimanê rojane ku akincî û gundî bikar tînin, Şepal jî  van peyvan bikar tîne, wek:
(( Awirên te mîna mirîşkên malê
nikila li dilê min didin
weke çixareyên qaçax  zû dişewitin))
helbest bi vî awayî wek nameyên qedexekirî, çawa dildar dixin paşilên xwe de  û ji bav û dayikên  kevineperest diparêzin û vedişêrin , û bi şevê bi dizî ji bin balîfên xwe derdixin û dixwînin, weha helbestên Şepal wek diyariyên evîndaran gellekî bi nirxin divê pirtûka (Artêro) merov bi yek carê bêrawestan bê bêhinvedan bixwîne,wê çiqas tewanek mezin be dema ez dilê helbestên wî bidizim û çend hevokan ji hinrawekê rakim, ya dilê helbestê ya çav û lêvên wê, bi tenê ji bejin û bala helbestê bînim û parçe parçe bikim,wek bijîşkekî li ser mêza firyakewtinê laşê helbestê dînim û dest û tiblên xwe bi xwîn bikim ma ne sazan e gelo?! Wek ku niha ji rehnê helbestê çend
hevokên guştîn jêkim û li pêş we dînim.

(( Porê gotinan kur bibe
 Ma qey ew nizanin
Ku ez di reşbûna mijgulên
 hevokan de winda bûme?!))
wiha merov dizane ku çi ristevanekî hosta ye, dema dikare felsefê û peyvên rojane li gel lîstokên zarokan û alavên gundewarî û peyvên li ber çavên me bê ku wan bibînin
lê xwedî hestên nazik baş zêrevaniya van tiştan dike, li bin çavên wî ne, bi jîrîtî hemî tiştên ciwan nîgar dike, werin li vê şikariyê temaşe kin...
(( yadê ez li kur bûm
Gava tu zarok bû
Gelo nigên min ji heftokên te yên tije hêvî çêbûne?))
Nemaze ez li ser hestên merovekî dinivisînim, min dixwest rexnan bigirim, ew mebest bû. Lê ez ji dil de dibêjim: Min hew xwe dît ku ez pesnên van helbestan didim ,ma ne tiştên xweş têne gotin: ne wisa ye?.Ez we li gel van hevokan û vê helbestê dihêlim û we dispêrim şahsiwarê nazdariyê.
(( Wê sibê
li ser dengê meşa tîpan
şiyar dibûm
min nerî ku helbest ne li mal e))

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark