Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Îdî nemame zarok!

 


 
Ehmed Bavê Alan

Ezê ji pêçeka jiyana xwe
Rûpelekî jêkim!
Û li xêza dawî
Çîroka evîna xwe bi tere
Bi nosim
Çimkî çîroka min bi tere
Pirr hindike


Ezê  memika giriyê xwe
Li nav meya zelal bixim
Ta tû jê serxweþ bi be
Ezê dergûþa temenê xwe
Bikim kunca
Bûk û zavê
Û tenê tû xemla kuncê be
Ezê diyarîyên xwe
Di gel xwe
Diyarî te bikim
Tê bîra te ez zarok?
Û ez evîndarê te
Tê bîra te?
Ez çi mamoste bûm
Di evînê de!
Min gelek þev bê te derbas di kirin
Û her min digot:
Ez evîndarim
Û eriya te nebû
Te gelekî hestên min jenandin
Te gelekî ez arandim
Û min jî de þevan de
Xwe di þewtand
Tê bîra te ez  zarokekî  evîndar?
Û niha!
Piþtî salan ez ciwan kirim
Û ji nîþkêve tû pêrgî min bû
Û wan sala tû qurmiçandibû
Min di çavên te de
Evîn dît
Mîna evîna sîpîtiya min
Û te gote min:
-Tê bîra te ti zaro bû!
Û evîndar bû!
-ew nizanê ku  ew arandin û jenandinên dilê xwe
Min vemirandin
Û ez ji laþên pîrekan re
Bûme þahinþah
Û îdî nemame zarok!?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark