Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ma ev hale?

 


  i.xelîl

Kurda berê gotiye ku dema mirov perda þerm û fediyê ji ser rûyê xwe radike , çi tiþtê xirab û kesnedî hebe , wê bi karbîne .
 mixabin di nav me de di roja îro de ew kes zêde bûne , û di baweriya min de ew baþ dizanin ku ew perde ne tenê hatiye rakirin , yan jî bi qule lê bi yek carê nemaye .
Wêneyek ji wan ev karê xirab yê ku bi cih tê li ser meydana malperên enternêtê di bin navê rewþenbîrîyê de , qîr qîra hina ji wan li felekan di sekine ta li erþê jorî , û doza wa çiye , mirov nizane , çi dixwazin ?


Dema ku xwendevanê malpera rûpelê wê vedikin , ku haylooooo wê çi bibînin !!
Çend rewþenbîr bi tîr û kevanên Ecemî yan jî bi þûrê þamî zirta li hev dikin , yan jî hin ji wan xwe ji her kesî zanetir dibînin û þîreta li millet û partî û serok û siyasetmedar û rewþenbîra ...TD dikin , û xemgîn dibin ji ber ku tu kes bi þîret û gotina wan nake .
Hin ji wan doza lihevhatinê dikin di nav tevgera siyasî de , lê mixabin bi gotinê xwe wek gotina seydayê Cegerxwîn dikin : gotinê te wek dir û zêr ... lê di nav de serê mêr ( Mar ) , ji ber ku ew bi xwe sedemek ji wa sedemê jihevxistina wê tevgerê ne .
Hin dî çaksazî û guhertinê dixwazin , gotinên qelew û xweþ li ber guhê xelkê zingezing dikin , lê dema ku mirov wan nasdike wê bizane bê ew çi mal in , ji derve hella hella, û ji hundir ve ya sitar , di malê xwe de Dîktator in , û bi dostê xwe re Derwîn û xedar in .
Mixabin ne tenê hêzên ewlekariyê ew pencera enternêtê li ber me qedexe kirine , lê van kesa jî roleke baþ lîstiye ku wê li ber çavê xelkê reþ kiriye , dostekî min dibêjê : ji dema ku min enternêt aniye ez nexweþ ketime ji xem û kulê ku ez dibînim , ji ber vê yekê ez soz didim ku ji wê meydanê xwe bidim dûr , û bela heger ew mêr bin , serê hev jêkin û weke bi Erebî dibêjin Fexarre û bera hev biþkînin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark