Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

pêkenokek ji ofîsa min

 


Dr. Alan Kikani

Berî du salan rojekê Dengbêj Baqî  Xido yê rehmetî  hat Ofîsa min, nexweþ bû, piþtî min ew dît û dermanê wî dayê. Min jêre got apê Baqî, bila xêra te be ka tu ji biraziyê xwe ra tiþtekî bêje ku ez hinekî  pê bikenim. Ji min re got:

 „Berî pêncî sal ez rojekê çûm bajarê Riha yê, ez li Ordiyê li Seyare yê siwar bûm û me riya Riha yê girt û em di çûn.


Îcar ji kortifaqiyê re bi rê de pîreka heftê salî jî siwar bû, hat li kêleka min rûniþt. Ajovan jî kaseta min avêt Teyîbê û deng hilda.

Îcar ew ê pîra ku min nas nedikir, min dît ew pêra girya û got: "Ez qurbana te bim Baqî, xweziya berî ku ez bimrim min carekî te bidîta.

Min jêra got, pîrê eger ku tu niha Baqî bibînî gelo tu wî nas dikî ?

-Pîrê got kurê min ma ez ê çawa nas bikim. Min caran ew neditiye ku ez nas bikim!

Min jêre got anê Baqî ez im.

-Pîrê got na tu heneka dikî.

Min got anê bi Xwedê Baqî ez im.

-Min dît pîrê baþ li min meze kir û got: Tifoooo li te be... Xweziya min tim dengê te bibihîsta, lê ticarê te nedîta. Welahî min digot qey niha Baqî zilamekî çiqas xweþik û bedew e, lê min rebena Xwedê nizanibû ev qirdikê hane!…

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.16
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark