Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Lehengên valahiyê

 



Yasîn Hisên
Amûdê

Bi azarên lehengên romanan re
Min tu jî di nixumand
Û her xwendineke nuh
Tu jibîr dibûyî…
Heta ku leheng neman
Û nivîskar mir…!
Pêre leheng jî mirin...


***  ***   ***
Hemû derewan dikin… ha
Hemû di hindurên xwe de…ne mîna me ne
Hemû sebra xwe bi me tînin…bi jiyanê tînin
Çavsoriyê li me dikin…tew xwe dikin peyamber…
Erê.. ev peyamberên rûmetî ne...
Ji civaka bê rûmet re...

***   ***   ***

Ji keça min re bûkek lastîkî kirîn.
Ji jina min a bê deng re…telîfonek kirîn.
Ji diya min re çoçikek anîn da hêstirên wê  kaniya jiyana me  av bide..
Ji xuþka min re hibriyek kevnar mîna êþa wê …peyda kirin
Ji min re:…
 xwestin min bikin mîna xwe…
Nivîsan di çavên xwe de kom bikim…
û kor bibim...
Lê li welatê min nizanîbûn bi zimanê nivîsê…!

***   ***   ***

Heta anuha jî berê xwe bi jor de vedikin…
Û kes nizane bê çi li jor heye
Jor…jor
Ez tenê pêsîrên te dibînim…ey jorahî
Ew pêsîrên ku min kedî kirin…min kerr kirin…

Tê bîra te
Dema me tu dikire qurbanî...
Me cilên miriyan li te dikir
Da tu bibî qurbaniya xwedawendan...
Erê...sê qurbanî bûn
Yek: kûçikek li þûna zilamekî.
Dido: mirîþkek li þûna jinekê.
Sisê: çengek xuê li þûna pûþtekê...  

***   ***   ***

Ew þevên bahozî…
Ew buhara dirinde
Ew havîna bê ramûsan
Ew yara dûr…
Ew dengê ne xweþ
Te pûç dikin…
Gotinên min bê mirês dikin…
Kî ji bilî te dizane heneka bike…
Bila bê ji dêvla min re…. bijî…

***   ***   ***

Wê kî te ji nava lepên gotinan rizgar bike…?
Wê kî lanetê li vê lebîrentê bîne…?
Ma ew lehengên valahiyê li benda çi ne…?
Aþên xwe vala hiþtine...þûrên teknolociya serdemî di destê wan de ne...
Mertalên ne kevnar di himbêza wan de ne..
Li ber dergehên þor rawestyayî …
Bersiva neynikan didin…
Bersiva mirina min û te didin…da em bêtir bimrin…!

***   ***   ***

Çavên te helbestgerên yariyê ne
Di þevên dûr de…diçirisin

Çavên te xwedagerên gerdûnê ne
Di van beyarên valahiyê de…ew jî diçirisin

Çavên te…þûna jiyanê ne
Dema jiyan namin e
Û ez dimrim

***   ***   ***

Tu gelekî bi xwe dipesine
Gotinên qurre dike…þabaþa ne mêraniyê dike…û ne jinitiyê jî…

Erê…ezê gelekî bêriya te bikim…di nava ewran de
Dema em xwe bipelînin ber bi jor ve…
Û serê me li memikên yezdan keve…
Wê hingê
Tu yê þabaþeke qeþmerîyê  bikî
Ezê  jî….bigrîm…

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark