Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Kongreya Pena Kurd pêk hat

 


Di nav rojên 21 û 23 ê meha Gulanê de nivîskarên Kurd ji her zaraveyî û her perçê welat, ji her ol û her mezhebî, bi raman û  îdeolojiyên corecor, ji hundur û ji diyaspora, di heftemîn kongreya PENa Kurd de hatin ba hev.
Li gora rojevê piştî xwendin û pêşkêşkirina silavname û peyamên ji bo kongre hatibûn pêşkêşkirin, rêveberiya peryoda buhurî raporên xwe yên xebatê, raporên darayî û çarkomîteyên ku her yek ji wan lingekî bingehîn e, pêşkêşî kongreyê kirin.
Di nav atmosfereke demokratîk, neteweyî, Kurdistanî û bi berpirsiyarî de rapor hatin guftûgokirin û bi aliyên xwe yên serketî û neserketî hatin nirxandin.


Xalên guftûgo û nîqaşê wiha dikarin bêne rêzkirin:
1.   Rola PENê ji bo nasandina wêje, ziman û çanda kurdî û hewlên PENê ji bo raya giştî beramber îdam, girtin û şikenceyên nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên kurd li Rojhilata Navîn bêdeng nemîne.
2.   Komîtên PENê; ango komîteyên Wergerê û Ziman,Komîteyên ji bo zîndaniyan,Komîteyên ji bo Aştiyê û komîteyên ji bo Jinan, bêne xwurtkirin û berpirsiyarên komîteyan baştir bi karên xwe rabin.
3.   Parastina serbixwebûn û bêalîbûna PENê û têkiliya xwurt bi giş partiyên welat re
4.   Siyaseta malpera PEN ê, rênedana nivîsên bêsewiye, êrîşkar û siyaseteke weşan û çapemeniyê ku PEN a Kurd li standartên PENa navneteweyî nêzîk bike.
5.   Sazkirina buroyan li welat û destnîşankirina niwênerayetiyên Pen a Kurd
6.   Zêdekirina endaman li welat û li derveyî welat.
7.   PENa Kurd ji ber rewşa aborî û destengiya diravî gelek karên dikare bike û bicîhanîna her yekî ji wan wê ji bo doza gelê Kurd destkewtek be, nayîne cîh. PEN pêwiste li riyên baştirkirina rewşa xwe ya darayî bigere.
8.   PENa Kurd ku cara ewil di daîreya Bacê de li Elmanya, li Kolnê hatiye qeydkirin û ketiye fermiyetê, pêwiste bi PENa Alman re têkiliyên xwe di ber çavan re derbas bike, ji bo başkirina têkiliyên ku nebaş in bixebite.
9.   Rêvberiya PEN a Kurd ji niha ve pêwiste xwe ji bo Kongreya PENa navneteweyî ku wê li paytextê Japonya, li Tokyo, meha Îlonê li dar bikeve, xwe amade bike.
Kongre, rêzdar Dr. Zerdeşt Haco, bi piraniya dengan, dubare weke serokê PENa Kurd hilbijart.
Herweha ji Komîteya pêşîn, berêzan Bêrîvan Doskî û Kakşar Oremar û 2 endamên nû, berêzan Mîrhem Yigît û Bedredîn Salih, weke endamên Komîteya Birêveber û 2 endamên nû(Necîb Balayî û Ebdula Hicab) jî weke cîgirê Komîteya Birêveberiyê hatin hilbijartin.

Pêşniyazên kongre ji bo Komîteya Birêveber a nû:
-   Ziman, bingeha nasnameya tak û civakî ye, lewma qedexekirina zimanê neteweyekê divê weke “Cinayeta li dijî Mirovayetiyê” bê nas kirin û ev cinayet li hember nasname û kesayetiya gelê Kurd, bi dawî were.
-   Zimanê Kurdî li hemû heremên Kurdistanê û deverên ku piranî Kurd lê dijîn, divê bibe zimanê fermiyê perwerde û fêrkarî di hemû astên xwendin û perwerdeyê de.
-   PENa Kurd, mala hevbeş ya hemû nivîskarên Kurdistanî ye ku pênûsa wan di xizmeta ziman û wêjeya Kurdî de ye.
-   Ji bo xurtkirina PENê, ji hemû nivîskarên Kurdistanî daxwaz tê kirin ku bi tevlîbûna xwe, xebata wêje û edebiyata neteweyî û têkiliyên bi cîhana edebiyata navneteweyî re hê bi hêztir bikin.
-   PEN ji hemû sazî, dezgeh, rêkxistin û xwedî deselatên Kurd daxwaz dike ku zimanê Kurdî bikin zimanê sereke yê kar û pêwendiyan.
-   PENa Kurd ji nivîskaran û hemû sazî û dezgehên ragehandinê; weşan û elektronîk, daxwaz dike ku di weşana xwe de girêdayê pîvanên zimanevanî, exlaqî û neteweyî bin.

EuroKurd News & Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û zanist

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark