Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dixwazim bibim endamê partiyekê

 


Sîrwan H. Berko – Berlîn

Ez 21-salî bûm dema ez di payîza 1998ê de bûm endamê Partiya Sosyaldemokrat a Elmanyayê (SPD). Eger ez îroj li xwe mûkir werim, hingî min nedizanî bê çima SPD û ne partiyeke din. Sedema ku ez hingî bûm endamê SPDê çalakiyeke mezin a ji bo hilbijartinên parlamentê bû, ku ji aliyê rêxistina ciwanên SPDê ve hatibû amadekirin. Wan hingî ji min pirsî, min jî got erê. Hingî heyşt sal di ser hatina min a Elmanyayê re derbas bûbûn û min dixwest xurtir bikevim nav civaka elmanî. Piştî min programa SPDê xwend, min ev partî bêtir nêzîkî bîrûboçûnên xwe dît. Min dizanî bê ev partî çi dixwaze û ji bo çi dixebite. Ez ta roja îroj endamê SPDê me.


Gelek caran ez ji xwe dipirsim bê çima ez nabim endamê partiyeke kurdî; partiyeke xwedî programeke maqûl û endamine ku kêm-zêde mîna min difikirin. Ji dema ku tê bîra min, armanca min tim ew bû ku balê bikişînim ser rewşa miletê xwe û ji bo baştirkirina rewşa wî çalak bim. Ji wê rojê û ta niha jî ez li partiyeke kurdî digerim, ku programa wê ji bo çareserkirina Pirsa Kurdî li Sûriyê zelal û eşkere be; programeke ku hemû xalên wê ji bo herkesî zelal bin, ku pirsek bê bersiv nemîne. Ez li partiyekê digerim ku dizane çi dixwaze û çawa xwestekên xwe bi cî bîne. Ez li partiyekê digerim ku armanca wê ya sereke ne hizbîtî be, lêbelê bicîanîna bendên programa wê be. Ez li partiyekê digerim ku ez tê de bibim endam, ne sofiyê serokekî ebedî. Dixwazim bibim endamê partiyekê, ku maf dide min vekirî û eşkere siyaseta partiya xwe rexne bikim bêyî ku mohra xayintiyê yan jî perçebûnê li min bê xistin. Ez çavên xwe li partiyekê digerînim, ku ji bilî avêtina dirûşm û gotinên qelew, siyaseteke maqûl û berhemdar pêk bîne. Dixwazim bibim endamê partiyekê ku kesayetiya wê xurt be, lê ne koleya berjewendiyên partiyine din li beşên din ên Kurdistanê be. Li partiyekê digerim ku zarok û ciwanan, qîz û xortan, ji hembêza dayikên wan narevîne û naşîne şerekî ji bo armancine nediyar, da ku piştre di tabûtan de vegerin malên xwe. Dixwazim bibim endamê partiyekê ku bikaribe çend salan bijî bêyî ku perçe bibe. Ez li partiyekê digerim ku ji kesên serbixwe û zane netirse û ji ezmûnên wan sûdê bigire. Dixwazim bibim endamê partiyeke nûjen ku xwe berdewam nû dike û di nav toza dîrokê de nemîne.
Eger partiyeke wilo hebe, jê tika (reca) dikim ku zû forma endametiyê ji min re bişîne, da ku bibim endamê wê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.74
Bi Tevahî Deng: 27


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark