Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zanyarî, felsefe û strukturalîzm

 


Maruf YILMAZ

Claude Lêvî-Strauss, Ferdinand Saussure strukturalîzm tevgereka mezin ya felsefeyî bû û ew li dijî felsefeya subjektê (subjektsfîlozofîyê) bû. Ev  tevger di salên  1960-70î de li Fransayê pêşket û dema wê ya zêrîn, di navbera salên 1966 -1967ê de çêbûbû. Di dîroka felsefeya zimanî de cîhê Claude Lêvî- Strauss pir mezin e. Strauss lêkolînêrekî mezin û herwisan jî strukturalîst bû û strukturalîzm bi ked û xebata wî pêşket û bû nêrîneke felsefeyî ya zimanî. Ew di sala 1908ê de ji dayîka xwe bûye û di bin tesîra Ferdinand Saussureyî de maye. Di dîroka felsefeya zimanî de cîhê  Ferdinand Saussureyî jî pir mezin e. Ew di navbera  salên 1857-1913 de jîyaye.


Li gorî ditîna wî, ziman sîstemek ji sembolan e. Her sembolek maneya xwe heye. Ew giranîya xwe dide ser zimanî û li gorî wî, ziman wekî strukturekê ye.
Ji perspektîva strukturê re dibêjin ”strukturalizm (Månson, P. 2003). Peyvên bingehîn ên strukturalîstan, ev in: 
  • Civak wekî organizmekê ye.
  • Lêhûrbûna tevahîyê(tevahî).
  • Funksîyonên veşartî(nedîyar).
  • Objektîvîzm
Em dê çawan dîtinên xwe bicerbînin?
Ziman wekî sîstemekê ye û ew li  ser kesî/ê(indîvîdî)ye. Ziman di ser kesî/ê re ye û li her cîhî jê zêdetir rola xwe dileyîze. Lê di vî warî de Aristoteles civakê wekî organîzmekê dibîne, li wir ferd (îndîvîd) bi tevahîyê re girêdayî ye. Elementa bingehîn a sîstema zimanî peyv, bêje û ferheng e. Tîp(herf) perçeyên herî piçûk, atomên zimanî ne (Molander, B. (1983,1988).
Zimanên neteweyî yên Ewropayê rola xwe leyîstin û bûn zimanên felsefeyî. Spînoza bi îspanî dipeyvî, lê yahûdîyê Holandayê bû, bi latînî nivîsî, Leîznîz almanî bû, bi latînî û fransizî nivîsî. Descartes û Hobbes ji hevûdu re name bi latînî û bi zimanê xwe yê zimanê zikmakî dinivîsîn. Di sala 1700î de zimanên neteweyî yên ewropî hîkarîya xwe li ser hevûdu dikirin. Montesquîeu, Voltaîre, Rousseau û Dîderot bi fransî nivîsîn. Berkeley û Hume jî bi îngilîzî. Wolff, Kant, Richte û Schellîng bi almanî nivîsîn. Ziman bi xwe re tradîsyona neteweyî, temperamenta neteweyî afirand û wî roleke sereke leyîst ji bo kulturê. Voltaireyekî almanî, Humeyekî fransî û Kantekî îngîlîsî, di dema xwe de Ewropayê hejandin û mohra xwe li dîrokê xistin. Kultura ku di bin hîkarîya zimanê fransizî de mabû jê azad bû û her neteweyek, giranîya xwe dida ser zimanê xwe yê şêrîn. Neteweperestî(nasyonalîzm) wekî hindavekî hizrê û îdeolojîk afirî û ew li Ewropayê belav bû (Nordin, Svante, rûpel 344-345, 1995).
 

Teza ku ziman bîryara rast-têgihîştinê dide, jê re dibêjin ”hîpoteza Sapir-Whorfî”. Lêkolînên Sapir – Whorfî li ser zimanê reşîkan e. Ew hizr, kultur û hawayên jîyana wan bi zimanê wan ve girêdide.
 

Li gorî strukturalîstên Fransî, struktura ferdî (serîndîvîdî) di ser hertiştî de ye û ew struktur, tesîra xwe li ser hizrên ferdî(îndîvîdî) dike û ev struktura ku di ser hertiştî de ye bi tenê ziman e. Zimanê kurdî her tişt e. Ew laş, hizr, hawayê civakî, kulturî û jîyana kurd e. Shakespeare ne Gilgamêş bû û ne jî Homeros bû û ne jî Dante bû. Herkes di dema xwe de mohra xwe li dîrokê dixe ango lê naxe.  Felsefeya zimanî girîng e. Ziman ji bo min, ne înstrumenteke ”neutral” e. Ziman ji bo yekitîya xelqê  û serborîyên wî xelqî ye, da ku ew xelq bi çavekî mirovane li dinyayê mêze bike(Nordin, Svante(1995). Zimanê kurdî dilê neteweyê kurd, ruh, can û xwîna wî ye. Ew netewe, kultur, ax, mêjû, laş, dil, xwîn, stran, çîrok, helbest û karektera kurd e. Zimanê kurdî wekî hukumdarîyekê ye”. Ez zimanê kurdî  wekî strukturekê dibînim û ji ber hingê jî, bi çavekî neutralê  lê mêze nakim. Em vegerin ser bawerîyên Vygotskijî. Ew dibêje, ziman hizrê (fikirê) diafirîne, lê herwisan jî, hizr zimanî diafirîne. Li gorî Pîagetî, hizr zimanî diwelidîne (diafirîne). Dijminê kurd, bi zimanê kurdî dihêşe.
 

 Em vebigerin ser zanyarîya Comteyî. Ew bavê sosyolojîyê ye.  Comte di felsefeya xwe de qala  sê  xalan dike, ew jî ev in: 
 

  1. Hêza teolojîyê,  (ol, dîn) ango magî.
  2. Hêza metafîzîkê ya ne bi destên şexsan ve avabûye.
  3. Hêza pozîtîvê, bi lêkolînêrî ango bi  zanyarê ve heye. Hêza pozîtîvê dihê wateya ku civak ji alîyê
kesên akademîker, aqilmend û sermîyandaran ve tê organîzekirin.
 

Strukturalist ziman wekî sîstemekê cihê dibînin. Ew ziman wekî sîstemekî ji perçeyan avabûye dibînin.  Strukturalîstên fransî wisan dinivîsînin:
 

1. Danûstandina perçeyan bi hevûdu re, relasîyona wan bi “îndîvîdan” re heye.
2. Sîstema zimanî berîya ”îndîvîdî/ê” tê û ziman di ser hertiştî de ye. Roland Barthet û Michel Foucault herdu jî postsitrukturalîstên mezin bûn. Ewan bi xwe, xwe poststrukralîst nedîtin, lê digel vê yekê jî, tesîra wan li ser civakê hebû. Ew kesên teorîker, fîlozof, sosyolog, civaknas û edebiyatnas bûn û tesîra wan li ser civaka wan hebû. Jürgen Habermas  almanî ye. Ew  fîlozof û sosyolog bû. Teorîya wî bingeha xwe ji felsefeya zimanî wergirtîye. Li gorî Lockeyî xisûsiyetên  sensasîyonê yên yekemîn ev in:
 

  1. Form( gilover, çargoşe).
  2. Solîdîte: gaz, herikîn, nermahî.
  3. Moment(tiştê rawestî ango li tevgerê.
  4. Hejmar: yek ango gelek.
  5. Derdirêjbûn: dirêjahî,  firehî û kûrahî.
 

Ew xisûsiyetên sensîyonan bi serê xwe ne û girêdana wan bi me re tune ye. Ji ber vê yekê jî ew subjektîv in. Xisûsiyetê  sekunder bi tenê li ba me hene, nimûne: reng, bîhn, deng û tam(çêj). Ji ber ku ev xisûsiyet di zanebûna me de hene û divê em bi çavekî subjektîvê lê mêze bikin.
Sêvên darê bi xisûsiyetên xwe û bê alîkarîya me mezin dibin. Ew sêv vekêş didin xwe û dibin xwedî form, hejmar, bizav(livîn) û solîdîtê. John Locke qala  împressîyonên hîs, bawerî û daxwazan jî dike û girîngîya wan tîne zimanî.
 Ew fîlozof, psîkolog, pedagog û Dr bû. Ew ji ber dîtinên xwe ji welatê xwe revîya, çû Holandayê. Mirov ji dayîka xwe nezan û vala çêdibe, lê bi serborîyên xwe ve hînê zanyarê dibe. Em bi serborîyên xwe ve hînê zanyarê dibin.  Locke zanyarekî empîrîst e. Li gorî wî hestên yekemîn û bingehîn (primer) ev in:
 

  • Hesta dîtinê (çav),
  • Hesta bîhnê (poz),
  • Hesta tamê(tamkirinê)(ziman),
  • Hesta bihîstinê(guh)
  • Hesta sehkirinê(çerm).
 

Teorîya zanyarîyê  bi “zanyarî”  bilî (mijûl) dibe.  Ev teorî ji me dipirse: Zanyarî çi ye? Em çawan zanyarîyê werdigirin (bi dest dixin)? Em çawan dikarin tiştekî rast hîn bibin  û bi çi sedemî em dibêjin tiştekî sexte ango rast e. Çi pêwîst e, da ku em îspat bikin ku serokê partîya A bi koka xwe Kurd e. Nimûneya dî ew e ku ez dizanim ku ez dê bimirim, ez ê mirinê me.  Du (2)nimûneyên ji hevûdu cuda: Niha berf dibare û erd sipî ye. Hemû xort bêkar in(nezewicî ne). Hevoka yekemîn mirov dibîne ku niha berf dibare; mirov bi çavên sere xwe dibîne. Hevoka duhemîn bi rêya ku mirov lê bikole û hîn bibe. Di hevoka duhemîn de diyar e ku mirov bi çavên sere xwe nabîne. Fîlozof û pêzanên mezin dibêjin du rêyên zanyarîyê hene, ew jî ev in:
 

1. Empîrîzm
2. Rasyonalîzm
 

Empîrîzm
 

Bingeha zanyarîyê hêstên mirovî ne. Mirov dizane ku pênc hêsten mirovî hene, ew jî ev in:
 

  1. Hestê dîtinê (çav),
  2. Hesta bîhnê (poz),
  3. Hesta tamê(ziman), hesta bihîstinê(guh)
  4. Hesta sehkirinê (çerm).
  5. Bîrbûn(hafize) bingeha serborîyên(tecrube) mirovî ye.
 

Sê peyvên sereke:
 

  • Mirov bi rêya hêstên xwe hîn dibe(hest).
  • Mirov bibîrtîne, tiştê ku mirov dibîne(bîr)
  • Serborîyên (tecrûbe) mirovî dibin zanyarîya mirovî (Serborî).
 

     Rasyonalîzm
 

  • Zanyarî bi rêya aqilmendîya hizrê çêdibe.
  • Zanyarî bi rêya logîkê çêdibe.
  • Bi rêya têgihîştinê çêdibe.
  • Zarok bi zanyarîya xwe ji dayîka xwe dibe.
 

Gava ku zarok ji dayîka xwe dibe, hingê ew zarokê/a piçûk xwedîaqil, xwerdîhiş û têgihîştî ye. Immanuel Kant: “Dive însan ji bilî başîyê tiştekî dî nefikire.” Li gorî wî divê însan ji bilî başîyê tiştekî dî ne fikire. Bi bawerîya mirovî re, mirov dixwaze, bersîva pirsên wisan ji xwe bike: ”Çawan û ji bo çi kurd bi tirk dipeyvin û diçin komeleyên tirkan û tirkek naçe komeleyeka kurd? Çima em kurd wekî tirkan dijîn?  Tirk dibêjin: ”Kurd mînorîtet in, lê di rastîya xwe de kî mînorîtet...? Kurd li bakurê Kurdistanê 25 mîlyon in û ji bilî kurdan jî; laz, çerkez, ereb, yûnanî, asûrî, ermenî û hindikneteweyên dî hene. John Locke (1632-1704) fîlozof, psîkolog, pedagog û Doktor bû. Wekî me ji welatê xwe revîya, çû Hollandayê û li wir bi cîh bû. Li gorî wî, hemû zanyarî ji tecrûbeyên mirovî tê, giyana(can) zarokî/a nûhbûyî ango zarokekî/a dayîkbûnê wekî tabloyeka vala ye. Li wir tecrûbe li ser wî/ê bandorê dike. Mirov zanyarîyê hîn dibe. Ez bi xwe, xwe wekî empirist (tecrûbekar) dibînim. Bingeha zanyarîyê qabilêyet, bîr û tecrûbe ye.
 

Literatur û çavkanîyên swêdî
 

Månson, P. (2003) Moderna samhällsteorier, studentlitteratur: Stockholm.
Molander, Bengt(1983,1988)Vetenskaps Filosofi, Bokförlaget Thales: Stockholm
Nordin, Svante(1995) Fîlosofins historia, studentlitteratur: Lund
Wallén, G.(1996) Vetenskapsteori och forsknngsmetodik. Lund: Studentlitteratur.
guitland.se/filofi/aristote.k.htm)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark