Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Komela Kurdên Sûrî 40 Rojîya Rezo Osê pêkanî

 


  Dost, Heval, û Naskirîyên Rehmetî Rezo û bi amadekirina Komela Kurdên Sûrî li Berlîn / Brandenburg , çalakîya 40 rojî û bibîranîna Rezo Osê di 18.04.2010 pêkanî û çêkir.
Di Salona cihê Komelê de û li ser Tabloyekî mezin Berhemên nivîskî, Çalakî û Beþdarbûnên bi Wêne hatên helwestandên.
Amadevanên vê Hevdîtinê ji Endamên Komelê, Komek ji Hevalên Rezo û jimarek ji Nas û Dostên, yên bi dehê salan ew nasdikirin û bi hevra çalakî û Kurdewarî kiribûn pêkhat.


Di destpêkê de û ji bona bîranîn û Rêzkirtinê , Amadevanên hevdîtinê 1 xulek bêdengî rawestîyan, paþî wê endamê Komîtê Baha Mihamed ,
helbestek ji Berhemên Mamosta yên Hestê wî Netewî dîyar dike xwend, û bi drêjahî bîranînên xwe wekû heval û dostê rehmetî ji destpêka salên 70yan û heta îro, û bi firehî li ser Qonaxên jiyane delal Rezo, û nîþankirina Kar û Xebata wî  di Kurdewarîyê de wekû Nîþtîmanperwer, Nivîskar, Zimannas û Helbesvan diyar û pêþkêþ kir.

Paþê jî, kak Zinar Þêxmûs axivt wek Hevalnaskirî , Nêzîkdostê
Rezo bi Dilekî xemgîngirtî, û bîranînên xwe ji Hevalên vê
Hevditên her wekû xewnekî û fîlimekî bidê pêþindan pêþkêþ kir.

Li dawîya hevdîtinê her yekî ji Amadevanan bîranînên , dîtinên, û
hevjiyanên xwe ligel Rezo cuda cuda  anîn  ser Ziman û Gotina giþkan wabû: Çiqas mixabine koçbarkirina Mêrxasin mîna rehmetî Rezo di vê zûdemê de, ji berkû karîbû mîrasa miletê kurd zengîntir bike di warê Zimanzanyarî, Nivîsandên û Helbest û Hûnar de.

Tevan ji Rehmetî re daxwazkir ku cihê wî di Bihuþta Ronakbîran , Rewþenbîran, Hêja Kurdperweran de bê.

Careka din Serê Malbata wî saxbe!

Serê miletê Kurd saxbe  û  Kurdistan azad û ava be.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark