Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xwendineke tamzar di pirtūka Qado Žźrīn de

 


CanKurd

Yek ji nivîsevanên me yên bi dilvehesîn dinivîse, hêja Qado Žêrîn e, ku hem bi Kurdî û hem bi Erebî jî, zîrek e. Ez nivîsên vî camêrî baž dinirxînim, ji ber ku ew mirovekî wêrek e, û wekî di pažnavê wî re “Žêrîn” diyar e, ku ji navê dayîka xwe biriye, ew di koka xwe de ji “Žêr” hatiye, ne ji “Žîrîn”iyê.
Di pirtûkxaneya kurdî de –mixabin- pirtûkên rexneyî pir hindik in, lora ku em ji civateke êlparêz, sofî, û axatiyê hatîne, ku rexne têde nedihat kirin, ne bi terzekî siyasî, ne olî û ne jî wêjevanî.


Rexnekirina mezinan, deselatdaran, bav û diyan, û her kesekî ku gopalekî mezin di destan de hebû, qirka mirov dibir ber kêndirê, ew dihate riswakirin û bersûckirin, wekî hêžtirê gurrî bûye, ji nav êlê an ji nav civata olî dihate derkirin, an jî bi tenê hêžtin. Ev bermayê çandeyî û kelepora “devgirtinê”, û “devmisdanê”, me bi xwe re hilgirt, weku di ”Gênom”ê me de hatiye çandin, nema ji nav xûn û rehên me derdikeve, me bi xwe re aniye Ewrûpa jî, û ew ketiyê hinder mejiyê me yê siyasî jî. Rexnevan li ba me bûye “Zindîq”, bûye “Gawir” ê ku pêwîste em xwe jê biparizin…

Qado Žêrîn rexnevanekî xudan huner e, li têlên tev zirav dixîne, ku hinava civaka me ya kufikî, tevlihevbûyî, jihevketî, û deselatiya me ya siyasî, ya ku hîn negihaye pileya dewletî, dilerizîne…Çi di gotarên xwe yên siyasî de û çi di berhemên xwe yên çêrokî de…

Li vir pêwîste em bînin zimên, ku di Kurdî de „Çêrok“ û “Çêrçêrok” hene, ne “Çîrok” û “Çîrçîrok”. Ji ber ku koka peyvê di “Çêrêkirinê” de ye, bi wateye “li ser hewaldan”, ne ji “Çîr” hatiye, ku bi wateya dengê derî an tižtekî dî ye, û gava em dengekî wilo dibihîsin, em dibêjin: “Derî kire çîreçîr”, lê gava yek tižtekî li ser kesekî dî bo me hewal dide, em dibêjin:” Çêra wî kiriye.”…Li hinek derên Kurdistanê “Çêrêkirin” bi wateya “Axiftina nebaž” e, lê herweha jî, ev nêztire ji “Çîr û çîreçîrê”…

Serok û Merok, ku çapa wê ya yekê, di sala 2009 de, ji aliyê saziya çandeyî SEMA ve, di bin jimara 31ê de derketiye, gaveke wêrek e di rexnevaniya kurdî de, ku bi tersê çêrokî gelek mijarên me yên civakî, siyasî û wêjevanî hatîne lêvkirin, nivîsandin û belavkirin…Hema bi geltebazî “Suxriye”, ku li ba nivîskarê me yê giranbiha her hezkirî ye.

Serok û Merok, ku tenê 120 rûpelin, teviya koçberekê ji jiyana nivîskarê me yê geltebaz tîne zimên, ku têde žagird bi žimik û žekalan diçûne zanîngehê, û tevî ku dayîk û bavên wan hejar bûn, lê dîsa jî ji vexwarina meyê nediman, da rewža xwe ji bîr bikin. Di nav wan de hinekan dilên xwe bi hîviya ku rojekê bibine xanedan an serok dadigrtin, ji wan hebûn, ku tew carekê jî di jiyana xwe de govdeyên jinan nedîtibûn, û ji wan jî hebûn derpî û binkirasên jinan di axur û kadînan de dikižandin seriyên xwe.

Di vê pirtûkê de, ku serok wekî gokvanên werzižê têne kirrîn an kirêkirin, nivîskarê me yê hêja tinaziyan bi ramiyariya tevgerên me yên kurdî dike, ewên ku nikanin ji siya serokên xwe derkevin, li pey wan wekî çêlçûkên mirîžkan dibezin, ewên tew bi sernakevin, nezanin û gava di komcivînekê de bi hev diçin, teviya tevgera xwe parçe-parçe dikin, ew dižehitin û gelê me jî bi xwe re dižehitînin.

Bêguman hinek kêmaniyên piçûk ên zimanî, nivîsandinî û ji aliyê çap û dîmenê ve di pirtûkê de hene, hema bê guman Qado Žêrîn bi hevîrê Kurmanciya Kurdistana navendî hatiye histiran, û wekî dixuye, wî hîn di zarotiyê de pir ji zimanê xwe yê zikmakî hezkiribû, û pižt re bi dilxwežî pê nivîsî bû.

Dostê me yê nêz û hêja, karîkaturvan Inayet Dîko jî, li gorî mijarên rengareng ên pirtûkê karîkaturekî gelek xwežik bo bergê pêžîn ê pirtûkê çêkiriye, ku Kurdekî qelew û simbêlboz li pižta yekî hejar suwar bûye û dibêjêyê:“De bimeže hevalo, bimež. Rizgarkirina welat hîn dûr e…!”

Wekî min xwend û dît, “Serok û Merok” hêjayê xwendina we ye jî…


20 Avdar 2010

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark