Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Hźvīdarim xwendevan hemī min baž fambikin ū rojź carekź li ser mūzīka Kurdī ū erkźn xwe kūrbibin ū bifikirin

 


Dîdar: Demhat Dêrikî
W:  Birêz Birader, îro li ser qada hunerê, ew kesên ji xwe re dibêjin hunermende û bi navê hunerê diaxifin, ger Kawîs Axa, Žakiro û gelek hunermendên di nava klasîka wêjeya dengbêjiya kurdî de diyarin tênegihêjin, em dikarin bêjin ew hunermendin?
B:  Belê, li gora pirsa te, em dikarin ji wan kesanre bêjin hunermendin .Lê merev nikare bêjê ew hunermendên Kurdin.Dibe ku ew kesana bi gelek cureyan hunerek bas di afirînin jî, lê nikarin xizmeteke bidin çand û wêjeya me. Mîna avahiyek bê bingeh e. Lingê wan li hewa ye.


 Dema mirov hunera xwe çêkê, pewîste haya mirov ji zargotina mirov hebe. Zargotina me jî di nava dengê Abdul Hadî, Režo, Sakiro, M.Arif, Kawîs Axa, Ayže Žan, Bakî Xido, Gulbaharê û h.w.d de vežhartiye. Her kesayetên ku dibêjin em stranbêjên Kurdin gereke ji wê kaniyê tam bikin. Bi bingeha mûzîka Ereb,Turk u Farisan mûzîka Kurdî çênabe. Pewîste rewrewkên mûzîka Kurdî ya nûjen ji derya mûzîka Kurdî bifûre.

W: Hunermend çawa dibe hunermend û birêz Birader di nava vê pirsê de çawa xwe dibînê?
B: Hunermend bi tu awayî nabe hunermend. Hunermend weka hunermend tê ser rûyê dinya yê. Dema însan çêdibe ger cewhere hunerê pê re hebe ji xwe wê bibe hunermend.
Lê ez pirsa te famdikim. Hunermendên me niha gelek ji wan çawa dibin hunermend an bûne hunermend ez  ê  ji tere bêjim. Gere pere hebin hunermendiya te hesane. Çend stran, klîp û wesandina internet an televisyonan.Tew ger xalekî te yê xurt hebe, ji xwe tu hunermendê herî populer û bi nav û denge. Lê di eslê xwe de tu ne hunermende.
Ez weka Brader, min gelek car gotiye, min cara yekem pêlava xwe bi tutukê daye û dest bi hunerê kiriye. Heta niha jî, ez bi rûnê xwe diqelim. Min gelek bedel daye û hêjî didim. Hem madî û hem manewî. Lê huner li min bûye bela. Nikarim dest jê berdim. Heta hebim jî weka erkekî û misyonekê, wê bimin re be. Bi dehan berhemên min hene lê nikarim derxîn im û ez hunera mizdanê jî nizanim.Peyvek me Kurda heye, dibêjin KUMÊ MIN DI RASTIYÊ DE QETIYA YE.Ya min ji têla tembûra min tim di rastiyê de qetiya ye.



W: Gelo, îro hunere kurdî nexwež e, bijîjk jêr divin yan hunera kurdî xwe derman kiriye û ber bi astek bilind ve diçe?
B: Hunera Kurdî di astek ne pir baž deye. Derfet gelekî zêdebûne lê em wan derfetan bi xeletî bi kartînin ev jî zerarê didê mûzîka me zargotin û çanda me. Her tižt bûye pere. Her tižt bûye popîlîzm û xal û xwarzêtî. Hinek hene ji ber bê peretî nikarin tižtên baž bikin. Hinek jî hene, bi pera tižten gelek xerab dikin. Min gelek car gotiye bila komisyonek netewî avabe ji hemî televizyonên kurdiî û bila siyasetek tenê jibona hunera Kurdî ya hevbež hebe.Ya na em nikarin pežiya van xerabiyan bigrin.Yên hunerê birîndar jî dikin û yên karibin derman jî bikin, em in.

W: Çima piraniya ciwanan mûzîk û dengên biyanî guhdar dikin, li gor we cudahiya di navbera hunera strana kurdî û ya biyanî de çi ye?

B: Ez jî li mûzîka biyanî guhdari dikim. Lê ne bi qandî mûzîka Kurdî. Pêwîste ciwanên me bi qandî ku ji mûzika biyanî haydarin, ewqasî ji mûzîka xwe ya resen ji agahdarbin.
Û gelekî guhdarî bikin. Ez nabêjim bila ciwanên me jî weka me bi afirînin. Lê li me û mamosteyên me guhdaribikin. Bingeha xwe bi hêz bikin û derkevin qada hunerê. Wê demê wê karibin bersiva civata xwe bi hesanî bidin û xizmeteke baž bikin.
B: Huner helwesteke kesayetiye. Pêžketin û azadiye. Žoreže di ruhê însanan de. Di ruhê hunermend de žorež tunebe berhem jî çênabe. Kanî gerek derbive ku karibe biherike. Azad bi herike! Ji xwe afirandina mûzîka kurdî erke, layane, misyone, žoreže û xebata azadiyê ye. Hewceyî qalip, qeyd û žertan nake. Lê pewîste hunermend mesûliyeta xwe ya demê zanibe. Hunermend mecbûre ji dema xwe re bi berhemên xwe çavdêriyê bike. Bi afirandina xwe dema xwe žîrove bike û here ser neheqiyan û layantî ji gelê xwe re bike. Hunermend nikarê pižta xwe bide guhartinên civakê. Ji ber huner di eynî demê de wijdane jî. Kesên bê wijdan nikarê bibe hunermend. Kenan Evren çiqas tablo jî çêkirin nebû hunermend. Jiber ku ew diktator bû.Wijdan pê re tunebû...
 
W: Hûn dikarin bi kurtî be jî, kar û xebata xwe ya ku niha pêve mijûlîn ji xwendvanên
rojname War re bînin ziman?

B: Niha projeyek heye.Žanoger û senarîstê xort Kawa Žêxê senariyoyek nivîsandiye û li ser dixebitê ku em karibin bikin filim. Ez nikarim naveroka çirokê vekim lê çîrokek pir xweže ku ez ê jî teda bilîzim.
Wekî din ez haziriya albumek nû dikim. Min stran hemî amadekirine. Pižtî biharê ger min karibû giredanê bi hinekan re deynim, ku jimin re bivin sponsor ez ê payîzê derxim însallah. Lê ger kesek alîkariya min neke difikirim li bajarên mezin li ewropa mûzîka kolanan lêbixim û merhema xwe raxim,da ku karibim belkî pere jibo albuma xwe bidim hevdû.

W: Gotina dawî
B: Spasiya Rojname ya WAR dikim ku nefesek da min ku karibim hinek tižtan bînim ziman. Hêvîdarim xwendevan hemî min baž fambikin û rojê carekê li ser mûzîka Kurdî û erkên xwe kûrbibin û bifikirin. Hatina miletan di ziman û çanda miletan de ye.
 
W: Sipas bo bersivdana pirsan
Ez ji spasiya we ji dil û can dikim û li gel silavên brayetî.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark