Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di bîranîna 8an de ji koçkirina wi Seydayê Tîrêj ji nav me barkir, lê stêrka wî geþ dimîne

 


  Ehmed Heso

Dilê Seydayê Tîrêj, ku 79 salan evîna kurd û Kurdistanê ketibû navê, di xwîn û laþê wî de belav bûbû û di rûpelên diwanên wî de xwe nîþan dida, ew dilê mezin demjimêr dora heftûnîvê þevê roja 23 ê Adara sala 2002an da, li nexweþxaneyeke li bajarê Hesekê sekinî.
Seydayê Tîrêj di 25 ê Adara sala 2002an da, li gundê bav û kalê xwe Girkeftar hatîye veþartin. Bi deh hezaran kurd û kesên ji neteweyên dîtir, ku li herêma Cizîrê dijîn, qasî 30 kîlometre li dû cenazeyê helbestvan û torevanê xwe yê nemir meþîyan da ku wî cara dawî birêkin.


 Tevgera Kurd li Süryê (bi hemû partî, rêxistin, komên folklorî û hwd) li helbestvanê xwe xwedî derketine, bernameyê veþartina cenazeyê Seydayê Tîrêj organîze kirine. Ev yêka jî nîþan dide, ku Seydayê Tîrêj helbestvanê Kurdistanî bû.

Li ser gora wî ya pîroz gotarên partî û rêxistinên Kurdî hatin xwendin. Van gotaran hemû li ser jîyana Seydayê Tirêj û kar û xebata wî yên sîyasî, cîvakî, torevanî bûn.

Tîrêj di jîyana xwe de herdem hevgirtin û yekgirtina gelê Kurd dixwest. Di roja koçkirina wî de ev yeka bi baþi dîyar bû. Gelê Kurd li wî xwedî derket û nîþan da, ku mezinên xwe tu car ji bîr nake, qedr û qiymeta wan baþ dizane.

Bila serê gelê Kurd sax be!

Seydayê Tîrêj (1923-2002) di sala 1923an da li Kurdistana Sûryê, li gundê Nicmok bi navê Nayîf kurê Heso hatîye dunyayê, bûye biçûkê sê bira û du xwiþkan.
Tîrêj di heft salîya xwe da, li ber destê mirovekî zana û welatparêz, Mele Îbrehîmê Golî dest bi xwendinê dike, Quran û hinek pirtûkên þerîetê dixwîne. Mele Îbrehîm jêra þîret dike û usa dibêje: "Xuya dike, ku tu xortekî miletperwer î, here li dibistanê bixwîne."

Seydayê Tîrêj li ser vê þîretê û bi alîkarîya bav û birayên xwe berê xwe dide dibistanê li bajarê Amûdê, û li wir pênç salan dixwîne. Di 16-17 salîya xwe de dest bi nivîsandina helbestê dike, û dikeve nava tevgera Kurdî. Di wê demê de dibe endamê "Xoybûn"ê û di nav refên wê de xebat dike. Her wê demê hevaltîya Seydayê Cîgerxwîn dike. Herweha bi alîkarîya Qedrîcan, Dr. Nureddîn Zaza, Hesen Hiþyar û M.Elî þiwêþ, li Amûdê, di dibistana ne eþkere de, di warê fêrbûna zimanê Kurdî gav avêtiye.

Helbestên wî di kovara Roja Nû de, ku Dr. Kamuran Bedirxan derdixist, hatine belav kirin. Her weha wî li Amûdê, di "Koma Keþefan" de kar kirîye.

Di sala 1952an de tê girtin. Gava dewlet ser mala wî de digire, dest datîne ser dîwaneke wî, ew dîwan winda bûye.

Berhemên Seydayê Tîrêj yên çapkirî 3 dîwan û pirtûkek in: Xelat, Zozan û Cûdî (dîwan in) û serpêhatiyên Kurdan.
Her weha berhemên wî yên ne çapkirî jî hene.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark